Di serdanê de ku di atmosfereke baş de pêk hat, aliyan têkildarî xebatan û rewşa bajêr gotûbêj kirin. Her wiha di çarçoveya entegrasyonê de ji bo meşandina xebatên dema pêş jî plansaziyek hat derxistin.
Li dû serdanê ji bo gaziyên Kobanê jî civînek hat lidarxistin. Di civînê d ku bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir, der barê rewşa siyasî ya herêm tê re derbas dibe de nirxandin hatin kirin.
Di civînê de li ser entegrasyonê nîqaş hatin kirin. Ligel vê di asta rêveberiya gaziyan a Kobanê de vesaziyên nû pêk hatin.

