Ji bo şehîd Mehmet Abak li taxa Şewaşî ya navçeya Şemrex a Mêrdînê, ji bo Selîm Ata, li navenda Şemrexê û ji bo Bariş Tekîn jî li taxa Qûmterê ya navçeya Dêrikê taziye hate dayîn û girseyên gel serdana taziyeyê dikin.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî serdana bîranînê kirin. Di serdanê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Taziye bi daxwaza sersaxiyê ya ji malbatên şehîdan re bi dawî bû.

