Li navçeya Erdîş a Wanê, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER), ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û pakrawanên têkoşîna azadiya Kurd merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîna ku gelek kes tevli bûn, li hêwana dawetê ya li navçeyê pêk hat. Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kirde Hevserokê MEBYA-DER a Wanê Yûsûf Dundar axivî û bal kişand ser wateya têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dan ji bo roja îro û ev tişt got, “Şehîdên me pêşeroja me ne, nirxên me ne ku rêya me ronî dikin. Îro heke destkeftiyeke me hebe, em vê deyndarê şehîdên xwe ne.”
Piştre Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gonul Uzunay axivî û diyar kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn behsa aştiyê tê kirin û divê gavên şênber bên avêtin û wiha pê de çû: “Îro heke li vî welatî û li Rojhilata Navîn behsa aştiyê tê kirin, em vê deyndarê şehîdên xwe û Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan in. Divê tavilê gavên şênber bên avêtin û statu rêzdar Ocalan bê qebûlkirin. Şehîd Bêrîtan, xeta sor a jina azad a Kurd diyar kir. Xiyanet teşhîr kir û rêya berxwedanê nîşanî jina Kurd da, bû pêşenga wê. Ez li vir Şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên di têkoşîna azadiya Kurd de têkoşiyane bi rêzdarî bibîr tînim û li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Şehîdên me bûn pêşengên felsefeya me ya jiyana azad.”
Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulderen Varli bi bîranîna Gulnaz Karataş dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser bîra dîrokî ya Zîlanê û têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dan û got: “PKK’ê û rêzdar Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoyê de berpirsiyariyên xwe bi cih anîn. Nûnerên partiyê destnîşan kirin ku ji bo pêvajo birêve biçe, divê gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin.”

