Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Halîl Guneş ti carî dest ji têkoşînê berneda’
Rojane

‘Halîl Guneş ti carî dest ji têkoşînê berneda’

Hevalên Halîl Guneş, ku sala 2021'ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku li gel gelek nexweşiyan jî dest ji têkoşînê berneda.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Mahsûm Koyûn anî ziman ku ji ber nexweşiyê 29 salên girtîmayinê ya Halîl Guneş gelekî giran derbas bû û got, “Ya rast bi saya Halîl Guneş û hevalên din ên şehîd em hîn bûn ku bimeşin.”

Halîl Guneş ku sala 1990’î tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, di sala 1993’an de dîl hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) a wê demê ve bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hate cezakirin. Li gel ku nexweşê kanserê bû û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, nehate berdan û ji girtîgehekê ber bi girtîgeheke din ve hate sirgûnkirin. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a li Amedê di sala 2014’an de rapora ‘nabe li girtîgehê bê hiştin’ da Guneş. Lê belê Saziya Tİpa Edlî (ATK) rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da. Halîl Guneş salek beriya bê berdan, di 15’ê Kanûna 2021’ê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Hejmara 2’emîn a li Amedê li hucreya ku bi tenê dihate hiştin jiyana xwe ji dest da. Halîl Guneş 29 salan serê xwe li ber dijmin netewand, êşa xwe nîşanî kesî neda û bi têkoşînê timî keniya.

Hevalên Halîl Guneş ên bi wî re li girtîgehê bûn ji ANF’ê re axivîn.

JI GELEK HEVALAN RE BÛ MÎNAK

Mahsûm Koyûn diyar kir ku ji ber nexweşiyê 29 salên girtîgehê ji bo Halîl Guneş gelekî bi êş û giran derbas bû û got, “Bi nexweşiya kanserê ya kezeb û hestî bû. Hevalekî welê bû ku li hemberî van nexweşiyan li ber xwe dida û hewl dida li ser bingeheke rast bijî. Nexweşî ji xwe re nekir bahane, ti carî xwe ji karên îdeolojîk-polîtîk û rêxistinî neda alî. Ji ber vê yekê li girtîgehê ji gelek hevalan re bû mînak. Bi wî re ruhê ARGK’ê hebû, xwedî berxwedaneke mezin bû. Bandoreke mezin li hevalên ji salên 1990’î û vir ve li girtîgehê ne, kir. Xwedî temsîliyeteke xurt bû. Şoreşgerek bû ku xwe baş perwerde kiribû. Şopdarê tevgera Rêbertî, şervan û kedkar bû. Bi vî rengî hevalekî kûr bû. Ti carî dest ji nivîsandin û xêzkirinê berneda. Bi wî re demekê em li Girtîgeha li Amedê man. Ji bo min avantaj bû ku bi hevalê Halîl re li heman girtîgehê mam; gelek tevkarî li me kir. Di pêvajoya guherîn û veguherînê de hewl da paradîgmaya nû rast bide fêhmkirin û li girtîgehê pêşengiya îdeolojîk a tevgerê kir.”

KEDEKE MEZIN DA

Koyûn ragihand ku ji bo xwedîderketina li mîrateya Halîl Guneş û dewamkirina têkoşîna wî, ew dixebitin û got, “Bandoreke cidî li me kir. Di her karî de rê û rêbaz hîn dikir û ev yek tê bîra me. Bêguman bandora ku li me kir, bû sedem ku jiyana me bi rêxistin bibe. Divê mirov hewl bidin ku hêjayî hevalê Halîl û şehîdên weke wî bibin. Hewldan têrê nake. Hevalên şehîd ji bo me kedeke mezin dan. Lewma ji bo xwedîderketina li keda wan em têdikoşin. Em hewl didin ku bi rêya nirxên van hevalan hîn bêhtir xizmetê bikin. Ya rast bi saya hevalê Halîl Guneş û hevalên din ên şehîd em hînî meşê bûn. Hevalê Halîl hevalek bû ku li girtîgehê gelekî jê dihate hezkirin. Heval hemû dixwestin tevlî perwerdeyên wî bibin. Bandoreke mezin li girseyê dikir. Bandor li dijmin jî dikir; hem tirs hem jî hurmet. Lewma hevalê Halîl kesayetekî welê bû ku gardiyanan hemû hurmet nîşanî wî didan. Bi sekna xwe bûbû cihê hurmetê. Hevalê Halîl digot, ‘PKK ew dever e ku terbiye û hurmet lê mezin e’. Ev yek di pratîka xwe de nîşan dida. Armanc û hêviyên wî yên azadiyê hebûn. Bi hêvî bû û dixwest careke din bigihêje kolanên Amedê, bigihêje çiyayên Kurdistanê. Dilê wî karîbû ewqasî li ber xwe bide.”

RUHÊ WÎ YÊ TÊKOŞÎNÊ HÊZ DA ME

Akin Bîrdal jî anî ziman ku ruhê têkoşînê yê Halîl Guneş hêz da wan û got, “Carna mirov nizane ku li ku derê li mirovên bi namûs rast bên. Di 1’ê Gulanê de, di 1’ê Îlonê de, li Newrozê, yan jî li xwepêşandanên li kolanan. Me Halîl Guneş jî li girtîgehê nas kir. Nûnerê me yê koxûşê bû û her tişt dikir. 32 salî bû, mezinê malbateke Ereb a ji Edeneyê ya ji 6 zarokan bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse di asteke serketî de qedandibû. Di pola dawî ya zanîngehê de tevlî rêxistinê bûbû. Li çiyê, li deştê, li girtîgehê li ku dibe bila bibe xwe nîşan dabû, di her firsendê de dixwend, dinivîsand. Helbestvan bû. Endamê rêya zehmet bû û di dawiyê de nexweş ketibû. Weke girtiyên din ên nexweş, nehat dermankirin û nexweşî lê giran bû. Di 15’ê Kanûna 2021’ê de piştî 29 salan ku salek ji berdana wî re mabû li Amedê dema ku tecrîdkirî bû jiyana xwe ji dest da. Ji bo me kêffxweşiyeke mezin e ku Halîl nas kir, lê windahiya me jî ewqasî mezin û giran bû. Me li Edeneyê serdana malbata wî kir. Dayik, xwişk û birayên wî bi salan bi hesreteke mezin li benda Halîl bûn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Bayik: Em bar bigirin ser milê xwe, tenê ji Rêber Apo re nehêlin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TJK-E’yê banga tevlêbûna meşa dîrokî ya Strasbourgê kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) banga tevlêbûnê li meşa mezin û dîrokî kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zanîngeha Harranê dijminahiya zimanê Kurdî

Li Zanîngeha Harranê, xwendêkarên stranên Kurdî digotin hatin astengkirin û gef li wan hat xwarin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Festîvala Rojên Amara bi hezaran kes ber bi Xelfetî bi rê ketin

Ji gelek bajaran welatî bi boneya 77 saliya Rêber Apo ji bo Festîvala Rojên Amara…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kramatorskê di êrişa Rûs a li ser 2 otobusan de zêdeyî 30 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komploya 9’ê Cotmehê li Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanan hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Perwerdeya zimanê kurdî mafekî sereke ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?