În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên HPG û YJA Starê: 4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelên bindest e
Kurdistan

Gerîlayên HPG û YJA Starê: 4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelên bindest e

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku rojbûna Rêber Apo pîroz kirin, diyarkirin ku 4'ê Nîsan rojbûna hemû gelên bindest bindestand û ji bo azadiyê têdikoşin e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bihar bi xweşikbûna xwe re me pêşwazî dike. Her 4’ê Nîsanê ji me re dibe zayîneke nû, afirandineke nû û têkoşîneke nû. Di Serdema Qehremantiya Jinan de roja rojbûna Rêber Apo, di kûrahiya dîrokê de rastiya têkoşînê û gava avêtina nû temsîl dike. Xwedawendên Azad ên ku bi salan têkoşîn kirin, şer kirin û di encamê de gihîştin lûtkeya serfiraziyê, dîtin ku jiyan bi hûnandina hest û fikrên azad ve xweşikbûna xwe dide nîşandan. Di van çend salên dawî de bihar bi wateya xwe ya zayînê de zindîbûna xwe bêhtir nîşan da. Li her qadên ku têkoşîna azadiyê dihat dayîn, bi têkoşîna Rêber Apo re hîskirina xwezayê derket pêş.

Tê zanîn ku wateya 4’ê Nîsanê bi rojbûna Rêber Apo re temsîla rojbûna jina azad dike. Di heman demê de hebûna gelê Kurd û rastiya têkoşîna azadiyê nîşan dide. Gundê Amara di sala 1949’an de şahidiya vê pîroziyê kir. Rêber Apo hê di zaroktiya xwe de têkoşîna xwe li hemberî gundiyên Amara dabû destpêkirin.

Pîroziya Rihayê bi dayikbûna Rêber Apo re rastiya gelê Kurd derxist holê. Gelê Kurd Rêbertiyek wisa pîroz nas kir, hez kir û qebûl kir. Ev rastî ne tê guhertin ne jî tê tunekirin. Hişmendiya azadiyê bi têkoşîna azadiyê ve ket 77 saliya xwe. Rastiya Rêber Apo; ji bo gelan, ji bo jinan, ji bo mirovên ku têkoşîna xwe tu carî bernedan, îfadeya azadiyê temsîl dike. Roja rojbûna Rêber Apo bi berxwedaniyên şehîdan re gihîşt asta herî jor.

4’ê Nîsanê; mirovên ku bi felsefeya Rêber Apo bawer dikin û têdikoşin, wateya vê ji kûr ve hîs dikin û meşa xwe xurt dikin. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê jî bi wesîleya roja dayikbûna Rêber Apo re hest û fikrên xwe anîn ziman.

‘GAVÊN AZADIYÊ RIZGARIYA GELÊ KURD DAFIRÎNIN’

 

Gerîlayê HPG’ê Hawar Kobanê ji bo 4’ê Nîsanê nirxandinên xwe wisa anî ziman: “Destpêkê, roja
dayikbûna Rêber Apo, li beramberî dayika Ûweyş em bejna xwe ditewînin. Dayikbûna Rêber Apo ji bo me ronahiyek e. Ji bo tevahî gelên cîhanê, gelên bindest û gelên azadîxwaz wekî rojbûnekê ye. Em 4’ê Nîsanê ne tenê ji bo Rêber Apo pîroz dikin, di heman demê de wekî rojbûna hemû gelên bindest, berxweder û azadîxwaz pîroz dikin. Em jî wekî mîlîtanên Rêber Apo gavên xwe li gorî vê diavêjin; ev gav gaveke azadiyê, berxwedanê û şoreşê ye.

Jinên ku di têkoşînê de cihê xwe girtin, Rêber Apo ji bo wan bû bingehekî esasî û rêya rast. Yên ku
Rêber Apo nas kirin û ew wekî şervanê vê dîtin, yên ku Rêber Apo xwendine û bi Rêber Apo bawer in, tu xeteke din ango jiyaneke cuda nabînin. Hemû kesên ku Rêber Apo fêm kirine, dixwînin û lêgerîna wan çêbûye, ev yek zêdetir hezkirinekê dide avakirin. Rêber Apo 27 sal in li Îmraliyê têkoşîneke bênavber dide meşandin. Ev berxwedaniyeke mezin û zanînekê dide avakirin; ev jî hezkirinê dide çêkirin. Di serî de bi wesîleya 4’ê Nîsanê, roja dayika Ûweyş û jinên têkoşer, gelê azadîxwaz û yên ku lêgerîna heqîqatê bernedan pîroz dikim. Ev sal wê bibe sala azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo. Em dixwazin îsal Rêber Apo di nav tevgerê de û di nav gel de bibînin.”

‘RÊBER APO; HEBÛN Û ÎRADEYA XWE NASKIRIN E’

 

Gerîlaya YJA Starê Destîna Ronahî, girêdayî zayîna Rêber Apo bi vî awayî nêrînên xwe anî ziman û got: “Di serî de rojbûna Rêber Apo li tevahî gel û malbata wî pîroz dikim. Rêber Apo ji bo azadiya jinan xwedayekî mezin e; ji bo ku jin bibin xwedî nasname û îradeyeke azad, Rêbertî têkoşîneke mezin da. Ji ber vê yekê, ez ji hemû jinan re dibêjim ku tevlî fikrê azad ê Rêber Apo bibin.”

Destîna Ronahî girêdayî rastiya Rêber Apo wiha bi lêv kir û got: “Rastiya Rêber Apo rastiyeke wisa ye ku her kes nikare bîne ziman; ji ber ku rastiya Rêber Apo ji bo her jinekê xwe naskirin e, ji bo her jinekê gerdûnek e. Ez wekî şervana YJA Starê, jiyana bi Rêbertî re jiyana herî xweş û watedar dibînim. Rastiya Rêbertî di hundirê Rêbertî bi xwe de veşartiye; heke tu wê rastiyê jiyan nekî, mirov nikare rastiya Rêbertî nas bike. Lewre ev rastî ji bo me jinan îfadeya hebûn, îrade û nasnameya me dike. Em çiqasî vê rastiyê nas bikin, em ê ewqasî bikaribin xwe, şehîdan û gerdûnê nas bikin.”

Gerîlaya YJA Starê di dawiya nirxandinên xwe de bal kişand ser têkoşîna xwe ya kesayetî û wiha got: “Bi îradeyeke azad ez beşdarî Tevgera Apoyî bûm; bi vê biryarê jî ez ê asta têkoşîna xwe bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ve misoger bikim û armanca dîtina Rêber Apo bînim cih. Di dawiyê de zayîna Rêber Apo li hemû kesên azadîxwaz pîroz dikim.”

‘ZAYÎNA RÊBER APO ZAYÎNA JIYAN Û FELSEFEYEKE NÛ YE’

 

Gerîla Norşîn Koçer Garzan bi pîrozkirina zayîna “Rojê” dest bi nirxandinên xwe kir û wiha anî ziman: “Zayîna Rêber Apo zayîneke normal nîne; jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna jiyan û felsefeyeke nû ye. Kurdên ku bi qirkirin û asimilasyonê re rû bi rû dihatin, bi derketina Rêbertî ve ji nû ve li kok û dîroka xwe vegeriyan. Me bi Rêber Apo re xwe nas kir, cewher û rastiya xwe nas kir. Rêbertî ji bo me hemûyan nexşerê ye, ji ber ku fikrê ku pêşkêşî me kiriye vê yekê îfade dike.”
Di domandina axaftina xwe de gerîla Norşîn wiha got: “Ez wekî gerîlayekê, ji tevlîbûna xwe ve heta kêliya niha, bi kelecaneke mezin ve li benda dîtina Rêbertiyê me. Bêguman bi xwendina pirtûkên Rêber Apo re em her xwe nêzî wî dibînin û em Rêbertî ji xwe dûr nabînin; lê belê daxwaza me ew e ku em bi fîzîkî Rêberê xwe bibînin.”

Gerîla Norşîn bi biryara bilindkirina asta têkoşînê dawî li axaftina xwe anî û wiha bi lêv kir: “Heya ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin, em ê dev ji têkoşîna azadiyê bernedin. Bi hevgirtina gelê xwe re em ê roja azad misoger bikin. Careke din li her çar aliyên Kurdistanê zayîna Rêbertî li gelê me pîroz dikim û dibêjim ku rojbûna Rêbertî rojbûna me hemûyan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Erîvanê tundiya li ser jinê hate protestokirin

Jinên Kurd û Ermenî li dijî tundiya li ser jinan mîtîng lidarxistin û wiha gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Guneş Gumuş: Gelê Kurd wê biryarê li ser têkoşîna xwe bide

Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst Guneş Gumuş anî ziman ku tenê Kurd dikarin…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşên li ser Xezeyê de herî kêm 25 kes mirin

Komeleya Parastina Sivîlan a Filîstînê, ragihand ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?