Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > HBDH: Divê em hîn bi xurtî xwedî li berxwedana Îmrali û gerîla derkevin
Rojane

HBDH: Divê em hîn bi xurtî xwedî li berxwedana Îmrali û gerîla derkevin

HBDH'ê diyar kir ku divê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên şoreşger, têkoşîna gerîla û gelê Kurd di her kêliyê de bê mezinkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di ser 9’ê Cotmehê re 26 sal derbas bûn ku destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û bi hevkariya dewleta Tirk û hêzên emperyalîst hate kirin. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de komployeke êrîşê bû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar hişt cihê xwe biterikîne û di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk û hêzên emperyalîst bi rêya vê komployê xwestin gelê Kurd û têkoşîna hêzên wê yên pêşeng tasfiye bike, lê belê ev armanca wan li hemberî berxwedaneke mezin bi ser neket, nekarîn îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û gelê Kurd bişikîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev serketina têkoşîna azadiyê di encama berxwedana gelê Kurd û ewladên wê yên leheng de pêk hat ku canê xwe feda kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke dewama êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, dewleta Tirk a faşîst di roja 9’ê Cotmehê de piştî bi salan di ser komployê re, di sala 2019’an de li ser Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir.

Hate gotin, ev pêvajoya ku bi piştgiriya çalak a DAÎŞ’ê û çeteyên din hate destpêkirin, bi dagirkirina Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê dewam kir û hîn jî bi armancên dagirkeriyê her roj bombe li Rojavayê Kurdistanê têne barandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwaze destketiyên Kurdan bi temamî tine bike, rastiya Kurd ê berxwedêr teslîm bigire, lê belê şerê gerîla û gelê Kurd mezin dibe, çeper têne parastin û bersiv ji êrîşan re tê dayin.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên şoreşger ên di binê tecrîda giran de hate kirin û hate gotin, divê ev berxwedan û têkoşîna gerîla û gelê Kurd li her qadê bê mezinkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Kampanya ku li ser vê bingehê li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê li dijî tecrîdê tê meşandin, divê bê xurtkirin. Têkoşîna me ya şoreşê ya yekbûyî wê bi têkoşîna hevpar a gelên me yên kedkar bigihêje serketinê, faşîzmê têk bibe. Ji bilî berxwedana li dijî êrîşan, ji bilî şerê li dijî faşîzmê rêyeke din nîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna mafdar a gelê Kurd wê bi ser bikeve.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir
Nûçeya Pişt re Girtiyên PKK/PAJK’ê: Divê her kes berê xwe bide Îmraliyê!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên koçberbûyî yên Efrînî qala zor û zehmetiyên koçberiyê kirin

Jinên Efrînî qala zor û zehmetiya li ser rêya koçberiyê kirin ku ji piştî êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi wêneyan mîtînga Stenbolê

Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê yên Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi dirûşma 'Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Nameya Zîlan

Ji bo nameya Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ji bo Rêber Apo, ku sala 1996’an li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?