Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevseroka Die Linke Schwerdtner: Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû divê bêne berdan
Rojane

Hevseroka Die Linke Schwerdtner: Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû divê bêne berdan

Ines Schwerdtner anî ziman ku piştî danîna çekan divê aliyê Tirk jî gavên şênber biavêje û got, "Berdana Ocalan û hemû girtiyên siyasî û pêşkêşkirina perspektîfek ji bo siberoja siyasî ya Tevgera Kurd jî di nav vê de ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Die Linke (Partiya Çep) Ines Schwerdtner, ji sînordarkirina dewletê heta polîtîkayên koçberiyê, ji pêkanînên krîmînalîzekirinê yên li dijî Tevgera Kurd a li Elmanyayê heta lêgerînên aştiyê yên li Tirkiye, Rojava û Rojhilata Navîn, mijarên krîtîk ên rojevê ji bo ANF’ê nirxandin.

‘HEWCEDARÎ BI PARTIYEKE ÇEP A XURT HEYE’

Ines Schwerdtner diyar kir ku jinûve hilbijartina wê wekî erêkirina xeta siyasî ya ku tê meşandin e û destnîşan kir ku encama hatî bidestxistin di partiyê de hêvî û tevgerek nû afirandiye. Hevseroka Partiya Çep, bal kişand ser zêdebûna endamên partiyê di demên dawî de û ev nirxandin kir, “Partiya me di van salên dawî de di gelek xalan de nû bû. Ji mêj ve ye ewqas zîndî û xurt nebûbû; her wiha me gelek endamên ciwan û bi biryar qezenc kirin. Roleke mezin a vê yekê di eleqedarbûna me ya her rojî ya bi pirsgirêkên berbiçav ên mirovan re yên wekî kirêyên bilind û neheqiya civakî de heye. Hikûmeta federal tasfiyekirina dewleta civakî û berfirehkirina qadên leşkerî (militarîzasyon) kûr dike. Ji ber vê yekê jî di parlamentoyê de, li kolanan û li fabrîkeyan hewcedarî bi Partiyeke Çep a xurt heye.”

‘EM KELEHA DEMOKRASIYÊ YA LI CIHÊ KAR Û KOLANAN IN’

Ines Schwerdtner, bal kişand ser pêla rastgir ku li Elmanyayê xurt dibe û mafên demokratîk ên ku tên sînordarkirin. Ines Schwerdtner, diyar kir ku ew ê bi biryardarî parastina mafê grev, xwepêşandan û protestoyê bidomînin. Ines Schwerdtner, partiya xwe wekî “keleha demokrasiyê ya li cihê kar û kolanan” pênase kir û got ku tengbûna qada demokratîk rasterast bandorê li rêxistinên Kurd û komên dij-faşîst jî dike.

Hevseroka Die Linke destnîşan kir ku helwesta wan li dijî qedexeya sembolan û krîmînalîzekirinê zelale û ev tişt gotin, “Die Linke ji roja ku hatiye damezrandin heta niha li gel Tevgera Kurd û gelê Kurd di nav piştgiriyê de ye. Em dibînin ku zext û sînordarkirinên li ser derfetên xwe îfadekirina siyasî ji sînorên Tevgera Kurd derbas bûne. Dema sembol, têgeh an dirûşmên siyasî tên qedexekirin, ev rewş tevgerên demokratîk bi rengekî mezin asteng dike. Ji ber vê yekê divê em di nav piştgiriyê de û bi hev re bisekinin.”

‘EM PIŞTGIRIYA POLÎTÎKAYEKE MIROVANE YA KOÇBERIYÊ Û RÊYÊN EWLE DIKIN’

Ines Schwerdtner behsa nîqaşên li ser koçberiyê yên li Elmanya û Ewropayê jî kir û diyar kir ku hikûmeta federal û partiyên muhafezekar zimanê rastgirên tund pejirandine. Schwerdtner, ligel rexnekirina girtina sînoran û tedbîrên sînordar, careke din banga xwe ya ji bo polîtîkayeke mirovane ya koçberiyê û rêyên ewle yên derketinê dubare kir û ev peyam da: “Lihevhatin û tevlîbûna civakê ne bi rêya cudakariyê, lê bi rêya beşdarbûn, kar, perwerde û têkiliyên civakî pêk tê.”

‘OCALAN Û HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ DIVÊ BÊNE BERDAN’

Ines Schwerdtner li ser polîtîkaya Die Linke ya Rojhilata Navîn û piştgiriya bi Tevgera Kurd re jî nirxand kir û anî ziman ku ew operasyonên leşkerî yên hikûmeta Tirk ên li dijî Kurdan û êrîşên li ser Rojavayê şermezar dikin. Ines Schwerdtner, destnîşan kir ku divê piştgirî ne demkî be û têkildarê pêvajoya aştiyê jî ev tişt gotin, “Ez piştgiriya di nava raya giştî ya Elmanyayê de ya ji bo tevgerên azadî û berxwedanê yên Kurdan, girîng dibînim. Lê belê, ev yek min aciz dike ku ev piştgirî tenê dema ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê pêwîst be, tê nîşandan. Divê piştevaniya me ne girêdayî wê yekê be bê ka hêzên Kurd xizmeta berjewendiyên Elmanya an jî welatên Rojava dikin an na. Em di têkoşîna wan a ji bo azadî, demokrasiyê û diyarkirina çarenûsa xwe de li kêleka Kurdan in. Divê piştevaniya me bê şert û merc û mayinde be.

Çekdanîna PKK’ê û kişandina hêzên wê gaveke girîng bû. Niha divê aliyê Tirk jî ji bo aştiyê gavên şênber biavêje. Ji bo me; berdana Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên din û pêşkêşkirina perspektîfek siyasî ji bo siberoja Tevgera Kurd jî di nav vê de ye.”

Ines Schwerdtner, di dawiya axaftina xwe de peyamek ji xwînerên ANF’ê û civaka Kurd re şand û anî ziman ku di partiya wan de gelek hevalên têkoşînê yên Kurd hene û got, “Em dikarin serbilind bin ku em ji bo edaleta civakî, demokrasî, aştî û mafê xwe-diyarkirinê mil bi mil têkoşînê dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVENDA NÛÇEIYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta Îmraliyê wê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bike
Nûçeya Pişt re Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevşaredarên Wanê nerazîbûn nîşanî zextên li ser çapemeniyê dan

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya li ser êrişên li Helebê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ragihand ku di çarçoveya mafê parastina rewa de wan bersiv…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şamê parlementerê berê hat revandin

Li gundewarê Şamê komek çekdarên rûgirtî bijîşkek ku berê parlamenter bû, revand.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?