În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî (221)
Gotar

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî (221)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Kitêbî sazmanî înqlabî û kurdistan

Hatem menberî

12/3/2021

Kitêbeke 65lapere û nawaxnekey, pire le belge û basî (lanîkem bo min) kemtir bîrsaw/bîrnaw. Cige le basekan, komelêk wêney corawcorîş le kese baskirawekanî  naw kitêbeke kirawnete paşkoy kitêbeke, ke karî têgeyîştin û halîbûnî rûdawekan bo xwênerî em qonaxe ke şarezay ew serdeme nîye hasantir ekenewe.

Basî serekî kitêbekey Qazî çîrokî komelêk rûnakbîrî Iranîye ke le qonaxêkî hestyarî bizûtnewey Kurdistanda le Urûpawe degerênewe û bo maweyek le lay şorişgêranî Kurd demênnewe. Em jimare kese Iranîye ke diyartirînyan duktorêke be nawî Koriş Laşayî, le dirêjey seferekeyanda ebne beşêk le beşdaranî bizûtneweke û le nizîkîşewe legel rûdawekanî ew demeda aşna û beşdar debin.

Diyare em beşey mêjûy Kurd ke pêwendî heye be hatin û nîştecêbûnî hêzekanî naw opozîsyonî dewletanî dagîrkerewe, le her çuwar beşî Kurdistanda narûn, legelêk barewe-be qestî-şêwêndiraw û tenanet şardirawtewe. Boye herkes lem buwareda hewlêk bidat, yarmetîyekî baş dekat be aşkirakirdinî rûdawekanî raburdû û wek le katî be dest geyîştinî kitêbekeşda nûsîm, em karey kak Hesenî qazî hewlêkî be nirxe bo geyîştin bem mebeste.

Ewey bo rojhelatî Kurdistan egerêtewe, le serdemî komarî Kurdistanewe ta rojgarî îmroyş, corêk huzûrî hêze Iranîyekan le nizîk û tenanet naw hêze Kurdîyekanda hebûwe û hêndêk carîş em huzûre hênde zeq û berçaw bûwe ke mesîr û rewtî rûdawekanî gorîwe û le qalibgirtinî sitratêjî bizûtnewekeyiş da rolî çarenûsazî hebûwe.

Rol û şwênî hîzbî tûdey Iran le nizîkkirdnewey damezrêneranî Komeley Jêkaf be fêrqey Dêmokrat û paşan Yekyetî Sovyetewe yeklakerewe bû. Duway nemanî komarîş,kartêkirdnî xet û rêbazî tûdeyyane le ser zorbey kadrekanî HDK, çi le nawxoy rojhelatî Kurdistan, başûrî Kurdistan û le Urûpayişda haşa helnegre. Xenî Buluryan, Rehmet Şerî’etî û ‘Ezîz Yosifî wek diyartirîn kesayetîyekanî bizûtnewey Kurdistan le zîndanî rêjîmî şa da, Simayîl Şerîfzade, Hemedemîn Sîracî, mela Aware, Suleyman û ‘Ebulay Mu’înî wek rêberanî cuwalnewey 46-47 le başûr, Dr. Qasimlû û Kerîm Hîsamîş wek nasrawtirîn kesayetî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan le Urûpa be şêwey ruwange yan organîk girêdirawî çepî tûdeyî helesûran û têkrayan le Jêr tewjmî siyasetî tûdeyekan û lew xeteda sitratêjî Hîzbî Dêmokratyan debirde pêş ke pêyan ewit siyasetî pro-sovyetî û dijî împiryalîstî.

Paş şorişî 1357 le Iran, em rewte be berbilawtirîn şêwe dûpat bûyewe û le maweyekî kurtda cige le çendîn gurûpî biçkolaney ciyawaz u tenanet dij be yekî çep, le çingî xwênrêjanî Taran helatin û barge û bineyan bo Kurdistan gwastewe. Wêray şepoleke, sê hêzî gewretrî Iranîş rûyan le nawçey azad û jêr sêberî pêşmergey Kurdistan kird ke birîtî bûn le Sazmanî Çirîke Fîdayiyekanî Xelkî Iran, Sazmanî Mucahîdînî Xelkî Iran û gurûpî Sehend ke her kameyan be nobey xoy perwendeyekey taybetî heye û ta êsta kes wek xoy

basî lêyewe nekridûn, belgekanî bilaw nekridûnetewe û rûdawe serpoşkirawekan be şardiraweyî mawnetewe.

Sazmanî Çirîkekan ke hejmarêkî berçawî le xwêndewar û nuxbey ew serdemey Rojhelatî Kurdistanî kêşabûne naw rîzekanî xoyewe, duway maweyek û Le akamî nakokî derûnî da şeqî bird, parçe, parçe û serencam le naw xoyda pûkayewe û le meydanî siyasetî Kurdistanda rolî nema.

Sazmanî Mucahêdîn be hatinyan bo Kurdistan, beşî here girîng û çalakî hêzekanî xoy le qepî gurg derhêna û le rêgay hawkarî bê dirîxî HDKewe rizgarî kirdin. Diyare ew hawkarîye le nêwan dû hêzda bû be binema bo girtine berî rewt û mesîrêkî taze le bizûtnewey Kurdistanda û hoyekî bineretî bo gewretirbûnewey dirzî nêwan dû hêzî serekî Kurd ke be dijwarî le jêr hêrişî hêzekanî Taranda bûn. Em hengawe nwêye ke corêk blokbendî xiste ser şanoy siyasî ewdemî Kurdistan, le ruwangey minewe werçerxanêkî nêgatîv bû le pêwendî nêwan Hîzb û Komeleda û yarmetîderîş bû ke Komeleyş ‘eynî siyaset, belam legel cereyanêkî dîkey hawmeslek da bigrête ber.

Gurûpî Sehendîş ke be hatinyan bo Kurdistan û nîştecêbûnyan le naw binke û baregakanî Komeleda”pazlî” rewtekey tekmîl kird û îtir hîç derfet nema bo ewe berey hêzî Kurd lêk netrazê. Em gurupe biçkoalne goya seraserîye, ke şêwey hatnekey lay min rast wek espî tirowa deçêt, be siyaset û

rêbazekey, Komele û bew nîsbeteş beşêk le cûlanewey Kurdistanî bo ew mesîre rakêşa ke êste îtir degmenin ew kesaney le akame wêrankarîyekanî negeyiştûn.

Em rewte, wata hatnî kesanî ser be opozîsyon  bo Kurdistan hêştayş nebrawetewe û bê guman le dahatûşda berdewam debê belam şêwey pêşwazî hêze Kurdîyekan her heman şêwey carane. Duwayîn şepolî em helatin û

gîrsaneweye ew kesane degrêtewe ke duway serkutekanî rêjîm û ewey pêyan ewit bizûtnewey sewz rûyan le Kurdistan kird û gelêk kesyan be hasankarî layenêkî Kurdî hatne Urûpa û emeş le halêk daye ke sedan kes û kesayetî Kurd le jêr tîxî celadanî komarî îsalmîda rûyan le şwênî hêze kurdîyekan Kirdûwe, daway hawkarî na, hasankarîyan bo kirawe belam degmen kesêkyan ber muhîbet û piştîwanî hêzêkî Kurdî kewtûwe.

Ciyawazî nêwan Sazmanî Înqîlabî u ew rewtaney duwayî

be êhtamlî yekcar fire, endamanî Sazmanî Înqîlabîş wek ewanî pêşû, lew qonaxeda wîstûyane Kurdistan bikene ” sekoy pertapê ênqêlabê Iran” û lew rêgayewe têorîyekanyan piraktîze biken, belam ciyawazîyekî yekcar zoryan legel ew leşkre Îranyey duway şorişî penca û heft têyda debîrnê û ewîş eweye ke ewan nehatbûne Kurdistan takû bibne rêberî rêberanî Kurd. Be pêçewanewe, lem ser bo ew serî qise  u helwêstaneda ke lem gutubêje dûr û dirêjaneyada deryan birîwin û kak Hesen Qazî lem kitêbeda xistûnye ber destî xwêneran, dinyayek rêz û qedirşinasî  ewane be nîsbet Kurd wek netewe, rêberanêk ke ewan bûnete mîwanyan û têkray ew kesaney ke ewan dîdaryan legelda kirdûn.

Bê guman katêk em ciyawazîye wek xoy hest pêy dekrê ke qisekanî ewan û ew helwêste şovînîstyaney Mucahîdîn duway têkçûnyan legel Hîzbî Dêmokrat, endamanî gurûpî Sehend duway rûyiştinyan le Komele û pênaseyek ke bo bizûtnewey Kurd, rêberanî û tenanet rêberanî Komeleyş ke mal û milk, serwet, saman û sazmanî pir le fîdakarî xoyanyan muft le extyar nan..

Be hîway ew roje ke arşîwî êmeyş wek xelkî dinya duway têperînî katî diyarîkiraw, bixrête berdestî hemwan û dîwe şarawekanî mêjûman kemtir bibnewe.

 Carêkî dîke sipas bo kak Hesenî Qazî ke hemû temenî pir barî xoy bo xizmetî nûsîn û arşîwî Kurdî terxan kirdûwe û bem duwa berhemeyşî kolêk zanyarî û belgey benirxî pêşkeşî kitêbxaney Kurdî kirdûwe.

Dirêjey heye….

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Di encama êrîşa xwekujî de 4 şervanên me şehîd bûn
Nûçeya Pişt re Ji rojnamevan Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Xelfetiyê berxwedan di roja 7’an de ye

Li Xelfetiyê ku şaredariya wê hatiye desteserkirin, berxwedan di roja 7'an de ye. Li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelek polîs ber bi Navenda Giştî ya CHP’ê ve hatin veguhestin

Ji bo Navenda Giştî ya CHP'ê ku piştî biryara "Bêhukmiya Teqez" nobed lê tê girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê pîrozkirina şampiyontiyê

Amediyên piştî serkeftina Amedsporê derketin kolanan, dest bi pîrozkirina şampiyontiyê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?