Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Gelbûyîna bi çand û hunerê -II
Çand û Hûner

Gelbûyîna bi çand û hunerê -II

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemberî tinebûna çand û hunera Kurd weke ronahiyekê şewq da, li Rojavayê Kurdistanê bi hunermendan re civiya û çand û huner kir malê gel.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Dema ku mijar dibe civaka Kurd, rastiyeke ku zêde girîngî ji karên çandî re nayê dayin. Dema ku girîngiya karên çandî ji gel re têne vegotin û ev kar tê teşwîqkirin, hingî li qadên din ên jiyanê zindîbûneke girîng tê afirandin. Çand gava ku hate hilberandin, civakî ye. Weke pîvan û nirxên civakê, jiyana paşerojê ya civakê diyar dike. Lewma çand pir alî ye, dînamîk û xwedî roleke girîng e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rastiya Kurdan de civakîbûn û girîngiya avakirina çandeke nû bi zimanekî fêhmkirî nirxand.

Yên ku di salên 1980’î de bi Rêberê Gelê kurd re man Yûsûf Hacî û hunermend Cemal Tîrêj û Endama Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Jinê ya Hîlala Zêrîn Fatma Mihemed qala nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li karên çand û hunerê kirin.

Yûsûf Hacî ku ji sala 1986’an û vir ve kedeke mezin dide karên çand û hunerê got, “Beriya sala 1986’an ji bo pîrozbahiya Newrozê kom hatibûn avakirin. Bi taybetî piştî Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo ragihandina lehengiya gerîla, ji bo bibe deng, reng û dilê gerîla li Rojava kom hatin avakirin. Yek ji van koman jî Koma Cûdî bû ku sala 1987’an ava bû. Komên me bi taybetî di pîrozbahiyên Newrozê de derdiketin ser dikê. Di sala 1989’an de Rêber Apo nirxandineke bi vî rengî kir, ‘Di navbera çeka gerîla û tembûra hunermend de ti cudahî nîne. Her du jî li ber xwe dide, têdikoşe û ji bo gel şer dike’. Piştî vê nirxandinê di karên çand û hunerê de gaveke xurt hate avêtin. Piştî vê nirxandina Rêber Apo kom êdî ne tenê ji bo festîval û pîrozbahiyan, di heman demê de veguherîn komên gel. Kom tevlî nava gel bûn û bi hezaran jin ên ciwan û mêr ên ciwan bi rêxistin kirin. Di vê demê de koman bandoreke mezin li gel kirin. Wê demê karên siyasî bi giranî li ser koman dihatin meşandin.

Komên mîna Koma Cûdî felsefe û îdeolojiya Rêber Apo gihand gel. Wê demê karên çand û hunerê gelekî bi pêş ket. Ji Dêrikê heta bi Efrîn-Cindirêsê kom hatin avakirin. Ber bi sala 1989’an ve bi giştî 13 kom hatibûn avakirin. Ne tenê rojên girîng pîroz dikin; her wiha dest bi çalakiyên heftane jî kirin. Ji bîranîna şehîdan heta bi çalakiyên têkildarî tundiya li jinê çalakiyên cuda dihatin lidarxistin. Ji ber ku wê demê toreke pêşketî ya weke niha ya çapemeniyê tine bû, koman pêvajo ji gel re vedigotin û atmofera heyî radigihandin.

BI SEDAN KES TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛN

Kom bûn wesîle ku bi sedan kes tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bibin. Di vê demê de gelek hevalên weke Dijwar, Warşîn, Ehmed, Xalîde û Berçem di nava vê têkoşînê de şehîd bûn. Mirovan bi rêya koman Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kirin û koman ji bo hildana ala azadiyê bi rol û berpirsyariyeke mezin rabûn.

Koman di nava zehmetiyeke mezin de karê xwe dikirin. Bi rojan em li qadê diman û me provayên xwe dikirin. Ev kar hemû bi rengekî veşartî ji rejîma Baas dihatin kirin. Di bin zext û zilmê de berhem dihatin afirandin. Malbatên ku têkiliyên xwe yên welatparêziyê xurt nebûn, zarokên xwe tevlî koman nedikirin. Tevlîbûna li nava koman mîna şoreşê bû; mirovan mirin, êşkence û girtin didan ber çavên xwe. Ber bi salên 1990’î re komên hatin avakirin veguherîbûn dengê gel. Li gel astengiyên rejîma Baasê jî me dest ji doza xwe bernedan. Kom ne yê partiyekê, bûbûn komên gel. Zarokên gel di nava van koman de dixebitîn. Ev tevlîbûn ne kêm bû. Tê bîra min ku 120 kes di pîrozbahiyên Newrozê de derketin ser dikê. Normal komên govendê yên ji 8 kesan zêde bûn, lê belê komên me yên govendê yên zêdeyî 20 kesan hebûn. Dilsoziya gel a bi çanda xwe zêde bûbû û ji bo parastina çandê têkoşîn dihate meşandin.

‘KONGREYA ÇAND Û HUNERÊ YA DESTPÊKÊ LI HELEBÊ HATE KIRIN’

Karên çand û hunerê yên bi amatorî destpê kirin, di salên 1990’î de di asta akademiyê de bi pêş ketin. Ji rê û rêbazên perwerdekirina zarokekî heta bi lêdana li tembûrê li gelek qadan lêgerînên me hebûn û hunermendên pispor hatin amadekirin. Ya ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd afirand çand û hunerek bû. Beriya PKK’ê komên bi vî rengî tine bûn. Karên çand û hunerê bi rêya kesan dihatin meşandin û van kesan jî xizmet ji rejîma Baasê re dikirin. Lêkolînkirina çand û hunera gelekî, zanekirina gel a di vê mijarê de ne armanca wan bû. Bi demê re ji komên muzîkê heta bi komên şano, govend û zarokan toreke berfireh a rêxistiniyê hate avakirin. Ber bi sala 2005’an ve jî kongreya destpêkê ya karên çand û hunerê li gundê Malikiye yê Helebê hate lidarxistin.”

Cemal Tîrêj jî bal kişand ser çanda civakan û têkildarî karên çandî yên ku di salên 1980’î de hatin meşandin ev agahî da: “Di sala 1980’î de me li Hesekê Koma Şoreş ava kir. Li Rojavayê Kurdsitanê koma destpêkê ye ku bi rengekî fermî Newroz pîroz kir. Beriya wê pîrozbahiyên Newrozê qedexe bûn û li malan bi rengekî veşartî dihatin lidarxisitn. Mînak dema ku 10 kesan Newroz pîroz dikirin, 20 kesan jî li derdora malê çavdêrî dikirin. Avakirina vê komê rêbazeke tevgerê ya bi zanebûn nebû; lê belê hestên me yên welatparêziyê em teşwîq kir ku koman ava bikin. Hevalê me yê ku karîbû li kemanê bixe tenê Serbest Mela Reşît bû, pêşkêşvanê me Seydayê Tîrêj bû. Serbest Mela Reşît piştre tevlî nava refên gerîla bû û 30 sal û 20 rojan li zindana dewleta Tirk dîl hate girtin. Di sala 1980’î de dema ku ji bo Newrozê em derketin ser dikê 70 kes tevlî bûbûn. Di sala 1981’ê de jî rewş bi heman rengî bû. Lê belê sala 1982’an û piştî wê, wê êdî demeke nû destpê bikira, ji ber ku li Tirkiyeyê darbeya leşkerî bû. Gelek kesên di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de derbasî Rojava bû bûn. Wê demê ji wan re ‘Talebe’ dihate gotin. Me hîn gotina ‘Heval’ nebihîstibû. Nêzî 12 talebe li mala min man û min didît ku timî nîqaşên kûr dikirin.

JI BER GOTINA SERXWEBÛN STRAN HATE ASTENGKIRIN

Di sala 1983’an de min bar kir Şamê û li wir tevlî nava Koma Azadî ya ser bi PDK’ê bûm. Di nava strana min de ku cara destpêkê derketim ser dikê, ji ber ku gotina ‘Serxwebûn’ derbas dibû, dengê mîkrofona min hate girtin. Em ciwan bûn, xwîngerm bûn. Ji min re gotin, ‘Tu bûye Apoyî’ û min jî rahişt tembûra xwe û dika pîrozbahiyê terikand. Li ber derî li du ciwanan rast hatim; Heval Hamza (Hasan Bîndal) û Heval Hacî bûn. Bi vî rengî min ê bi Apoyiyan re dest bi jiyana çand û hunerê bikira. Sala 1983’an çûm Akademiya Mahsûm Korkmaz û min Rêber Apo nas kir. Têkildarî çand û hunerê parvekirinên me çêbûn. Rêber Apo destnîşan kir ku di çandê de eger jirêderketinek pêk were wê ev yek bandoreke neyînî li jiyana gel bike. Di asteke welê de vegot ku guherîna rengê çand û hunerê dida fêhmkirin. Piştre hatim Cizîrê. Êdî Koma Tolhildan û Serhildan ava bûbûn. Van koman bi rengekî fedaî dixebitîn.

Afirandina çand û hunera gel atmosfereke welê afirand ku rengê şoreşê, têkoşîn û şer vedigot. Em bi gelê ku pembo, nîsk û nok kom dikir re diçûn nava zeviyan. Karê wan ne tenê derketina ser dikê bû. Karê xwe yekbûna bi gel re bû. Xîtaba li hest û nêrîna gel bû. Her wiha bi wan re pembo, nîsk û nok kom dikirin.

Di hevdîtina duyemîn a bi Rêber Apo re me firsendek dît ku li ser çand û hunerê hîn bi berfirehî biaxivin. Wî digot, çanda Kurd xizmeteke yekser ji gel re nake. Piştî sala 1983’an di nava çanda Kurd de guherîn û veguherînên mezin kir; xist xizmeta gelê Kurd. Rêber Apo çanda Kurd xist ser rêyeke rast.

ÇAND Û HUNERA ŞOREŞGERÎ BI SAYA KOMA BERXWEDAN HATE NASKIRIN

Bi şoreşa PKK’ê re şoreşeke çand û hunerê ya nû hate afirandin. Ya rast ev şoreş bi Pêngava 15’ê Tebaxê re pêk hat. Mînaka herî mezin a vê şoreşê jî Koma Berxwedan bû. Beriya wê hunermend Şivan Perwer, Ciwan Haco, Bengîn, Xemgîn Bîrhat hebûn ku stranên şoreşgerî digotin; lê belê çand û hunera şoreşgerî bi saya Koma Berxwedan hate naskirin. Kaseta bi navê ‘Botan’ a ku destpêkê hate amadekirin, li hemû parçeyên Kurdistanê bû mînak.

Çand û hunera ku bi Şoreşa Rojava re bi pêş ket, dewama çand û hunera PKK’ê ye. Ji hev cuda nikare bê nirxandin. Ji xwe Rojava qada Rêbertî bû û berhemên hatin afirandin jî hemû bi saya Rêbertî hatin afirandin. Eger Rêber Apo çand û hunera Kurd ji xweliyên wê jinûve neafirandibûya, em ê li pey çanda feodal, axa, beg û arabeskê biketibûya. Hunergeha Welat û Pargîn ku bi şoreşê re hatin avakirin ruhê çand û hunera berê nîşan dide.”

‘FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇANDA GELAN PARAST’

Fatma Mihemed jî bal kişand ser girîngiya çand û hunerê û got, “Çand û huner ziman, nasname û hebûna me ye. Çand û huner dayik e. Dayik jî welat e. Dilsoziya bi welêt re, bi çandê dibe. Çand ne tenê huner e. Gelekî ku nekarî xwedî li çanda xwe derkeve wê tine bibe. Rastiya gelekî bi çanda xwe tê naskirin û bi vî rengî bi pêş dikeve. Rêber Apo dibêje, ‘Yên ku çanda xwe diparêzin dikarin dijminê xwe jî tine bikin’. Dijmin destpêkê ji bo tinekirina çanda me êrîş dike. Bi talankirina çanda ji pênc hezar salî çand û hunera gelan didize. Dixwaze çanda gelê Mezopotamyayê tine bike. Karên çand û hunerê jî li hemberî vî şerê tinekirinê têkoşîna xwe dewam dike. Bi felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo re çanda gelan tê parastin.”

Fatma Mihemed destnîşan kir ku jinên di çarçoveya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşîna çandê dimeşînin, bi rengekî çalak di karê çand û hunerê de cih digirin û got, “Di nava komên ku salên 1980’î ava bûn gelek jin hebûn. Cihgirtina jinekê li nava koman rewşeke ji rêzê nebû. Li gorî niha kêm bû, lê belê di nava koman de rengê jinê hebû. Niha jî jin pêşengiyê ji kom, karên çand û hunerê re dikin. Bi helbest, muzîk, şano û govendê têkiliya çandî ya navbera gelan xurt dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Tirkiye li derveyî hevsengiyê ye
Nûçeya Pişt re Civak bi ruhê yekîtiyê xwedî li ‘pêngava azadiyê’ derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji 3 ciwanên ji Helebê diçûn Efrînê agahî nayê wergirtin

Ji 4 ciwanên ku ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ber bi bejahiya Efrînê ya dagirkirî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozgur Ozel: Eger Kurd dibêjin ‘pirsgirêk heye’ wê demê heye

Ozgur Ozel ku piştî serdana şaredarê girtî Ekrem Îmamoglû derbarê hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk vê carê dest bi diziya hinaran kir

Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê vê carê jî diziya hinaran kr. Li hin gundan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Koma sêyemîn a Efrîniyan xwe ji bo vegerê amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk êrîşî şêniyên Qamişloyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?