Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gel bi derfetên xwe mudaxeleyî şewatê kir
Kurdistan

Gel bi derfetên xwe mudaxeleyî şewatê kir

Gel bi derfetên xwe mudaxeleyî şewata di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de derketî holê, kir. Rayedarên dewleta Tirk di saetên siharê de hatin cihê bûyerê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bîlançoya şewata ku duh di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de derketî holê, eşkere dibe.

Gundiyan gotin ku şewata ku li gundê Tobiniyê ji ber çirûskên ji têla elektrîkê derketî çêbû, di demeke kurt de belavî gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê bû û heta Bendava Goksu dewam kir.

Taxa Tobinî ya girêdayî Çinar bû cihê ku herî zêde ji şewatê bandor bûyî.

Gel mudaxeleya destpêkê li şewatê kir. Gel bi wesayîtên mîna traktorê mudaxeleyî şewatê kir. Her wiha gel diyar kir ku mudaxeleya rayedaran têrker nebû.

Gundê Kelekê ya ku sînorê Gundê Tobiniyê ye, zirareke mezin ji şewatê dît. Hat zanîn ku Şêxmûs Demîr, Resul Yilmaz, Rêzan Yilmaz û Mezel Demîr dema ku ji bo vemirandina agir çûn, jiyana xwe ji dest dan. Ji birîndaran Hasan Demîr jî ji bo tedawiyê sewqî Rihayê hate kirin. Hat destnîşankirin ku kesên di dema mudaxelekirina şewatê de jiyana xwe ji dest dan, temenê wan di navbera 17-20 saliyê de ne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca wiha got: “Di şewata ku li gundê Yazçîçegî û Taxa Koksalan a li navçeya Çinar a Amedê û gundê Yucebax û Yetkînler a navçeya Mazidagi ya Mêrdînê derketî holê, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî ji şewatê bandor bûn ku rewşa 10 kesan giran e.”

Dîsa hat dîtin ku li qada çandiniyê ya 5 hezar donum a di navbera her du taxan de, genim û misir şewitîn. Siyasetmedarên Kurd ji saetên şevê ve çûn cihê bûyerê. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û hevşaredar bi gel re ne.

Hevşaredarên Bajarê mezin Ayşe Serra Bûcak û Dogan Hatûn çûn herêma şewatê û piştî lêkolînan çûn serdana birîndarên ku li nexweşxaneyê tedawiya wan didome.

Hat zanîn ku di navbera her du gundan de bi sedan sewal şewitîn û mirin.

HELÎKOPTERÊ PIŞTÎ ŞEWATÊ AV RIJAND!

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, di dema ku şewat belav dibû de mudaxeleya ji hewayî xwestin. Hevserokan wiha gotin: “Mudaxeleya ji bejahî, ne bes e. Bi lezgîn divê ji hewayî mudaxele bê kirin. Ger pêwîst bike, divê alîkariya navneteweyî bê girtin û demildest pêşî li belavbûna şewatê bê girtin.”

Di tevahiya şevê de bangên ji bo mudaxeleya hewayî dewam kirin. Lê hat dîtin ku helîkopteran mudaxeleyî şewatê nekir, di navbera her du gundan de piştî siharê saet 05.00’an dema şewat qediya helîkopterê nû av ji Bendava Goksu anî û rijand.

Tîmên AFAD’ê jî dereng hatin herêmê.

BERDEVKA DEM PARTÎ: WEZÎR DAXUYANIYÊN CUDA DIDIN

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal, xîtabî Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Karên Hundir kir û ev daxuyanî da: “Her du wezîr jî têkildarî vê şewata ku jiyana xwezayî bandor kir û beriya 6 saetan destpê kir, du daxuyaniyên cuda didin. Em agahiyên ku ti eleqeyê wê bi van daxuyaniyên têkildarî windahiyên can, birîndar û kesên winda nîne, bi dest dixin. Şaredariyên me, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, parlamenterên me li qadên şewatê, nexweşxaneyan û maseyên krîzê yên hatine afirandin dixebitin. Em bang li amîrtiyên mulkî dikin ku bi heman hewldanê bi şaredariyên me re bixebitin û em bang li wezaretên eleqedar jî dikin ku bi daneyên rast raya giştî agahdar bikin.”

CENAZEYÊN 2 KESAN HATIN VEŞARTIN

Cenazeyên Şêxmûs Demîr û Resul Yilmaz ên li gundê Keleka ya Şemrexê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan, li goristana taxê hatin veşartin.

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Amed, Êlih, Mêrdînê û gelek kes beşdarî merasîma veşartina cenazeyan bûn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em bi fikrê Serok Apo ber bi azadiyê ve meşiyan’
Nûçeya Pişt re Ermenistanê dewleta Fîlîstînê nas kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana Tişrînê li Reqayê hate silavkirin

Şêniyên Kantona Reqayê berxwedana li Bendava Tişrînê û QSD silav kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrên Karên Derve yên Elmanya û Fransayê li Şamê ne

Wezîrên Karên Derve yên Elmanya û Fransayê bûn hêzên destpêkê yên mezin ên rojavayî ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qraliyeta Yekgirtî tundiya rastgiriya tund: Zêdeyî 90 kes hatin binçavkirin

Li Qraliyeta Yekgirtî di rojên dawî de êrîşên rastgirên tund ên li dijî koçberan zêde…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?