Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramî û ewlehiya Dêrazorê kar dike
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramî û ewlehiya Dêrazorê kar dike

Dêrazor ku ji DAÎŞ'ê heta bi çeteyên dewleta Tirk, ji rejîma Baasê heta bi çeteyên Îranê di hedefa gelek koman de ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê ewlekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariy Hundirîn a Dêazorê Loehî El Setem got, “Weke zarokên Dêazorê em ê herêma xwe ji êrîşan hemûyan biparêzin.”

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêazorê Loehî El Stem ji ANF’ê re qala rewşa ewlekariyê û karên xwe yên li Dêrazorê kir. Loehî El Setem anî ziman ku piştî Dêrazor hate rizgarkirin bi damezrandina Meclîsa Gel û Meclîsa Leşkerî re pêvajoya avakirinê destpê kir û got, “Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî di vê demê de bi roleke girîng rabûn. Ji bo jiyaneke aram, ewle 24 saetan em tevlî kar bûn. Bêguman di vê pêvajoyê de me zor û zehmetî jî dît. Piştî ku metirsiya DAÎŞ’ê bi rengekî cografîk bi dawî bû hin astengiyan jî rû dan. Ya sereke jî şaneyên veşartî yên li herêmê bûn. Şaneyên ku timî hewl didan êrîş bikin li herêmê belav bûbûn. Ji bo têkbirina aramiya li Dêrazorê hatibûn wezîfedarkirin. Li hemberî karên qirêj ên van şaneyan em hişyar û di nava liv û tevgerê de bûn. Gel û eşîrên herêmê ji bo avakirina aramiyê piştgirî didan me.”

ÊRÎŞÊN PIRALÎ HENE

Loehî El Setem diyar kir ku ne tenê DAÎŞ her wiha hikumeta Şamê û çeteyên Dîfaa El Wetenî yên ser bi Îranê jî li Dêrazorê ji bo têkbirina aramî û ewlehiyê ketine nava liv û tevgerê û got, “Ji aliyê din ê çem, ev kom êrîş dikin. Bi van êrîşan re şaneyên veşartî yên li herêmê derfet didîtin ku bi hêsanî tevbigerin û xwe bi rêxistin bikin. Ji ber êrîşên ji aliyê din ê Firatê, ji herêma di bin kontrola rêveberiya Şamê de ye, zerareke mezin li gel bû. Gelek kesan ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dan.”

ZERAREKE MEZIN LI GEL BÛ

Loehî El Setemm bi bîr xist ku li hemberî komên terorê yên êrîşî herêmê dikin ew timî hişyar in, operasyonan dikin, heta niha gelek şaneyên veşartî têk birine û got, “Nêzî saleke me dest bi operasyona xurtkirina ewlehî û aramiya li Dêrazorê kirine. Ev operasyona ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê meşandin, ji QSD’ê û saziyên li herêmê hemûyan piştgiriyê werdigire. Dema dawî li hemberî nuqteyên kontrolê yên QSD û Asayîşê êrîş hatin kirin. Di van êrîşan de zerareke mezin li gel bû. Piraniya van êrîşan jî ji herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê de hatin kirin ku li aliyê din ê Firatê ye. Dem bi dem êrîşên bi vî rengî dikin. Armanca wan tirsandina gelê li herêmê û xerakirina aramiyê ye. Em ê rê nedin vê yekê.”

PERWERDEYÊN TAYBET TÊNE DAYIN

Loehî El Setem têkildarî rêxistiniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Dêrazorê jî got “Misogerkirina aramiya herêmê wezîfeya me ya sereke ye. Hem li dijî şaneyên veşartî, hem jî li hemberî bazirganên narkotîkê û sûcên organîzeyî karên me bênavber dewam dikin. Li herêmê kesên tevlî Hêzên Ewlekariay Hundirîn dibin bi rengekî taybet têne hilbijartin û tevlî perwerdeyên akademiya taybet têne kirin. Li van akademiyan perwedeya îdeolojîk û leşkerî tê dayin. Ji bo herêmê ji perwerdeya herî baş heta bi xizmeta herî baş her tişt tê kirin. Em vê yekê weke berpirsyariya xwe ya ji bo gelê xwe dibînin. Weke zarokên Dêrazorê em ê herêma xwe ji hemû êrîşan biparêzin. Yekane hêza ku ji bo civakê dixebite Rêveberiya Xweser û saziyên wê ne. Em bang li her kesî dikin ku li dora Rêveberiya Xweser bicivin û Dêrazorê aram û ewle bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRAZOR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Şervanê felsefeya qewîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameya 2 şehîdên ewlekariya hundirîn hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 endamên xwe eşkere kir ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kerkûkê bi boneya Cejna Remezanê serdana gorên şehîdan hate kirin

Tevgera Azadî û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi boneya hatina Cejna Remezanê li Kerkûkê serdana…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de 5 leşker mirin

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê de ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê de 5 leşker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?