Yekşem, 29 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 13’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş pêşniyara çareseriyê ya 7 xalî pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî, Husiyan gef xwar!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 14 sendîkayên ser bi DÎSK’ê li Kartalê mîtînga karkeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Azadiya girtiyan dikin mijara bazarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çelik: Meseleya Kurd bi gihîştina hev a herdu aliyan çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera Mîrza: Çîroka bawerî, hêvî û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Xwedîderketina li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê erka me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gel ber bi Newroza Amedê ve diherike
Kurdistan

Gel ber bi Newroza Amedê ve diherike

Di serî de Kurdistan li çar aliyên cîhanê bi milyonan mirov Newrozê pîroz dikin. Fînala pîrozbahiyên li Bakurê Kurdistanê wê li Amedê pêk were. Gel ber bi qada pîrozbahiyê ve diherike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2024 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serketinê ye” tê lidarxistin û starta wê di 15’ê Adarê de hatibû dayîn. Pîrozbahiya Newrozê îro tenê li Amedê tê lidarxistin. Wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk mohra xwe li Newrozê bidin. Wekî her sal, îsal jî navnîşana Newrozê Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê ye.

Tê payîn ku demekî kin piştre pîrozbahî dest pê bike û welatî ji çar aliyên bajar ve diherikin qadê. Welatên Ewropayê jî di nav de, ji çar aliyên cîhanê bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê dibe. Her wiha ji gundên bajar jî bi hezaran kes di saetên serê sibehê de hatin qadê.

Li navenda bajar bi hezaran kes ber bi Parka Newrozê ve ketin rê. Li ber deriyên ketina qadê yên li Bûlwara Qamişloyê, Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê qelebalaxiyên mezin çêbûn. Mêvanên ji derve hatin û rojnameger ji deriyê protokolê girtin qadê.

Girseya ku namzetên hevşaredariyê yên navçeyan ên DEM Partiyê jî di nav de bû, beriya pîrozbahiyê li noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev û govend gerandin. Gelek welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn.

Bi taybet jî girseyeke qelebalix li ser Cadeya Evrîm Alataş heye. Girse li benda ketina qadê ye û dibêjin ku barîna baranê dê ji wan re nebe astengî û ew ji bo pîrozbahiyê amade ne.

Li gelek deverên bajar coşa Newrozê heye û li cade û kolanên bajar dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” olan didin.

Welatî ji 6 deriyên cuda dikevin qadê. Welatiyên dikevin qadê li ber muzîk û dahol û zirneyê govendê digerînin. Tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan heye. Welatî bi cil û bergên kurdî pîrozbahiyê li dar dixin. Hinek malbat bêyî ku guh bidin baranê, zarokên xwe ve hatin qada Newrozê.

Herikîna ber bi qadê ve didome û tê payîn ku bername demek şûnde dest pê bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Agirê Newrozê li Zagrosan hate dadan
Nûçeya Pişt re Li Bradostê Newroza serketin û azadiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

NAV-YEK’ê êrişa li hemberî Teyyar Dûran şermezar kir

NAV-YEK'ê êrişa li hemberî Teyyar Dûran a li gundê Îşxanê yê Wêranşarê şermezar kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Bi wêneyan berxwedana Colemêrgê

Li Colemêrgê gel û hilbijartî li dijî darbeya qeyûman a rejîma faşîst a AKP-MHP’ê daketin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji JXK’ê pêngava ‘vegera li kokê’

Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) ragihand ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê dest bi pêngava 'Em Bernadin-Vegera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê meclisên tenduristiyê yên alternatîf bên avakirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?