Fîlozofê Îrlandayî John Patrick Holloway ji Rêber Apo re nameyeke bi sernavê “Tu ji bo cîhanê hêviyekî” nivîsand û name gihand Şandeya Îmraliyê.
Nameya John Patrick Holloway bi vî rengî ye:
“Birêz Abdullah Ocalan,
Niha strana xwe bi dengekî bilind û zelal bêje. Ev salên dirêje, tu stranên xweş dibêjî, lê ev strana çûkekî bû ku di qefesê de hatibû girtin. Êdî divê tu ji qefesê derkevî, ji serê daran û banan straneke welê bêjî ku hemû cîhanê tejî bike. Me pirtûkên te xwend; niha em dixwazin rûyê te bibînin û dengê te bibihîzin.
Ya te straneke hêviyê ye; li vê cîhana ku her diçe tarîtiya wê zêde dibe, hêviya ku pêdiviya me pê heye. Ji bo gelê Kurd hêvî, lê ji vê hîn zêdetir. Hêviya ji bo Rojhilata Navîn a ku bi rengekî trajîk, bêwate û hovane di nava dewletan de hatî parçekirin. Eger destûr were dayîn jiyan bi hevparî biherike, wê gelek tişt çareser bibin. Ji bo cîhanê jî hêvî, pêşî li şêwazên jiyaneke welê vedike ku koletiya jinan weke bîranîneke bi êş a rabirdûyê bimîne, şînatî, lawir û şêwazên din ên jiyanê bi hurmetî were nirxandin.
Strana hêviyê di heman demê de straneke redkirinê ye. Wateya vê ev e: ‘Na, em ê qebûl nekin’. Em ê hovîtiya desthilatdaran, hovîtiya bêwate ya şer, saltanata hilweşîner a pere, tundiya zayendperestî û nîjadperestiyê qebûl nekin. Na, bes e; êdî em zêdetir qebûl nakin.
Strana hêviyê, êşa cîhanê vedibêje. Êşa girtîbûnê, êşa êşkence, cihêkarî, biçûkxistin û mêtingeriyê. Êşa bi dehan tiştên ku em bikarin biafirînin, êşa şkestina xeyalan; êşa cîhaneke ku em bi hev re biryar bidin ka jiyan çawa be.
Hêza strana te, qefesê dişkîne. Em bi heyranî li te dinêrin. Em dixwazin te azad bibînin û dengê te bibihîzin. Helbet ev straneke dengbêjiyê ye: Straneke ku hêvî, redkirin, êş û jiyana komînal tîne ba hev.
Bi heyrantiyeke kûr, ez hêvî dikim ku di demek nêz de tu azad bibî.”

