Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (215)
Gotar

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (215)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Wituwêj legel kak Mihemed Xakî le Radyo Diyalog sebaret be kitêbî “Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan” [4]

1-î Marsî 2021

Ca bew şêweye ew pêwendîye durust debê û Smayîl Şerîfzade be rêgay ew namane ra radegeyênê delê eger Sazmanî Inqîlabî pêyan xoş bê legel ême pêwendî bigrin detuwanin ew pêwendîye le rêgay dostan û nizîkan û endamanî ser be cema’etî Celal Talebanî Legel ême bigrin. Mebest leweş eweye ke ewdemî mam Celal, rehmetî Celal Talebanî le serokayetî Partî Dêmokratî Kurdistan da bû, ew û Birayim Ehmed le corêk kêşe û alozî çekdarane da bûn legel rêberayetî Barzanî û le Bekreco û Helebce damezira bûn û diyar e legel hukûmetî nawendî Iraqîş pêwendîyekî dostaneyan hebû. Smayîl delê be rêgay ewanda detuwanin pêwendîman legell biken û wa debê ke Kurişî Laşayî sefer deka bo Bêrlîn û le Bêrllîn çawî be rehmetî Dr. Kemal Fuad dekewê, ke Dr. Kemall Fuadîş yekêke le kadrekanî zor Konîney siyasî le Kurdistan, le hemû beşekanî Kurdistan.  

Dr. Kemall hêndêk qerarumedarî bo dadenê û duway maweyek Dr.Kurişî Laşayî heldestê deçête Bexda û le Bexda çawî be mam Celal dekewê.  Diyare mam Celal û ewaneş berêy deken bo Kurdistan le rêgay qaçaxçî ra kesêk be nawî Qale Tegeranî û deçê û xoy degeyênête lay pêşmergekanî Komîtey Şorişgêrî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan le wane Simayîl Şerîfzade debînê,  mela Aware debînê, ‘Ebdulay Mu’înî debînê, Mîne Şem debînê, Hemedemînî Sîracî debînê û le tewawî ew maweyeyda ke lewê buwe le cewle û geştî pêşmergekanî Komîtey Şorişgêrî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan da beşdarî deka.  De ‘eynî halîş da berdewam debê le ser alugorî fikrî Legelyan û paşan Simayîl û rêberayetî Komîtey Şorişgêr lew serubende da; dezanî ke delêyn rêberayetî Komîtey Şorişgêr be me’nay ewe nîye ke ewane yekdest bûn çunke wekû grûpêkî partîzanî dabir dabirîş bûn duwatir boman derdekewê ke ew komîteye le barî fikrîyewe yekdest nebûwe. Yanî le haletî qewam girtin û geyiştin be yekêtîyekî fikrî da bûwe lew serubendî da. Her çonêk bê Simayîl û hawrêyanî dawa le Laşayî deken ewan zor niyazyan heye be piştîwanî me’newî be taybetî û dawa deken eger bikrê Sazmanî Inqîlabî be şêweyekî çalaktir beşdar bê lew herekete çekdarîye da ke le Kurdistan, le Rojhelatî Kurdistan heye. 

Kurişî Laşayîş ke degerêtewe Urûpa raportekey sebaret bew sefere deda be baqî endamanî serkirdayetî rêkxirawekeyan û duwaye ewan biryar deden hemû rêberayetîyekeyan bigwêznewe bo Rojhelatî Kurdistan diyare têzî ” kanûnî serheldaw ” ewe modêlêkî Kûbayiye, belam ewan ew demî leber ewey baweryan be ramanî Maotsê Tung buwe pêyan wabuwe ke le rêgay dêhatewe dekrê şarekan gemaro bidrên û menteqey Kurdistanîş leber ewey ke pêşîneyekî zor dûr û dirêjî siyasî hebuûwe, pêşîneyekî hebûwe ke komelanî xelik lewê piştîwanyan kirdûwe le xebat û mubarezatî dijî rêjîmî nawendî pêyan wa bûwe ke nawçeyekî zor munasîbe bo ewey lew pênawe da kar biken. 

Belam şitêkîş zor zor girîng e lêre da ewan helbijardin û hatinyan bo nawçey Kurdistan de rastîda le ser binemay îsarêk bûwe ke heyan buûwe lemer gelî Kurd. Çunke ew kesaney ke le rêberî Sazmanî Inqîlabî Hîzbî Tûdey Iran da bûn hemû îmkanatî zor berzî şexsîyan hebûwe bo numûne têkoşerêk wekû nemir ‘Elî Sadqî (kak Ibrahîm) ustadî fîzîkî etomî bûwe Le zankoyekî Parîs, yan Dr. Kuruş Laşayî boxoy tebîb bûwe.  Dr. Siyaweş Parsanejad tebîb bûwe, Xursew Sefayî arşîtêkt bûwe yanî hemûyan be corêk le rûy profîsyon û pîşewe îmkanatî şexsîyan zor bûwe belam hazir bûn biçin be îsarewe le Kurdistan xizmet biken u duway ewey Kuriş Laşayî ew belêneyan dedatê degerêtewe Urûpa û ewcareke duway rawêj le rêberî da hemû degene ew netîceye ke biçne Kurdistan.Lew serubendî da sefîrî Iraq le Rom, le Italiya kesêkî Kurd bûwe be nawî Teha Muhêydîn ke ser be Partî Dêmokratî Kurdistan cema’etî mektebî siyasî bûwe wate Birayim Ehmed û mam Celal û ewan, ke lew pêwendîye da le Italiya bo nimûne Xursew Sefayî yan Kak Qubad, ke dwaye degerêynewe serî ke Qubad Talebanî be nêwî wî kirawe ke dostayetî legel wî hebûwe legel Teha Muhêydîn u ew rêga hasanîyan bo deka.  Vîza deda be hemûyan u deçin bo  Estenbûl û lewêrra degene Bexda û diyare de pêwendîşda bûn legel mam Celal û hawrêyanî xeberyan debê ke ew grûpe dên. Paş ewey grûpeke degene Bexda qerar deden ke be dû deste biçin bo Kurdistan ew demî endamanî mektebî siyasî Partî Dêmokratî Kurdistan Elî ‘Eskerî û ‘Umer Mistefa le Kerkûk meqeryan debê ca boye ta Kerkûk zor be hasanî û be rahetî deçin û şewê mîwanî ‘Elî ‘Eskerî debin ke le kitêbeke da dû sêyekyan basî ew dîdareyan kirdûwe. Diyar e lew serubende da şer hebû le nêwan mektebî siyasî Partî Dêmokratî Kurdistan û Partî Dêmokratî ser be rêberayetî Barzanî boye rêgakan zor emin nebûn ca katêk le Kerkûk ra deyanewe biçin bo meqerî mam Celal le Bekreco le rêga tûşî têkhelçûnî çekdarî debin û be hezar halehal ewane necatyan debê degene Bekreco belam ew pêşmerganey ke wekû heres, wekû nîgheban le Kerkûkewe legelyan bûn lew têkhelçûne da dekûjrên û duwatrîş wextêk ewane degene lay mam Celal ew hêzêkî gewrey pêşmerge denêrê bo ewey ew pêşmerganey ke muhasere kirawin necat biden belam ewe diyare cê becê nabê û ewanîş jimareyek le layenekey dîke bê kelik deken. Ew biraderaney Sazmanî Înqîlabî lew rûdawe zor mute-esîr debin hatûn bo yarmetî Kurdistan û bew şêweye yekem tecrubeyan awa tal debê belam şitêkî ke sê kesyan le kitêbekanyan da amajey pê deken leserexoyî û şekîbayî mam Celal e lew bareyewe. 

Ewan zor Zor narehet bûn belam mam Celal ewe we rûy xoy nahênê û be dilî awalewe qubûlî kirdûwe.Şitêkî trajîkî dîkey ke lew deme da rû deda cige lew rûdawe nagewar û naxoşey ke nîşaney şerî xoxorî Kurdîye ewîş eweye wextêk ewan degene Bexda ew heyete ke nizîkey de nefer bûn lewê dezanin ke durust rojêk yan dû roj duway ewey ke Laşayî Simayîlî Şerîfzade û ‘Ebdulay Mu’înî û ewanî becê hêştûwe ewan yek be duway yek da le têkhelçûnda kûjrawin.  

dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Reco (Çîrokên Kolanên Ewropa ên Xemilandî)
Nûçeya Pişt re Li ser xeta azadiya jinê bû gerîlayeke mînak a YJA Starê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû

Hate ragihandin ku hevdîtina navbera heyetên Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz a Şamê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya şervanekî QSD’ê yê şehîd bû hate eşkerekirin

QSD'ê ragihand ku şervanê wan El Eşqer El Idlibî li Minbicê dema bi erka xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûniştina doza rojnamevan Zeynep Kûray pêk hat, parêzer ji rûniştinê hate avêtin

Rojnamevan Zeynep Kûray ku ji ber şopandina daxuyaniya Dayikên Aştiyê ya li ber Edliyeya Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?