Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gulîz Kaya: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin
Rojane

Gulîz Kaya: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin

Ji Komîteya Amadekar Gulîz Kaya ji bo mîtînga 'Civaka demokratîk ji bo azadiyê" banga tevlîbûnê kir û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê bingehîn ê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

DEM Partî, DBP û TJA ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kar dikin, 28’ê Hezîranê wê li Amedê mîtîngeke girseyî lidar bixin. Di mîtîngê de ku wê bi dirûşma ‘Civaka demokratîk ji bo azadiyê’ were lidarxistin, wê bê destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo mercê bingehîn ê aştiya mayinde û çareseriya demokratîk e. Tê payin ku ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bibin. Amadekariyên ji bo mîtîngê dewam dikin. Endama Komîteya Amadekar Gulîz Kaya li ser amadekariyên Mîtînga Azadiyê ji ANF’ê re axivî.

‘JI BO SERKETINA PÊVAJOYÊ, AZADIYA RÊBER APO ŞERT E’

Gulîz Kaya anî ziman ku bi banga 27’ê Sibatê re Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derî li demeke nû vekir û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê yek ji mercên esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Gulîz Kaya diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi pêvajoyeke muzakereyê ya yekser bi muxatabên wê re bê meşandin dikare pêk were û got, “Ji destpêkê ve hem Tevgera Azadiyê ya Kurd, hem partiya me ya siyasî hem jî saziyên me yên demokratîk Rêber Apo weke muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê dibînin. Di dema axaftina li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de divê statu û azadiya Rêber Apo weke sernavekî bingehîn bê nirxandin. Ji ber vê jî mîtînga 28’ê Hezîranê ne tenê çalakiyeke qadê ye, di heman demê de kombûneke dîrokî ye ku daxwazên gel raxe pêş çavan.”

‘EM DIXWAZIN DAXWAZÊN GEL BIXIN ROJEVA MECLÎSÊ’

Gulîz Kaya ragihand ku mîtîng her wiha wê bibe zexteke girîng ji bo desthilatdariya siyasî gavên pêwîst biavêje û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dirêjkirina dema karkirinê ya Meclîsê bûyereke girîng e ku wê 1’ê Tîrmehê biketibûya betlaneyê. Pêwîste di vê demê de bi milyonan mirov daxwazên xwe bi xurtî nîşan bidin. Eger em karibin vê mîtîngê bi tevlîbûneke xurt pêk bînin hem em ê destê Rêbertî xurt bikin, hem jî pêşî li dewletê vekin ku ji bo çareseriya demokratîk gavê biavêje. Lewma mîtînga Amedê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Mîtîng ne tenê daxwazeke azadiyê ye, di heman demê de daxwaza civaka demokratîk e. Sîstema kapîtalîst di vê serdemê de zexteke cidî ya civakî, aborî û siyasî li gelan dike. Daxwaza ji bo civaka demokratîk tam ji ber vê yekê girîng e. Ji bo mafê jiyanê yê jinan bê parastin, ji bo paşerojeke bi hêvî ji ciwanan re bê hiştin û ji bo gel karibe jiyaneke azad û wekhev ava bike, em ê li qadan bin. Yek ji armancên me yên bingehîn ev e.”

‘DIVÊ RÊBER APO KARIBE BI HER KESÎ RE YEKSER HEVDÎTINÊ BIKE’

Gulîz Kaya anî ziman ku ji bo pêvajo karibe bi rengekî erênî bi rê ve biçe divê Rêber Apo karibe bêyî astengiyê bi her beşa civakê re hevdîtinê bike û got, “Ne tenê di çarçoveya demeke diyarkirî yan jî bi destûra dewletê, di her kêliya ku pêwîstî pê hebe divê karibe bi partiyên siyasî, saziyên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan, rojnamevan, akademîsyene û derdorên navneteweyî re hevdîtinan bike. Di bingeha daxwaza me ya fîzîkî de ev rastî heye. Ji ber ku yê ji bo pêvajoyê bang kir û dimeşîne Rêber Apo ye. Ji bo pêvajo karibe bi rê ve biçe, gelekî girîng e ku qenalên ragihandinê bi temamî bêne vekirin.”

‘DI 28’Ê HEZÎRANÊ DE EM BI MILYONAN KESÎ LI QADA STASYONÊ LI HEV BICIVIN’

Gulîz Kaya herî dawî bang li gel kir, di serî de xelkê Amedê bang li şêniyên li bajarên Kurdistanê hemûyan kir ku beşdarî mîtîngê bibe û got, “Nêzî 16 meh in em li qadê karekî berfireh dimeşînin. Em di mijara aştiyê de bi israr in. Ji bo karên ku em demeke dirêj e dimeşînin bigihêje encamên şênber, ji bo bersiv ji dawazên gel re bê dayin di 28’ê Hezîranê de divê em bi milyonan kesî li qadan bin. Jin, ciwan, kedkar û hemû beşên civakê divê li qada mîtîngê bin. Ji bo azadiya me, ji bo paşeroja me, ji bo paşeroja zarokên me, ji bo jiyaneke demokratîk û bi ewle em bang li her kesî dikin ku 28’ê Hezîranê saet di 17:00 de li Qada Stasyonê ya Amedê bin. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin, daxwazên xwe nîşan bidin û tevkariyê li serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Girtîgeha Kirşehîrê 20 mehan hevdîtin li girtiyan hate qedexekirin

Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê, bi hinceta ku xwarin şermezar kirine 20 mehan…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamê Koma Aştiyê yê Duyemîn Aktaş hate bibîranîn

Endamê Koma Aştiyê yê Duyemîn Alî Şukran Aktaş, li ser gora xwe ya li navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Kovara Jineolojiyê û DFG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî

Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê û DFG’ê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?