Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji rojnamevan Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
Kurdistan

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin

Asayîşa PDK’ê 200 roj berê rojnamevan Silêman Ehmed revand û winda kir. Ji wê rojê heta niha agahî ji Silêman Ehmed nayên girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê Cotmeha 2023’an de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê hêzên PDK’ê ew revand û 200 roj in agahî jê nayê girtin.

Silêman Ehmed li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayik bû û li wir mezin bû. Silêman Ehmed ku di sala 1992’an de ji dayik bû, di nava 9 xwişk û birayan de yê herî biçûk e. Silêman ku Zanîngeha Çandiniyê ya Zanîngeha El-Baasê ya Humsê qedand, bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re vegeriya Efrîna ku lê ji dayik bû û mezin bû. Rojnamevan Silêman Ehmed ku di sala 2012’an de di nava xebatên Çapemeniya Azad de cih girt, weke di nava malbata xwe de di nava Çapemeniya Azad de bi kedkarî û fedakariya xwe tê naskirin. Silêman Ehmed ji nêz ve şahidiya berxwedana gel a li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker ku di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî axa Efrînê dabû destpêkirin, kir. Ji aliyekê ve xwedî biryar bû ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe bide û vê berxwedanê kêlî bi kêlî bi cîhanê re parve kir. Silêman li qada berxwedanê kêliyekê jî ji wênekêşa xwe veneqetiya. Her tim li pey heqîqetê bû û bû dengê gelê Efrînê. Silêman Ehmed ku bê tirs komkujiya dewleta Tirk a dagirker dişopand, hovîtiya wan eşkere kir. Li aliyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û li aliyê din jî rastiya gelên têkoşer ji çapemeniyê re ragihand. Wext hat, qêrîna gelê xwe ji cîhanê re ragihand, wext hat êşa gelê xwe heta hestiyê xwe hîs dikir.

Xaka ku ew lê ji dayik bû û lê mezin bû dihatin dagirkirin; tevî ku gel û malbata wî bi komkujiyê re rû bi rû ma jî, bê dudilî li dijî dewleta Tirk li ber xwe da. Ji berxwedana 58 rojan a Efrînê re şahidî kir û heta kêliya dawî weke rojnamevan dev ji gelê xwe berneda. Ew niha berxwedêrekî leheng e ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe dide û nûçegihanê şer ê kêliyên herî germ ên şer e. Kurdekî Efrînê ye ku axa ku lê ji dayik bûye û mezin bûye hatiye talankirin, koçberekî ku bi darê zorê ji cihê xwe hatiye derxistin û rojnamevanekî ku berxwedana gelê xwe ji cîhanê re ragihand e. Silêman Ehmed ku li pey heqîqetê bû, piştî 58 rojan neçar ma bi gelê xwe re ji Efrînê koç bike. Rojnamevan Silêman ê ku mal, darên zeytûn û zeviyên wî hatin dagirkirin, kêlî bi kêlî zilm, talan û wêraniya li Efrînê şopand.

Silêman Ehmed 5 salan edîtoriya servîsa Erebî yê Rojnewsê kir, di 1’ê Cotmeha 2023’yan de çûbû serdana malbata xwe ya li Helebê. Di 25’ê Cotmeha 2023’an de dema ji Rojava vedigeriya Başûrê Kurdistanê li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin.

PDK LI XWE MIKUR HAT

Piştî 6 roj li ser windabûna Silêman Ehmed re derbas bûn, Asayîşa Dihokê ya PDK’ê daxuyaniyek da û bi îdîayên bêbingeh ên dûrî rastiyê parve kir û îdîa kir ku ti pêwendiya Silêman Ehmed bi rojnamevaniyê re nîne. Di daxuyaniyê de li xwe mikur hat ku wan Silêman Ehmed revandiye û gefa cezakirinê lê xwarin.

HIQÛQÊ PÊK NAYÎNIN

Piştî agahiya ku Silêman Ehmed birine bajarê Dihokê, parêzerên wî serî li Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Duhokê dan. Tevî ku bi awayekî nefermî hatibû qebûlkirin ku Silêman Ehmed di destê wan de ye jî, destûr nedan ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Li ser vê yekê Dadgeriya Dihokê biryar da ku divê parêzer bi Silêman Ehmed re hevdîtinê bikin. Bi vê biryarê re bi awayekî fermî hate qebûlkirin ku Silêman Ehmed di girtîgehê de ye. Parêzerên ku bi biryara di destê wan de çûn Rêveberiya Giştî ya Duhokê, destûr nedan ku bi Silêman Ehmed re hevdîtinê bikin. Parêzeran agahî girtin ku Silêman Ehmed li yek ji girtîgehên nefermî yên Parastinê ku saziya îstixbarata PDK’ê ye, tê ragirtin.

Parêzerên ku herî dawî di 29’ê Nîsanê de ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin çûn Girtîgeha Asayîşa Giştî ya Dihokê, hatin astengkirin. Parêzerên Koma Parastinê heta niha zêdeyî 10 serlêdan kirin û hîn jî bersiveke erênî negirtine.

DAXWAZA DEMILDEST BERDIN HAT KIRIN

Rêveberiya Xweser di 29’ê Çileyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Silêman Ehmed demildest bê berdan û di daxuyaniya xwe de ev tişt hatin gotin: “Silêman Ehmed welatiyê me ye, bêyî sedem hatiye girtin. Em diyar dikin ku rêbazên bi vî rengî li dijî hemû nirxên exlaqî û hiqûqî ne û em wan bi tundî şermezar dikin. Nêzîkatiyên neyînî yên PDK’ê rewşê girantir dike. Em bang li hikûmeta PDK’ê dikin ku der barê rewşa Silêman Ehmed de malbatê agahdar bikin û demildest serbest berdin. Em bang li hemû saziyên çapemeniyê û saziyên hiqûqî dikin ku erkên xwe bi cih bînin û aqûbeta rojnamevanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bêyî sedem hatiye girtin, bê eşkerekirin.”

PDK JI EWLEHIYA JIYANA WÎ BERPIRSYAR E

Ajansa Rojnewsê jî daxuyanî da û got, “Em îdiayên bêbingeh ên Rêveberiya Giştî ya Dihokê ya PDK’ê ku hewl dide revandina Silêman Ehmed rewa bikin, red dikin. Em şahidin ku PDK çawa ji çapemeniya azad û rojnamevanên azad ditirse. PDK dixwaze di vê rewşê de jî wek doza girtiyên Behdînanê raya giştî bixapîne û cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire. Divê PDK demildest der barê çarenûsa Silêman Ehmed de daxuyaniyekê bide û hevalê me demildest azad bibe. Ji ewlekariya jiyana Silêman Ehmed em PDK’ê berpirsyar dibînin.”

SERLÊDANA JI BO NY’Ê

Rojnewsê di 28’ê Kanûna 2023’yan de têkildarî revandina Silêman Ehmed serî li Neteweyên Yekbûyî dabû. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku nûçegihanê Rojnewsê Vedat Huseyîn ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, beriya 7 salan bi êşkenceyê hat qetilkirin. Tevî ku ev 7 sal in bi ser qetilkirina Vedat Huseyîn derbas bûye jî hê kujer nehatine girtin û ceza nekirine.

Di 12’ê Nîsanê de Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Komîteya Mînayê ji bo çarenûsa Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, serî li Komîteya Bi Darê Zorê Hatine Windayan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.

XELATA KEDÊ DAN

Komeleya Ragihandina Azad (YRA) di çarçoveya Xelatên Kedkarên Rojnamevaniya Kurd a Şehîd Mazlûm Bagok de ku her sal li dar dixe, Xelata Kedê da Silêman Ehmed ê ku 200 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Xelata Kedê ya îsal bi boneya 126’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî li bajarê Qamişlo yê Rojava bi şahiyekê hat dayîn û xelat ji malbata Silêman Ehmed ê ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye re hat şandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî (221)
Nûçeya Pişt re ‘Mizgîn yek ji pêşengên hunera şoreşê bû’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê veşartin

Şehîdên şewata zindana Kobanê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin veşartin. Di merasîmê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Elmanya divê toleransê li hember nijadperestiya li dijî Kurdan nîşan nede’

Serokê Navenda Agahiyê ya Nijadperestiya Li Dijî Kurdan (IAKR) Ciwan Akbulut got ku pêwîst e…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?