Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’
Rojane

‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

Platforma Jinan a Demokratîk a Navneteweyî hişyarî da ku girtiyên siyasî bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne û ji bo ewlehiya girtiyên siyasî bang kir ku bi lez gav bê avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Platforma Jinan a Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan derbarê cezayê darvekirinê û zextên rejîma Îranê ya li ser gelên Îranê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di demekê de ku careke din agirê şer bi gelê Rojhilata Navîn dikeve û hêzên serdest ên cîhanê bi zimanê gef û bazarê çarenûsa gelan diyar dikin, divê em bi dengekî bilind bêjin, ev şer ne ji bo azadiya gelane, berovajî wê li dijî wane. Şer bi her şêweyî û bi her hincetê be, beriya her tiştî jiyana xelkê dike armanc û dibe amûrek ji bo wêrankirin û bêdengkirina dengên nerazî. Di vê rewşê de, dijberiya şer ne tenê bijardeyeke, pêdiviyeke exlaqî û siyasî ye.

Di nav vê aloziyê û bêewlehiyê de, ligel qeyranên herêmî û qutbûna peywendiya civakê bi cîhanê re, bi taybetî bi rêya qutkirina înternetê, pêla girtin, cezakirina giran û zêdebûna cezayê darvekirinê berdewame. Gotinên Hisên Muhsinî Ejêyî yên derbarê lezkirin û tundkirina biryarên darvekirinê de, nîşaneyeke zelal ya vîna desthilatdariyê ya ji bo afirandina tirs û kontrolê di rewşên qeyranê de. Ev rûdan, bîranînên tahl ên dîrokî tîne bîra mirov ku tê de bêdengkirin wek amûrekê ji bo mîsogerkirina mayîna desthilatê hatiye bikaranîn.

Îro di rewşekê de ku çavê cîhanê li ser şere, girtiyên siyasî û kesên ku hatine girtin, di nav bêdengiyê de, bi metrsiyeke mezin re rû bi rû ne. Ev bêdengî heger neyê şikandin, dikare bibe sedema karesatên mirovî yên din. Ji ber vê yekê, avakirin û bihêzkirina kampanya ‘Na ji darvekirinê re’ û bilindkirina dengê girtiyan, bûye pêdiviyeke lezgîn.

Ev deng ne tenê parastina li çend girtiyane, di heman demê de parastina li rûmeta mirovahiyê û mafê jiyanê ye. Di rewşekê de ku saziyên fermî û muxalefet bê bingeh nekarîne bibin hêzeke rastîn, ev çalakiyên civakî dikarin di dilê civakê de hêzeke resen û bibandor biafirînin, hêzeke ku ne bi hêzên derve ve girêdayî ye û ne jî di çarçoveya lîstikên siyasî yên sînordar de dimîne.

Ezmûna dîrokî nîşan daye ku desthilatdarî di dema qeyranan de, ji bo kontrolkirina civaka nerazî serî li bêdengkirineke mezin û afirandina tirsê dide. Îro jî di nav şer û gefan de, xema herî mezin a desthilatdariyê ne tenê dijminê derve ye, gele ku dikare dengê xwe veguherîne hêzeke civakî. Yek ji amûrên herî girîng ên vê kontrolê, bikaranîna tundûtûjiyê di girtîgehan de û derxistina cezayên darvekirinê ye.

Li hemberî vê rewşê, berpirsiyarî li ser milê her kesî ye, ji aktîvîstên sivîl bigire heta partiyan, ji xelkê asayî heta her dengekî azadîxwaz. Dem hatiye ku ev deng bigihêjin hev û ji perçebûn û belavbûnê derbas bibin.

Em bang li hemû partî, rêxistinên sivîl, aktîvîst û mirovên azadîxwaz dikin ku cûdahiyên xwe bidin aliyekê, gaveke hevbeş ji bo avakirina zincîra mirovî, amadebûna di qadên giştî de û afirandina dengekî komî ji bo parastina azadî, rûmeta mirovî û jiyana girtiyên siyasî bavêjin.

Ev bang ne tenê sekinandina li dijî darvekirin û bêdengkirinê ye, di heman demê de ragihandineke zelal ya li dijî şer, tundûtûjî û her cûre sepandina çarenûsên ji derve û hundir ve. Tenê bi rêya vê hevparbûnê sînorê bêdengkirinê dikare bê tengkirin û şansê afirandina paşerojeke cuda zindî bimîne.’’

Hêjayî gotinê ye Platforma Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan, piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye avakirin. Platform li ser mijara jinan, wekhevî û beşdariya wan a di jiyana siyasî û civakî de kar dike. Çalakiyên wan zêdetirî xwe li ser asta navneteweyî û navxweyî de tên kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wê ‘Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd’ bê lidarxistin

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, di civîna li Silêmaniyê de bi perspektîfa yekitiya neteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber dagirkeriya Tirk 7.819 xwendekar li kampan perwerdeyê dibînin

Zarokên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe bibin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozgur Ozel: Newroz pîroz be!

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel peyamek ji Newroza li Amedê re şand û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?