Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Dêrsim Hesekê axivî û da zanîn ku şehîd Mihemed Îsa di rêwîtiya şoreşê de, xwedî roleke bihêz e û got: “Ji bo serxistina şoreşa ku li ser azadî, demokrasî û jiyana birûmet hatiye avakirin, jiyana xwe borand.”
Dêrsim Hesekê got: “Em ne tenê sozê didin şehîd Mihemed Îsa, em didin hemû şehîdan; em ê ji bo tişta ku şehîdan ji bo wê ked daye, têkoşînê bidomînin.”
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îdrîs Hesekê jî sersaxî ji bo malbata şehîd Mihemed Îsa xwest û rola wî ya di şoreşê de bi bîr anî û got: “Şehîd Mihemed Îsa yek ji kesên destpêkê bû ku cihê xwe di şoreşê de girt.”
Bi navê Kongra Îslama Demokratîk Nasir Cinêd jî axivî û got: “Şehîd ronahiya dinyayê ne, ew ji bo jiyana gelê xwe û jiyaneke azad jiyana xwe borand.”
Dûre wesîqeya şehîd Mihemed Îsa ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmê ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin û cenazeyê şehîd Mihemed Îsa li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hat veşartin.

