Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Girtiyên li Karabukê nayên tehliyekirin’
Rojane

‘Girtiyên li Karabukê nayên tehliyekirin’

DEM Partî û OHD’ê, destnîşan kir ku tehliyekirina 17 girtiyên li Karabukê tên astengkirin û hat gotin, “Bêguman ev derhiqûqî bingeha xwe ji rejîma êşkenceyê ya dermirovî ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin digire.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî dan.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Salan, diyar kir ku polîsên TEM’ê li girtîgeha Karabûkê bi ser du odeyan de girtine û wiha got, “Ev rapor, raporeke balkêş e bê ka çawa girtî çawa dema înfaza xwe temam dikin jî nayên berdan.”

Uysal, destnîşan kir ku Tirkiye ji hêla civakî ve bi rizîbûnê re rû bi rû ye û ev tişt anî ziman: “Li her derê bêedaletî heye û rewşên îstîsnaî tên asayîkirin. Ev yek li civakê jî tê ferzkirin. Bê guman ev derhiqûqtiye bingeha xwe ji rejîma êşkenceyê ya dermirovî ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin digire. Rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê bi awayê agahînegirtina mutleq tê domandin, niha li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di meriyetê de ye.”

Di berdewamê de Uysal anî ziman ku 17 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê li gel ku demê înfaza xwe temam kirine jî nayên berdan û wiha pê de çû: “Azadiya girtiyan hatiye xespkirin. Li gel ku dema berdana bişert a gelek girtiyan bi ser re derbas bûye jî nayên berdan. Tehliyeya wan 2-3 caran ji hêla lijneyê ve hate taloqkirin.” 

Uysal, navên girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin yek bi yek rêz kir. Navên wan wiha ne: “Şîrîn Taşdemîr, Hakki Aygun, Halîl Temel, Kadrî Alkoç, Ahmet Bayna, Ejder Dogan, Alî Koç, Mehmet Sarialtûn, Abdullah Ok, Aydin Kudat, Abdurrahman Guner, Mûstafa Karakaya, Hasan Ogut, Adem Oktay, Alî Haydar Elyakut, Metîn Çakir û Muhîttîn Pîrînçîoglû.”

Piştre jî endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê û OHD’ê Alîşan Şahîn axivî. Şahîn, qala sepanên lijneyê kir û ev tişt anî ziman: “Ev sepane tenê li girtiyên Kurd, çepgir û sosyalîst tên bikaranîn. Ev yek cihêkarî ye. Hewl didin bi qanûnan van sepanan rewa bikin. Ev sepane ji bilî bêîtîbarkirina daraza welêt bi kêrî tiştekî nehatin. Lijne, poşmantiyê li girtiyan ferz dikin. Hiqûq û rejîmeke înfazê ya wiha li tu deverekê cîhanê nîne. Bi eşkereyî êşkence ye. Di qanûnan de guhertinan dikin lê weke ku bibêjin; ‘Ji bo Kurdan, çepgir û sosyalîstan derbasdar nîne.’ Xwezî wisa jî binivîsandina.” 

Şahîn, besa avadanî û helwestên lijneyan kir û wiha got: “Lijne, weke ku girtî bi tena serê xwe xistibe lêpirsînê tevdigere. Di van civînan de kamera tune ye û kes nizane çi li wir tê jiyîn. Qet nebe divê parêzerê girtî li wir be. Ji ber ku ev nayên kirin, ev lijne derhiqûqî ne û biryarên wan rewa nînin. Em dixwazin ev rizîbûn bi dawî bibe. Divê em bêhtir têbikoşin. Heta niha sepanên wiha li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tune bûn lê piştî girankirina tecrîda li Îmraliyê, ev sepan li vir zêde bûn û pêşî li tehliyeyan tê girtin.”

Parêzerê Şaxa OHD’a Enqereyê Ferdî Sîdar jî wiha got: “Edalet û hiqûq ji biryarên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyan pêk nayê. Ev lijneye ji bo guhertinên di qawîşan de, fealiyetên civakî, sportîf û çandî hatine avakirin. Angu rayeya wan bisînor e. Lê gav bi gav rayeyên wan zêde kirin. Îcar tevî hukm, biryarên dadgehan û îçtîhadên Dadgeha Bilind û hiqûqa navneteweyî jî girtiyan di hundir de dihêle û rayeyên wisa xistin destê wê ku zextker, qedexeker û zordest tevdigere.” 

Sîdar, axaftina xwe wiha qedand: “Taloqkirina tehliyeyan derhiqûqî ye. Kesek dê 30 salan girtî bimîne lê tu dê bibêjî ‘tu nebaşhalî, poşman nînî, te zêde pirtûk xwendine û hwd.’ û tehliyeyê taloq bikî. Me dixwest van di çarçoveya hiqûqî de binirxînin lê ev biryar li dijî hiqûqê, wijdanê û exlaqê ne. Divê dewlet tavilê di rejîma înfazê de sererastkirineke çêbike ku li gorî rêgeza wekheviyê û qedexeya cihêkariyê be. Ji hêla hiqûqî û wijdanî ve ev zarûriyeteke e.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk li Efrînê 10 kesên din revand
Nûçeya Pişt re Emîne Şenyaşar li Meclîsê hate astengkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yilmaz: Êrîşên li ser Kurdî zêde dibin

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku di bingeha êrîşên li ser çand…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebceyê teqîn: 2 kes mirin

Li Helebceyê ji ber teqîna guleyeke topê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe dê bihar were

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari banga 'Destûra Bingehîn a Demokratîk' kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?