Yekşem, 2 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Devîren: Ji bo aştiya mayinde û civaka demokratîk divê qada xwecihî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sakçî: Ji bo aştiyê divê rewşenbîr bi berpirsyariyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo vegera koçberên Êzidî banga pêkanîna şert û mercan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Civaka Êzidî li gel êrişan jî serî netewand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 11’emîn a Komkujiya Zergelê de li Binarê Qendîlê bîranîn hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festivala Munzurê de îşaret bi çareseriya demokratîk û hemwelatîbûna wekhev hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamtiya Yekîtiya Şaredariyên Tirk a ji bo Kerkûkê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Guneş: Meseleya Kurd ne ew mesele ye ku bi taktîka mijûlkirinê bê taloqkirin!
Rojane

Guneş: Meseleya Kurd ne ew mesele ye ku bi taktîka mijûlkirinê bê taloqkirin!

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş anî ziman ku nêzîkatiyeke taktîka mijûlkirinê ya li meseleya Kurd bêcidiyeteke mezin e û got, "Divê siyaset aliyê xwe hilbijêre; wê li aliyê şer, kaos û bêhiqûqiyê be, yan jî li aliyê aştî, edalet û wekheviyê be?"

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş xitimîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku meseleya Kurd ne ew mesele ye ku bi taktîka mijûlkirinê bê taloqkirin. Guneş destnîşan kir ku divê siyaseta Tirk aliyekî ji xwe re hilbijêre.

‘LI PÊŞBERÎ BERXWEDANA GELÊ KURD MIRIN JÎ BI KÊR NEHAT, NE TENÊ MIJÛLKIRIN’

Bêrîtan Guneş bi gotina, “Meseleya Kur dne meseleyeke welê ye ku bi taktîka mijûlkirinê bê derbaskirin” dest bi nirxandina xwe kir û destnîşan kir ku herî zêde dewlet bi vê rastiyê zane. Bêrîtan Guneş got, “Ev gel sed sal e li dijî înkar, zext, mirin, şewitandina gundan û her cûreyên zilmê li ber xwe dide. Li pêşberî berxwedana vî gelî mirin bi kêr nehat, ne tenê mijûlkirin. Herî zêde dewleta Komara Tirkiyeyê bi dilsoziya gelê Kurd a li îrade û nasnameya xwe zane. Lewma eger nêtek ji bo mijûlkirinê hebe, ev yek dûrî cidiyetê ye. Ev yek hem di nêzîkatiya li meseleya Kurd de hem jî di nêzîkatiya li gelên Tirkiyeyê û dewletê bi xwe de bêcidiyetî ye. Tê zanîn, ku li Rojhilata Navîn dewletên ku meseleya Kurd çareser nekin wê bi xwe ji hev bikeve.”

‘SERKETINA PÊVAJOYÊ WÊ BIBE DESTKETIYA GELAN HEMÛYAN’

Guneş ragihand ku pêvajo xwedî wê îdîayê ye ku rûmet û hesasiyeta gelan biparêze, lewma serketina vê pêvajoyê ji bo Tirkan, ji bo Kurdan û ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê wê bibe destketî. Guneş bi bîr xist ku rûbirûbûna li komkujiyan wê ji bo her kesî bibe destketiyek û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di komkujiya Vartinisê de şewitandina pitika di zikê dayika xwe de gelo zerar neda rûmeta gelên Tirkiyeyê? Yan jî şewitandina gundan, kuştina zarokan, înkarkirina zimanekî gelo tenê destwerdana li rûmeta gelê Kurd tê dîtin? Ev komkujî û zilm ne tenê li gelê Kurd hate kirin, di heman demê de bêrûmetî û êrişek li hemberî wijdanê mirovahiyê, mirovahiyê û gelan hemûyan hate kirin. Lewma pêvajoya heyî ne tenê ji bo jiyaneke bi rûmet a gelê Kurd e, her wiha hewldanek ji bo parastina gelan, baweriyan, nasname û zimanên li Tirkiyeyê li ser zemîneke demokratîk, azad, wekhev û bi rûmet e.”

Bêrîtan Guneş got, desthilatdariyê dît ku paradîgmaya Abdullah Ocalan dikare Tirkiyeyê bike yek, Tirkiyeyê xurt bike, ji şerê li Rojhilata Navîn rizgar bike, lewma vê pêvajoyê destpê kir û got, “Sedema guherîna Devlet Bahçelî ku berê werîsê darvekirinê nîşan dida, hêza li paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan e, hêza wî ya çareserî û guhertinê ye. Lewma divê kes ji vê hêzê netirse. Ev hêz ne ew zemîn e ku pêşî lê bê girtin, berevajî vê yekê divê pêşî lê bê vekirin, li nuqteyeke welê be ku derfetên avakirina jiyaneke bi rûmet û paşeroja gelan dewlemend bike, lê beriya her tiştî dewleta Komara Tirkiyeyê û yên şertên muzakereyê diafirînin xwe ji fobiya Kurdan rizgar bikin.”

‘HERÎ ZÊDE DIVÊ SIYASET ALIYÊ XWE DIYAR BIKE’

Guneş anî ziman ku di vê mijarê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş dibîne bê “hêzên norm û hêzên derveyî norm” di siyaseta Tirkiyeyê û rojeva wê de dikarin bibin sedema çi û got, “Hêza li derveyî normê çi ye? Yên ne li gorî destûra bingehîn e, yên ne li gorî herikîna jiyanê ne, ne li gorî jiyana gelan e. Ev rewş ne tenê di dema şer de derdikeve holê. Hêza li derveyî normê ew feraset e ku hêza dewletê li gorî xwe bi kar tîne. Em îro di kuştina Gulistan Dokû de li vê hêza li derveyî normê rast tên. Em dibînin bê waliyek hêza xwe çawa organîze kiriye, bi kar aniye, dozek, bajarek, kuştinek 6 salan di tarîtiyê de hiştiye û di vir de jî bi ser ketiye. Ev ne tenê serketina waliyekî ye. Ev serketina hêzên li derveyî normê ye. Lê belê roj tê tarîtî ronî dibe. Ji ber ku norm rojekê ji her kesî re lazim e. Rojekê edalet û demokrasî ji her kesî re lazim e. Pêwîstî bi jiyana hevpar dibe. Di vir de her kes neçar e ku biryarê bide: Wê li aliyê alîgirên şer, kaos û bêhiqûqiyê be, yan jî li aliyê edalet, aştî û wekheviyê be? Di vir de divê herî zêde siyaset aliyê xwe hilbijêre û bi rastiyan re rû bi rû bibe.”

‘MESELEYA KURD ÇIQASÎ DÎROKÎ BE ÇARESERIYA WÊ JÎ DI HEMAN ASTÊ DE DIVÊ ÎROKÎ BE’

Guneş anî ziman ku ji bo avakirina aştiyê divê derbasî qonaxa duyemîn bibin û got, “Aştî li cihê ku ev mesele tine hate hesibandin, yanî li meclîsê divê ava bibe. Cihê ku pirsgirêka Kurd lê biqede yan jî asayî bibe, statu jê re bê dayin, demokratîk bibe meclîs bi xwe ye, qanûnên bêne derxistin e, zimanê siyasetê ye. Ji bo vê jî divê partiyên li meclîsê hemû bikevin bin bar û bi berpirsyariyê rabe.”

Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku ev pêvajo pêvajoya her kesî ye û got, “Meseleya Kurd çiqasî dîrokî be çareseriya wê jî divê di heman astê de dîrokî be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Bayramoglû: Pêvajo di navbera hesabê hilbijartinê yê desthilatdariyê û bendewariyan de asê maye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hindistanê di mîtîngê de mirovan pê li hev kirin: 36 mirî

Li eyaleta Tamil Nadu ya li başûrê Hindistanê, di mîtînga siyasetmedar û aktorê navdar Vijay…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Divê girtîgehên tîpa Y, S û ewlekariya bilind werin girtin

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê got: ‘’Girtîgehên tîpa Y û S û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Devîren: Ji bo aştiya mayinde û civaka demokratîk divê qada xwecihî bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sakçî: Ji bo aştiyê divê rewşenbîr bi berpirsyariyê rabin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 2’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?