Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Halîde Turkoglû: Rojeva jinan şikandina tecrîda li Îmraliyê ye
Jin

Halîde Turkoglû: Rojeva jinan şikandina tecrîda li Îmraliyê ye

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew bi dirûşma "Her dem berxwedan, her der azadî" xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin û got, "Rojeva jinan şikandina tecrîda li Îmraliyê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Halîde Turkoglu têkildarî amadekariyên 8’ê Adarê li avahiya partiya xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Halide ku bi kurdî dest bi axaftina xwe kir, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û got, “Em soz didin ku em ê têkoşîna ziman berfireh bikin. Zimanê me rûmeta me ye, bijî zimanê me yê dayikê.”

Turkoglû, da zanîn ku li Tirkiyeyê gel di demeke ku xizanî, bêkarî, îstîsmara kedê, tundî û qetlîamên li ser jinan her ku diçe kûr û zêde dibin de ketin hilbijartinê û got, “Em bi paradîgmaya xwe ya ji cihê xwe û xwecîhî a azadîxwaz ya jinan tevdigrein. Ji bo me rojeva herî girîng hilbijartinên xwecihî ne.  Ji ber ku cihên ku em ê jiyaneke azad û wekhev lê ava bikin, wê qadên jiyanê û cihên me bin. Li dijî siyaseta mêr a ku her kêlî bi salnameya hilbijartinê û siyaseta sindoqan ve girêdayî ye; Jiyana nû ya ku me di pêşengiya jinan de afirandiye dê kirdeya cihê me be. Wateya xwecihî;  cihên ku jin lê dijîn, nefes digirin, xwe, jiyana xwe û pêşeroja xwe diafirînin e. Bi gotina ez dixwazim li cihê ku lê ji dayik bûme têr bibim tê wateya parastina qadên jiyanê. Ya ku polîtîkaya giştî diyar bike îradeya xwecihiyan e û ya jinan ye.”

Turkoglû axaftina xwe wiha domand: “Rojeva jinan diyar e. Rojeva me şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan  ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Daxwazên Nobedarên Edaletê yên bi pêşengiya jin û dayikên li çar aliyên welêt hatine destpêkirin û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin bi awayekî herî xurt em hembêz dikin û ji bo pêkanîna van daxwazan  em têkoşînê berfireh bikin. Di Meşa Azadiyê ya 15 rojan de me careke din dît ku ev daxwaz daxwazên hemû gelan û jinan e. Me serhildana xwe bi tilîliyan kir yek. Me got ku rojev û karê me ew e ku li dijî kesên ku li vî welatî pirsgirêka Kurd xitimandine, li dijî kesên ku tecrîd kirine rejîm û yên dixwazin tecrîdê pêk bînin, rojeva me bidawîkirina tecrîdê ye.

Temînata vê aştiya bi rûmet jî Birêz Öcalan e ku  paradîgmaya xwe ya ku li dijî siyaseta şerê qirêj ku ji aliyê hikûmetên serdest ên mêr ên kapîtalîst ve bi desthilatdarî û parvekirinê tê meşandin, ne tenê li welat, li tevahiya Rojhilata Navîn jî bi paradîgmaya xwe re rêberiya wekhevî, azadî û jiyana hevbeş e. . Pêkanîna vê paradîgmayê jî karê me jinan ê serke ye. Em jin, herî zêde ji ber şer xizanî, şîdet û êşa giran dijîn.

Ji ber vê yekê rojeva jinan ev ku li dijî xizaniya jinê, polîtîkayên ku şîdet û qetlîamên li ser jinê rewa dikin, bi berfirehkirina rêxistinbûna jinan, torên têkoşînê yên xwecihî ava bikin û birêxistin bikin. Di sala 2023’an de 315 jin hatin qetilkirin. Di meha ewil a salê de 31 jin hatin qetilkirin. Jiyana 31 jinan ji aliyê mêran ve hat rûxandin. Li Stenbolê di rojekê de 3 jin hatin qetilkirin.  Jin li cihên xwe, li malên xwe, li kuçe û kolanan û li cihên kar hatin qetilkirin. Li bajarekî ku mafê jinan tune li kolanan bijîn, li malekê bifikirin ku jin tê de ne xwediyê jiyana xwe ye , kargehek ku ewlehiya jinan tê de di xetereyê de ye û tê qetilkirin bifikirin. qirkirina jinan ji ber van tê kirin. Helbet em nikarin van ji polîtîkayên mêtingeriyê serbixwe binirxînin. Ev rewş nîşan dide ku mafê jiyanê yê jinan hatiye desteserkirin.

Li dijî tundiya mêr-dewletê ya ku bû sedema windakirina Gulîstan Doku, mirina Rojvelat û bi sedan jinan, dem hatiye ku em xwedî li jiyana xwe derkevin. Îro dema rêxistinbûna zêdetir e. Roja  hesabpirsînê ye jî. Em ne li cihekî  em jiyana xwe ji însafa vê îqtîdarê re bihêlin.  Em ê li dijî vê bibin îrade û têkoşînê mezin bikin.

Yên dixwazin li vî welatî qirkirina jinê rewa bikin, ji jinan deng dixwazin. Em ê jin bersiva herî xurt bidin vê hikûmetê. Helbet têkoşîna me ya azadiya jinê ne têkoşîneke ku bi hilbijartinê bê sînordarkirin e. Lê belê parçeyek ji têkoşîna me ya ku me bi ked û bedelên mezin bi dest xistiye. Rêveberiyên herêmî yên azadîxwaz ên jinan, paradîgmaya me ye û jiyanîkirina vê paradîgmayê ye. Em xwedîparadîgmayek mezin ku di nava dîwarên şaredariyê hilnayê ne. Pergala me ya ku em ê li hemû qadên jiyanê pêk bînin, îro jî weke duh bûye hedefa hikûmetên mêr.

Ji ber ku pergala me li hemberî yek zilamî li ser bingeha hevserokatiyê ye. Li dijî rejîma qeyûm ku mafê jinan û radeya wan desteser dike. paradîgmaya me îradeya jinan, a gelan  û ya xwecîhî esas digire. Têkoşîna azadiya jinê li dijî tundiya dewleta mêr a li ser jinê esas digire. Em ê pergala xwe di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de bi cih bikin û bila ji ve tukes gûmanê neke. Em jin dê li kolanên xwe, li taxên xwe, li gund û bajarên xwe bibin xwedî gotin û biryar.

Em; weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi bawerî û biryardariyê ber bi hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ve diçin; bi pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev careke din ferqa xwe danî holê. Me beyannameya xwe ya jinan amadekiribû û bi we kedkarên çapemeniyê yên hêja re parve kiribû. Weke ku beriya niha jî me diyar kir, me beyannameya xwe bi pêşniyarên di civînên jinan ên li taxan hatin kirin de amade kir. Bi hatina cem hev a her hevaleke me ya jin ku bi platformên jinan û rêxistinên jinan ên bajaran re têdikoşin me ew amade kir. Niha dema wê ye ku em daxwazên xwe di beyannameya xwe de careke din bi rengekî herî xurt bi cih bînin. Em ê bi hemû namzetên xwe re qadên ku me qet ne terikandine bi awayekî herî xurt tejî bikin.

Jinên rêzdar; Em ji 81 bajaran 3 bajaran bi lihevkirina bajêr em dikevin hilbijartinê. Li 28 bajarên mezin, 49 bajaran 378 navçeyan û 45 bajarokan bi komî li 500 cihan bi namzetên xwe yên hevşaredariyê yên jin dikevin hilbijartinê. Em ê bi 1000 namzetên endamên meclisê yên jin ên ku me li ser bingeha sîstema xwe ya fermûarê biryar dane li qadan bin. Desthilat û mûxalefet jinan tune dihesibîne. Desthilata serwer a zilam a yekperest a AKP’ê û MHP’ê ku ji jinan dengan dixwaze li 30 bajarên mezin tenê jinek weke namzet nîşan dane. Tevî MHP’ê di nav namzetên ku AKP’ê ji bo şaredariyê nîşan dane tenê 3 jin hene. Li gorî agahiyên hatine parvekirin ji 595 namzetên CHP’ê jî tenê 50 jê jin in. Ev tablo, tabloya şermê ye ku desthilat û muxalefetê çawa jin tune hesibandine.

Lê helwesta zelal a me jinan e ku em desthilata we ya ku aliyê qeyûmên vîna jinan xesp dikin, êrişî destkeftiyên jinan dikin, navendên têkoşîna bi tuniya li dijî jinê re girtin digire, bişînin. Em ê vê yekê bi avakirina saziyên xwe yên jinan, navendên li dijî tundiyê û kooperatîfên xwe ji nû ve pêk bînin. Em ê vê bi şandina qeyûmên we pêk bînin. Bila kesên Peymana Stenbolê vê baş bizanin ku em ê her xaleke peymanê bi polîtîkaya xwe ya rêveberiyên herêmî ya azadîxwaziya jinê jinûve têxin meriyetê. Hevalên rêzdar; em ê bi namzetên xwe yên jin her qada ku siyaseta serwer a zilam xuya dibe biguherînin. Em ê mal bi mal, derî bi derî bigerin. Em ê vê pêvajoyê bi jinan re bi rê ve bibin.

Lê xebateke me ya din ku bi kelecane heye, kampanyaya hilbijartinê ya namzeta me ya Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê rêzdar Gultan Kişanakê ye. Tevî ku dema wê ya girtinê xelas bûye jî bi awayekî bêhiqûqî li girtîgehê tê ragirtin. Rêzdar Gultan a li dijî faşîzma 12’ê îlonê çok nedanî îro li Enqereyê bang li têkoşîna me ya jinan dike. Bi bihîstina vî dengî re hevrêyên Gultanê yên ku wê ji Amedê heta Enqereyê û ji Enqereyê heta hemû Tirkiyeyê ji bo siyaseta aştiyê piran çêbikin amade ne û dest bi kar kirin. Ji bo deng û gotina Gultanê ji aliyê hemû jinan ve bê bihîstin, em tora herî xurt a dilxwaziyê diafirînin. Toreke ku her roja diçe berfireh dibe ava dikin. Em ê bibin gotina jinan û rêya wan a sêyemîn. Em ê li Enqereyê mal bi mal derî bi derî bigerin û kampanyaya hevrêya xwe Gultanê bi rê ve bibin. Em bang li hemû jinan dikin ku rêxistinbûna xwe ya jinê mezin bikin û li dora vîna Gultanê bibin yek. Em dibêjin li Enqereyê Dema Gultanê ye, dema DEM’ê ye, dema jinê ye! DEM’a Mor a siyasetê tê.

Bi vê moral û motîvasyonê bi dirûşma ‘Her Dem Berxwedan, Her Dem Azadî’ ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Weke her sal îsal jî dê li hemû bajarên me, li taxan çalakî û aktîvîteyên me yên tejî bi berxwedan çêbibin. Li gelek cihan starta van çalakiyan hate dayîn. Me bi awayekî navendî jî li gelek cihan plan çêkirin. Di vê çarçoveyê de di 2’yê adarê de em ê hem starta 8’ê Adarê hem jî stara kampanyaya hilbijartinê ya Gultan Kişanakê bi hev re bidin.

Em bang li hemû jinan dikin ku tev li starta ku em ê di 2’yê adarê de saet di 12.30’an de li Parka Kûgûlûyê bidin bibin. Dîsa em ê di 1’ê adarê de li Êliha ku Rojvelat lê jiyana xwe ji dest da hemû jinên di encama tundiya jinan jiyana xwe ji dest dane bibîrbînin. Em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet. Em ê serdana Nobetên Edaletê yên di pêşengtiya dayikan de ji bo bibin dengê girtiyên siyasî yên di çalakiya grevên birçîbûnê de hatine destpêkirin bikin. Em ê careke din bibêjin daxwazên wan daxwazên me ne. Em ê di 5’ê adarê de li Semsûrê bi jinên ku di konteyniran de dijîn bên bahev û piştevaniya xwe mezin bikin. Em ê bi tevlibûna Hevseroka xwe Ya Giştî Tulay Hatîmogûllariyê di 8’ê Adarê de li Amedê meş û mitînga xwe li dar bixin. Di heman rojê de em ê li Êlih, Şirnex, Colemêrg, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr û gelek bajarên din bibêjin ‘hevserokatî û nûnertiya wekhev xeta me ya mor e’ û mitîng û şahiyan li dar bixin.

Em ê serhildana xwe birêxistin bikin biherikin qadên 8’ê Adarê, bi vê motivasyona ku me ji van qadan wergirtî em ê li dora agirê Newrozê govenda jinan a herî xurt bi rêxistin bikin û di 31’ê adarê de qeyûman bişînin û bêjin ‘Bi vîna jinan demokrasiya herêmî’. Ez bi vê bawerî û biryardariyê we hemû jinan silav dikim. Bijî Piştevaniya Jinan, Jin jiyan azadî! Her Dem Berxwedan, Her Dem Azadî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJK-E: Ji bo azadiya Rêber Apo di 27’ê Sibatê de em li Strasboûrgê bin
Nûçeya Pişt re Li Efrîn-Şehbayê mehekê nêzî hezar carî êrîş hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Pakistanê êrîşên bombeyî û şer: Herî kêm 14 kes mirin

Li eyaleta Hayber Pahtunhva ya li bakurê rojavayê Pakistanê, du êrîşên bi bombeyî çêbûn û…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ: Navên xwe li dîroka azadiyê nivîsandin

HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, “16 û 19’ê Hezîrana 2023’yan di…

Ji aliyê Stêrk TV

Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin

Piraniya wan zarok 11 kesên ku hewl dan ji sînorê Sûriye-Tirkiyeyê li nêzî Girê Spî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?