Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Bekir Demîr pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên şehîd Egîd Sîncar û Cernas Şemerî li Şengalê hatin bîranîn
Kurdistan

Gerîlayên şehîd Egîd Sîncar û Cernas Şemerî li Şengalê hatin bîranîn

Egîd Sîncar û Cernas Şemerî ku HPG'ê şehadeta wan ragihand, li Şengalê hatin bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Gerîlayên HPG’ê Egîd Sîncar ê ji Şengalê û Cernas Şemerî yê ji bajarokê Beacê yê Mûsilê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li gundê Bîrcarî yê Şengalê hatin bîranîn.

Her du gerîlayên ji neteweya Ereb bûn, ji aliyê Meclîsa Gel, Însiyatîfa Jinên Ereb, Însiyatîfa Ciwanên Ereb û YBŞ-YJŞ’ê ve hatin bîranîn. Di merasîma hevpar a ji bo her du şehîdan hate lidarxistin de malbat û xizmên şehîdan, xelkê herêmê jî amade bûn.

Merasîma şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtin ji hemû şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya gelan destpê kir. Destpêkê Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê axaftina vekirinê kir, sersaxî ji malbatên şehîdan, hemû gelê Ereb re xwest û soza şopandin û pêkanîna xeyalên şehîdan da.

Bi navê fermandariya YBŞ’ê Osman Şengalî axaftinek kir û wiha got: “Her du şêhîdên me ji bo azadiyê li çiya şehîdbûn. Tê zanîn ji bo her tiştê bedel tê xwestin. Bedelên ku di dema fermana ser civaka Êzidî de hate de ji malbata heval Egîd (Ereb) jî 9 kes hatibûn qetilkirin. Malbata hevalê Egîd beriya êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê tu peywendiyeke xwe bi siyasetê nebû, lê piştî êrişa ser Şengalê, êdî nexwest beramber van kiryaran bêdeng bimîne. Bi vî awayî naskirina hevalê Egîd bi têkoşînê re  çêdibe û berê xwe dide nava YBŞ’ê. Lê bi vêya re jî sînordar namîne û berê xwe dide çiyayên azad. Şehadeta hevalê Egîd bandorê li me tevan kir. Em dubare sersaxî ji Rêber Apo re, ji malbata wî ya hêja re û ji partiyê re dixwazin. Em wek tevger di nava merheleyêk zehmet de dijîn. Lewra ji bo derbas kirina van zehmetiyan bedelên giranbûha didin. Em soz didin heval Egîd emê xeta wan bişopînin û xeyalên wan pêk bînin.”

Her wiha Berpirsa Însiyatîfa Jinên Ereb jî şêhîdên tekoşîna azadiyê bi bîranî û gotinên xwe wiha rêz kir; “Em şehîd û malbata wî silav dikin û rêzên xwe pêşkeş dikin. Şehîd pirek di navbera gelan de ye. Em ji şehîdên xwe re dibêjin, emê şopdarê we bin. Şehîd ji bo azadiyê dikevin rê. Me hemûyan jî dizanîbû bedela azadiyê heye. Bedela azadiyê jî bi can tê dayîn. Em hemû jî dizanin şehîd jiyan dikin û nemirin.”

Di merasîmê de bi navê Komîteya Peywendiyên bi gel re Amîra Şengal jî axivî û vê peyamê da: “Hevalê Cernas û hevalê Egîd ji bo gelê xwe gihiştin şehadetê. Ji bo ku gelê me ewlehî û aramiyê de, bi jiyanek heskirin bikaribin bijîn xwe fedakirin. Ew zarokên vî gelîne û ji bo welateke demokratîk şehîd bûn.”

Piştî axaftin û peyamên sersaxiyê wesîqeya her du şehîdan ji bo malbatên şehîdan hate dayîn. Nameyên HPG’ê yên ji bo malbatan di merasîmê de hatin xwendin û sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna wan jî hate nîşandan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qisekerên mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
Nûçeya Pişt re Li Sineyê dayikan li ser gora zarokên xwe daxwaza edaletê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ÎHD’ê daxwaza mafê hêviyê, şertê xweseriyê û rakirina TMK’ê kir

Endamên ÎHD'ê di civînê de daxwazên xwe pêşkêş kirin û diyar kirin ku divê komîsyon…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna ligel nûnerên komeleyên herêmî û saziyên…

Ji aliyê Stêrk TV

TAJÊ’yê xwest nasnameya 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê hatibûn şewitandin were zelalkirin

TAJÊ bi daxuyaniyekî 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê di fermanê de dîl ketibûn destê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?