Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyên PKK/PAJK’ê: Divê her kes berê xwe bide Îmraliyê!
Rojane

Girtiyên PKK/PAJK’ê: Divê her kes berê xwe bide Îmraliyê!

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê di salvegera komployê de daxuyanî dan û gotin, "Her kesên daxwaza azadî, edalet û hiqûqê dikin, divê berê xwe bidin Îmraliyê. Mifteya çareseriyê ya kaos û krîzê Rêber Apo ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Bi navê girtiyên ji doza PKK/PAJK’ê Denîz Kaya bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên navneteweyî yên ku zexta derketina Rêber Apo ji Rojhilata Navîn kirin û bi vî rengî hewl dan Rojhilata Navîn li gorî daxwaza xwe dîzayn bikin, komploya 9’ê Cotmehê plan kirin û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelên bindest û Rojhilata Navîn pêvajoya komployê dan destpêkirin. Di daxuuyaniyê de hate gotin, “Hêzên gladiyoya NATO’yê yên tevlî vê planê bûne em wan baş nas dikin. Hêzên hegemonîk ên ku di komployê de bi rol rabûn, wan lanet dikin û ji bo têkbirina komployê jî hevrêyên xwe yên bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûn fedaî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê di asta fedaî de bi pêş ve bibin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî êrîşên salên 1990’î yên li dijî Rêberê Gelê Kurd, PKK, gerîla û gelê têkoşer bi ser neketin, têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd nekarî bê astengkirin, vê carê bi stratejiya êrîşeke li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de komplo hate kirin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê diyar kirin ku komploya navneteweyî êrîşeke siyaset û mejiyekî welê ye ku naxwazin Kurdistan azad bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, “Di pêvajoya komployê de rêbaz, bernameya çareseriyê, daxwaz û hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya demokratîk azadîparêz a pirsgirêka Kurd ev rewş bi şênberî raxistiye pêş çavan. Rêber Apo jî rastiya komployê bi vî rengî pênase kiriye. Hêzên komplogerli pêşberî pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo ketin nava tevgerê ku neçareseriyê ferz bikin. Bi vî rengî eşkere ye ku hêzên modernîteya kapîtalîst ne hêza çareseriyê ne, lê navenda pirsgirêkê ye. Li gorî berjewendiyên hêzên hegemon e ku cografya Rojhilata Navîn bikin qada şer. Komploya li hemberî Rêber Apo û pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ketin nava hev. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hêzên kapîtalîst ji xwe re kirin armanc ku hêzên karibin li hemberî sîstema wan bibin alternatîf, tine bikin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di salên 1990’î de destpê kir û bi sala 2023’an re gihîşt asteke bilind. Şerê li Sûriyeyê nekarî bê qedandin, veguherî qada têkoşînê di nava hêzên mezin ên cîhanê de. Kurdistan di navenda vî agirî de ye. Şerê Rûsya-Ûkraynayê bi tundî û bêwate dewam dike. Her wiha şerê giran ê ku Hamasê da destpêkirin û Îsraîl jî li bendê bû ku serdema kevir jinûve bide afirandin, dewam dike. Şerê Ermenistan-Azerbaycanê heye. Li Efganistanê dijminê civakê û jinê Talîban li ser desthilatdariyê hate bicihkirin. Li parzemîne Efrîkayê êrîş-darbeyên leşkerî, li gelek welatên din ên cîhanê partiyên li ser xeta rastgiriya tund bûn desthilatdar. Her wiha li Lubnan, Iraq, Yemen, Sûdanê jî şer dewam dikin. Rageşiya navbera Îran û Îsraîlê dewam dike. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstîn û Lubnanê dewam dikin. Li cihê ku şer hebe komkujî heye, xizanî heye, qirkirina ekolojiyê heye, talankirina xwezayê, kedxwarî û qirkirina jinê heye. Û herî zêde di dema kuştina jinê de ev têne kirin. Bi van polîtîkayên şer dixwazin civakan bêhêz bikin, hişmendiya azadiyê biqedînin û bi sîstemê ve girê bidin.

‘RÊBER APO LI ÎMRALIYÊ PÊŞENGÎ JI ŞOREŞA MEJÎ RE KIR’

Rêber Apo bi berxwedana Îmraliyê ya dîrokî re pêşengî ji şoreşa mejî re kir û daxwaza azadiyê ya ku tinekirin lê dihate ferzkirin hîn xurtir kir. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku bi dehan salan dewam dikir, bi paradîgmaya nû ya Rêber Apo re gerdûnî bû û bû hêviya gelan hemûyan. Li ser bingeha xeta modernîteya demokratîk Rêber Apo nîşanî gelan de ku sîstema komploger yekane alternatîf nîne û pêşengî ji berxwedana li dijî komployê kir. Şoreşa li Rojava pêk hat encama berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê ye. Bicihanîna projeya Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk e.

Divê komploya 9’ê Cotmehê bi rengekî rast bê nirxandin û helwest jî li gorî wê bê nîşandan. Hêzên komploger hesabê wê yekê nekiribûn ku wê li bin guhdê dîwarê berxwedanê bikevin. Hevrêyên me yên ku li zindanan bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûn fedaî, nîşanî her kesî dan ku bûyîna xeleka ji agir a li dora Rêbertî divê çawa be.

Rêber Apo bi parêznameyên li zindana Îmraliyê afirand, hêzên komploger teşhîr kir û rêya têkoşîna li dijî komplogeran nîşan da.

Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanan, em hêrsa li dijî komployê û agirê tolhildanê bi şoreşa mejî re digihînin hev, li ser bingeha rast nêzî rexneya hevrêtiya kêm a bi Rêber Apo re dibin û di nava lêgerîna bersivdayinê de ne. Sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê niha ne tenê li zindanan, li her deverê ketiye meriyetê. Her kesên ku daxwaza azadî, edalet û hiqûqê dikin divê berê xwe bidin Îmraliyê û zanibin ku mifteya çareseriya kaos û krîzan Rêber Apo ye. Pêngava ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo têkbirina lîstikên hêzên komploger e. Weke milîtanên Rêber Apo em soza xwe dubare dikin ku di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabin, berpirsyariya xwe bi cih bînin û dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re nîşan bidin. Biserxistina pêngava ji bo azadiya Rêber Apo tê wateya têkbirina komployê.

Em careke din komploya 9’ê Cotmehê lanet dikin, soza xwe dubare dikin ku hesab ji hêzên hevkar û komploger bipirsin. Di serî de gelê me yê berxwedêr em bang li jin, ciwanan û raya giştî ya demorkatîk dikin ku xwedî li pêngava azadî ji Rêber Apo re derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HBDH: Divê em hîn bi xurtî xwedî li berxwedana Îmrali û gerîla derkevin
Nûçeya Pişt re YCWK’ê li Stenbolê agir berda wesayiteke faşîstan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ev 120 roj in bi Pexşan Ezîzî re hevdîtin nayê kirin

Dosyaya Pexşan Ezîzî ya ku li Girtîgeha Evîn tê rehîngirtin û cezayêê dardekirinê lê hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

8’ê Adarê li Awûstûryayê bi coş hate pîrozkirin

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê  li bajarên Awûstûryayê bi coş hat pîrozkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji zanîngehên Kobanê û Selahedînê hevkariya akademîk

Şandeyek ji Rêveberiya Zanîngeha Kobanê serdana zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê kir û ji bo pêşxistina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?