Sêşem, 8 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aydin: Ev çawa pêvajo ye ku di dema şîna me de diavêjin ser mala me û talan dikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêvajo bêyî azadiya Rêber Apo bi encam nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û saziyên sivîl serdana sersaxiya Memet Akkuş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gunduz: Em ê daxwazên xwe ji Amedê ragihînin cîhanê
Kurdistan

Gunduz: Em ê daxwazên xwe ji Amedê ragihînin cîhanê

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gunduz anî ziman ku wê banga azadî û danûstandinê ji Amedê bikin û got, "Em ê daxwaza gelê Kurd ji Amedê bigihînin raya giştî ya cîhanê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Bajarê Amedê Mehmet Şîrîn Gunduz bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ku mînakeke wê li cîhanê nîne û ji aliyê hiqûqî û mirovî ve bingeheke xwe nîne û destnîşan kir ku hikumeta Tirk bi polîtîkaya tecrîdê sûc dike. Gunduz anî ziman ku polîtîkayên şer, talana ekolojîk û krîza aboriyê, encama tecrîdê ye û got, bi vî rengî bi tecrîdê pêşî li çareseriyê tê girtin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye, 42 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku 10’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir, derbasî qonaxeke nû bû. Platforma Saziyên Demokratîk 12’ê Îlonê li Stenbol û Amedê daxuyanî da û ragihand ku bi dirûşma ‘Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin’ di 13’ê Cotmehê de li Amedê mîtîngeke mezin lidar bixe. Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gunduz ji ANF’ê re axivî û qala girîngiya tevlîbûna li mîtîngê kir.

TECRÎD LI HER QADA JIYANÊ YE

Gunduz diyar kir ku atmosfera tecrîdê serwer e û got, “Tecrîd îro ne tenê li Îmraliyê ye, li Kurdistanê û li her qada jiyanê ya Kurdan giran bûye. Di şexsê Birêz Ocalan de gelek tê tecrîdkirin. Polîtîkaya asîmîle û tinekirinê ya sed salî ya aqlê dewletê bi rengê polîtîkaya şerê taybet a li dijî Kurdan derdikeve pêşiya me. Ji ber vê jî em tecrîdê weke tecrîdkirina kesekî yan jî tecrîda li girtîgehekê nabînin. Ji aliyê hiqûqî ve bingeheke xwe nîne. Encama nêzîkatiyeke dijminane û polîtîbûyî ye. Ev tecrîd bandorê li cografyaya me, li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Şert û mercên tecrîdê yên ku ji aliyê hiqûqî û mirovî ve bêbingeh e, li cîhanê mînakeke wê nîne. Tirkiye bi polîtîkaya tecrîdê sûc dike.”

Gunduz destnîşan kir ku krîzên giran ên bandorê li civakê din ên mîna polîtîkayên şer, talankirina ekolojîk û krîza aboriyê encama tecrîdê ne û bi dewamî got, “Di nava gel de kêr êdî gihîştiye hestî. Çareseriya van krîzan hemûyan ew perspektîf in ku Birêz Ocalan wê pêşkêşî gel bike. Qutkirina têkiliyê ya bi temamî, pêşî li çareserî û diyalogê digire. Desthilatdariya ku ji çareseriyê direve, bi biryar e ku welêt ber bi kendêl ve dehf bide. Daxwazên civakê ji nedîtî ve tê û hewl dide hebûna xwe dewam bike. Hewl dide tecrîd nekeve rojevê. Mîna ku rojeveke bi navê tecrîdê nîne tevdigere. Her tiştên ku ji nedîtî ve tê em ê biqîrin û nîşan bidin. Medya Tirk ti ji çalakiyên li dijî tecrîdê nabîne û nîşanî civakê nade. Em jî li hemberî vê yekê li her derê çalakiyên xwe dewam dikin. Heta ku desthilatdariya AKP’ê rojeva tecrîdê cidî bibîne û bi Birêz Ocalan re dest bi pêvajoya diyalogê bike; heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin em ê ji van çalakiyên xwe paşve gavê neavêjin.”

EM Ê JI AMEDÊ RAGIHÎNIN TEVAHIYA CÎHANÊ

Gunduz ji bo mîtînga 13’ê Cotmehê banga tevlîbûnê li gel kir û got, “Em azadiyê li dijî tecrîdê, diyalogê li dijî tecrîdê, çareseriyê li dijî tecrîdê diparêzin. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene. Gelek girtî hene ku cezayê li wan hatiye birîn qediya ye lê belê nayên berdan. Li gorî şert û mercên girtîgehê em dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bêne berdan. Em daxwaza azadiya hevalên xwe yên dîlgirtî dikin. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê dîtin, ku tecrîd li nava gelê Kurd nayê qebûlkirin. Em ê van daxwazên xwe li mîtînga xwe ya li Amedê biqîrin û bang li gelê xwe dikin ku tevlî mîtîngê bibe. Divê gelê me banga azadî û danûstandinê ji Amedê bike, destê aştiyê ji Amedê dirêj bike. Em ê daxwaza gelê Kurd ji Amedê bigihînin raya giştî ya cîhanê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Wêneyê talana ekolojîk a 22 salan a desthilatdariya AKP’ê -2
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bang û dîmenên Rêber Apo hêviyeke mezin da malbatan

Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç da zanîn ku banga Rêber Apo ya bidîmen hêviyeke mezin da…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Nûçegîhanê rojnameya Gundem û nivîskar Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

DEM Partî û saziyên sivîl serdana sersaxiya Memet Akkuş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?