Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Enternasyonalîst a Îtalî Anna R.: Azadî bi têkoşîna hevpar ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn ê 30 salan girtî ma: Divê desthilatdarî dawî li polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

Li Herêma Kurdistanê ji sala 1992'an û vir ve cara 9. kabîne hate avakirin. Li gel ku 720 roj di ser hilbijartina 20'ê Cotmeha 2024'an re derbas bûne, hîn jî hikumet nekariye ava bibe. Hikumeta heyî ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî wezîfeya xwe dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Di demekê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên hêzê jinûve têne tecrûbekirin ku herêm li ber guherînê ye, li Herêma urdistanê avanekirina hikumetê ji her alî ve dibe sedema tirs û fikaran. Li qadê du hêz hene ku têkildarî hikumetê di daxwazên xwe de israr dikin: Yekîtî Hiştimanî Kurdistan (YNK) û Partî Demokratî Kurdistan (PDK). Di vê dosya xwe de em ê ji hikumeta destpêkê û vir ve pêvajoyên avakirina hikumetê yên li Herêma Kurdistanê bi bîr bixînin.

PIŞTÎ RAPERÎNÊ ENIYA KURDISTANÊ

Li dû Raperîna Adara 1991’ê ku piştî Şerê Kendavê yê Yekemîn rû da, rêveberiya Iraqê ji ber biryara bi hejmara 688 a Neteweyên Yekbûyî ya Cotmeha 1991’ê û qedexeya li firînê ya hêzên hevalbend li bakurê paralela 36’an ragihandin, neçar ma ku yekîneyên xwe yên îdarî ji beşeke mezin a herêmê vekişîne. Bereya Kurdistanê valahiya îdarî ya piştî vê vekişînê dagirt û ji bo Kurdan demeke pratîkî ya xweseriyê destpê kir.

Enî di salên 1987-1988’an de ji aliyê PDK, YNK, Partiya Gel a Demokratîk a Kurdistanê (KPDP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PASOK ve hate avakirin. Partiya Komunîst a Iraqê, Partiya Kedkaran a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (KSP) û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî beşdar bûn û bi vî rengî di sala 1992’an de veguherî sîwaneke ji 8 partiyan. Tevgera Demokratîk a Asûrî jî bû yek ji pêkhateyên eniyê.

Komîteyek ku ji aliyê eniyê ve hate avakirin bi Bexdayê re li ser xweseriyê dest bi hevdîtinan kir. Qanûna Hilbijartinê ya bi hejmara 1’ê ku di 8’ê Nîsana 1992’an de hate qebûlkirin, ferz kir ku 100 kursî ji temsîliyeta giştî re bê belavkirin û 5 kursî jî ji lîsteyên Xiristiyan re bê veqetandin. Ji bo palamenta ji 105 kursiyan benda ji sedî 7 a hilbijartinê hate danîn.

PDK’ê 437 hezar û 879 deng wergirt û gihîşt rêjeya ji sedî 45,27 ê dengan. YNK’ê bi 423 hezar û 833 dengan ji sedî 43,82 ê dengan bi dest xist. Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 5,08 ê dengan di binê bendê de ma. Partiya Sosyalîst a kurdistanê, Partiya Komunîst a Iraqê û Partya Demokratîk a Gelê Kurdistanê di bin benda hilbijartinê de man.

Piştî jimartina destpêkê PDK’ê 51 kursî, YNK’ê jî 49 kursî bi dest xistin. Lê belê piştî îtirazan PDK’ê kursiyek radest kir û bi vî rengî parlament bi rengê 50 bi 50 parçe bû. Parçebûn ji aliyê Konseyay Serokatiyê ya ji 8 kesan ve hate birêvebirin ku ji herdu partiyan 4 endamên xwe hebûn. Parlament 4’ê Hezîrana 1992’an li hev civiya û Cewher Namiq Salim weke serokê wê hate hilbijartin.

Parlmentê bi biryareke piraniya dengan têkiliyên xwe yên bi Bexdayê re li ser bingeha ‘Yekîtiya federal a di nava Iraqeke parlamenter û demokratîk de” pênase kir. Ev biryar wê bibûya belgeya destpêkê ya statuya federal ku kete nava Destûra Bingehîn a Iraqê ya sala 2005’an.

HIKUMETA DESTPÊKÊ: 1992-1993

Hikumeta destpêkê ku ji aliyê Fûad Masûm ê YNK’î ve hate avakirin, di 4’ê Tîrmeha 1992’an de li Hewlêrê dengê pêbaweriyê ji parlamentê wergirt. Serokwezaretî ji YNK’ê re, alîkariya serokwezîr jî ji PDK’ê re hate dayin. 15 wezîr jî di nava PDK û YNK’ê de ji bo her yekî ji wan şeş wezîr hate parvekirin. Wezaretek jî ji Partiya Komunîst a Iraqê, Tevgera Demokratîk a Asûrî û serbixwe re hate hiştin.

Di nava hikumetê de wezaretên karên derve û parastinê tine bû. Wezîrê Karên Pêşmergeyan bi pratîkî karê wezîrê parastinê kir. Enqere, Tehran û Bexdayê hikumet nas nekir. Wezareta Edaletê dema ku hikumet hate ragihandin vala bû. Ji ber ku helbestvan Şêrko Bêkes wezîrê çandê bû û Kafiye Silêman yekane jin bû di nava hikumetê de, ev yek bû du taybetmendiyên girîng ên hikumeta destpêkê.

HIKUMETA DUYEMÎN: 1993-1996

Hikumeta ku ji aliyê Kosret Resûl Alî ve di Nîsana 1993’an de hate avakirin, 25’ê Nîsana 1993’an dengê pêbaweriyê wergirt. Wezaret di nava partiyan de hate parvekirin û tenê Wezareta Edaleê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk re hate dayin.

ŞER Û HERÊMA BI DU PARÇEYAN HATE DABEŞKIRIN

Di navbera PDK û YNK’ê de 1’ê Gulana 1994’an şer destpê kir. Piştî ku YNK’ê sala 1994’an kontrola Hewlêrê bi dest xist, hikumeta hevpar di pratîkê de belav bû. PDK’ê 9’ê Îlonê Silêmaniye bi dest xist, YNK’ê jî 13’ê Cotmeha 1996’an bajar jinûve bi dest xist.

Piştî vê demê herêm bi du qadên rêveberiyê parçe bû. Hewlêr û Dihok kete destê PDK’ê, Silêmaniye û Germiyan jî kete destê YNK’ê. Li gel hemû hevdîtinên navbera aliyan heta sala 2006’an jî rêveberiya hevpar pêk nehat. Di vê pêvajoyê de rêxistinbûna îdarî bi modela du rêveberiyan dewam kir.

HIKUMETA SÊYEMÎN: 1996-2006

Rêveberiya Hewlêrê (PDK, 1996-1999): PDK’ê piştî ku Hewlêr bi dest xist di Îlona 1996’an de bi serokatiya Roj Nûrî Şaweys hikumeta xwe ava kir. Ji ber ku piraniya parlamenterên YNK’yî beşdar nebûn parlamenta ji 105 endaman bi beşdariya 67 endaman li Hewlêrê kombûna xwe dewam kir.

Rêveberiya Silêmaniyeyê (YNK, 1996-1999): Piştî ku herêm ji hev qut bû YNK’ê li Silêmaniyeyê bi serokkatiya Kosret Resûl Alî hikumeta xwe dewam kir. Rêveberî ji nifûsa 1 milyon 442 hezar û 979 kesî berpirsyar bû. Piştre Celal Talabanî di 20’ê Çileya 2001’ê de bi biryarnameya bi hejmara 9’an Berhem Salih weke Serokwezîr xist şûna Kosret Resûl.

HIKUMETA ÇAREMÎN: 2001-2006

Rêveberiya Hewlêrê (PDK, 1996-2006): Hikumeta ji 23 endaman a Nêçirvan Barzanî di 21’ê Kanûna 1999’an deng ji parlamentê wergirt. Hikumetê herêma Hewlêr-Dihokê ya ji nifûsa 1 milyon 868 hezar û 391 kesî bi rê ve bir.

Rêveberiya Silêmaniyeyê (YNK, 2001-2004): Celal Talabanî 20’ê Çileya 2001’ê bi biryarnameya bi hejmara 9’an Berhem Salih li şûna Kosret Resûl kir serokwezîr. Berhem salih serokatî ji hikumeta ji 19 endaman re kir. Salih piştre di 28’ê Hezîrana 2004’an weke Alîkarê Serokwezîrê Iraqê çû Bexdayê. Di navbera salên 2004 û 2006’an de rêveberiya Silêmaniyeyê di bin kontrola YNK’ê de ma.

2002-2006 dema kombûnê

Lîderên partiyan Barzanî û Talabanî 8’ê Îlona 2002’an li Şeqlawayê li hev kom bûn û çar komîteyên hevpar ava kirin. 4’ê Cotmeha heman salê li Hewlêrê parlament bi rûniştina hevpar li hev civiya. Ji YNK’ê 28, ji PDK’ê jî 29 wekîlan sond xwarin. Bi vî rengî parlament ji 51 endamên PDK’ê, 49 endamên YNK’ê û 5 wekîlên Asûrî-Keldanî pêk hat.

Di hilbijartinên Iraqê yên 30’ê Çileya 2005’an de Tifaqa Welatparêz a Demokratîk a Kurdistanê ku PDK, YNK û hin partiyên din di nav de bûn bi rêjeya ji sedî 25,73 ê dengan ji 275 kursiyan 75 kursî bi dest xistin. Celal Talabanî 7’ê Nîsana 2005’an weke Serokkomarê Iraqê sond xwar.

Heman rojê li Herêma Kurdistanê di hilbijartina parlamentê de pêşbirk ji bo 111 kursiyan hate kirin. PDK’ê 40, YNK’ê 38, Yekgirtû Îslamî 9, Komele 6, Lîsteya Kedkaran kursiyek bi dest xistin. Parlament 4’ê Hezîrana 2005’an li hev civiya. Mesûr Barzanî 12’ê Hezîrana 2005’an di dengdanê de weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

Li gorî peymana ku herdu partiyan 21’ê Çileya 2006’an li Hewlêrê di rûniştina awarte ya parlamentê de îmze kirin, serokwezaretiya destpêkê ji PDKK’ê re, serokatiya parlamentê jî ji YNK’ê re hate dayin. Li hev hate kirin ku piştî du salan ev wezîfe bi dorvegerîn dest biguherîne. PDK û YNK’ê wezaret li hev payê kirin, ku 11 bû para her yekî ji wan. Wezaretên mayî jî ji partiyên din re hate hiştin.

Wezaretên Karên Hundir, Maliye, Edalet û Pêşmergeyan ku di nava du rêveberiyan de ji hev cuda hatibûna vakirin, biryara hate dayin ku di nava salekê de bibin yek. Lê belê yekbûn heta sala 2009’an nekarî temam bibe. Avaniya yekîneyên pêşmergeyan a bi ser du partiyan ve heta Îlona 2026’an dewam kir.

HIKUMETA PÊNCEMÎN: 2006-2009

Hikumeta destpêkê ya yekbûyî 7’ê Gulana 2006’an bi yekdengiya 111 parlamenteran dengê pêbaweriyê wergirt. Newşirwan Mustefa ku sala 2006’an ji YNK’ê qut bû, di hilbijartinên parlamentê yên 25’ê Tîrmehê de beşdarî nava Tevgera Goran bû. Tevgera Goran di hilbijartina destpêkê de bi rêjeya ji sedî 23,72 ê dengan 25 kursî bi dest xist. Lîsteya Kurdistanê ya hevpar a ji PDK û YNK’ê ji sedî 57,37 ê dengan bi dest xist û PDK’ê 30 kursî, YNK’ê jî 29 kursî bi dest xistin.

Heman rojê bi dengdana gel a yekser Mesûr Barzanî di hilbijartina serokatiya herêmê de ji sedî 69,6 ê dengan wergirt û bi ser ket.

HIKUMETA ŞEŞEMÎN: 2009-2012

Di vê pêvajoyê de li gorî lihevkirinê serokwezaretî derbasî YNK’ê bû. Mesûr Barzanî 30’ê Îlona 2009’an Berhem Salih ji bo avakirina hikumetê wezîfedar kir. Hikumeta Salih di 26’ê Cotmeha 2009’an de dengê pêbaweriyê wergirt. Berhem Salih hejmara endamên desteya wezîran ji 42’an daxist 21’ê û ji PDK û YNK’ê hikumetek ava kir.

HIKUMETA HEFTEMÎN: 2012-2014

Ji bo meqama serokwezaretiyê ku jinûve derbasî PDK’ê bû Nêçirvan Barzanî 17’ê Sibata 2012’an weke serokwezîr hate hilbijartin. Hikumetê 5’ê Nîsana 2012’an dengê pêbaweriyê wergirt û di 6’ê nîsanê de sond xwar. YNK û PDK’ê di 30’ê Hezîrana 2013’an de qanûna bi hejmara 19’an derxist. Bi qanûnê re dema serokatiya herêmê ku ya Mesûd Barzanî wê 20’ê Tebaxa 2013’an de biqediya, heta 19’ê Tebaxa 2015’an hate dirêjkirin.

Di hilbijartinên 21’ê Îlona 2013’an de PDK’ê 38 kursî, Goran 24 kursî, YNK’ê 18 kursî bi dest xist. Yekgirtû 10, Komele jî 6 kursî bi dest xistin. Çar partiyên muxalefetê jî ji bo her yekê ji wan kursiyek bû para wan. Ji bo Tirkmen û Asûrî-Surynaiyan 5, ji bo Ermenan jî kursiyek weke kota hate dayin.

HIKUMETA HEYŞTEMÎN: 2014-2019

Piştî hilbijartinê ji bo avakirina hikumetê heyşt mehan hevdîtin hatin kirin. Pênc partiyên serwer li hev kirin ku Serokwezaretî û Wezareta Karên Hundir ji PDK’ê, serokatiya parlamentê û Wezaretên Pêşmerge û Maliyeyê ji Tevgera Goran, alîkariya serokwezaretiyê ji YNK’ê re be. Hikumetê 18’ê Hezîrana 2014’an sond xwar.

DAÎŞ’ê di Hezîrana 2014’an de Mûsil bi dest xist. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de hêzên pêşmerge yên PDK’ê ku li Şengalê bûn ji herêmê vekişiyan û DAÎŞ’ê li dijî Êzidiyan dest bi qirkirinê kir. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin û zarok hatin revandin.

PDK’ê di dema protestoyê mûçeyan ên Cotmeha 2015’an de Tevgera Goran ji şewitandina buroyên PDK’ê berpirsyar dît û eşkere kir ku ew serokatiya parlamentê nas nake. Wezîr nekarîn bikevin hundirê wezaretan û li şûna wan hin kesên din hatin tayînkirin. Tevgera Goran diyar kir ku tayînkirinên bêyî parlamentê hatiye kirin rewa nîne. Ji Cotmeha 2015’an heta bi 15’ê Îlona 2017’an parlament nekarî bicive.

Goran û Komele 20’ê Kanûna 2017’an di dema protestoyên nû yên mûçeyan ên li Silêmaniyeyê de bi fermî xwe ji hikumetê vekişandin. Lİ gel vê yekê hikumeta 8’emîn heta 2019’an wekke hikumeta PDK û YNK’ê wezîfe kir.

HIKUMETA NEHEMÎN: 2019-

Hikumeta Mesrûr Barzanî ya ji nûnerên PDK, YNK, Goran, Tirkmen û Xiristiyan 10’ê Tîrmena 2019’an dengê pêbaweriyê wergirt. Vala Ferîd a PDK’yî di 18’ê Sibata 2019’an de weke seroka destpêkê ya jin a parlamentê hate hilbijartin. Di 11’ê Tîrmeha 2019’an de şûna xwe ji Rewaz Fayiq a YNK’î re hişt. YNK’ê 26’ê Cotmeha 2022’an dest bi boykotkirina civînên Desteya Wezîran kir. Piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî boykot di 14’ê Gulana 2023’an de bi dawî bû. Tevgera Goran 10’ê Cotmeha 2024’an biryar da ku xwe ji hikumetê vekişîne.

Parlamenta Kuridstanê dema xwe ya wezîfeyê Cotmeha 2022’an ji bo salekê dirêj kir. Hilbijartin çar caran heta 10’ê Hezîrana 2024’an hate taloqkirin. Hikumeta Bilind a Federal a Iraqê hikum da ku dirêjkirina dema wezîfeyê ya heta 30’ê Hezîrana 2023’an li dijî destûra bingehîn e û karên parlamentê yên wê demê hemû nederbasdar ragihand. Li ser vê yekê parlamenta ku erka xwe ya komîsyona hilbijartinê winda kir, hilbijartin bi Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê pêk anî. Bi heman biryara dadgehê herêm bi çar herêmên hilblijartinê yên weke Hewlêr, Silêmaniye, Dihok û Helebceyê hate dabeşkirin. Dema wezîfeyê ya çar salan a hikumeta nehemîn 10’ê Tîrmeha 2023’an bi dawî bû.

Di dosya din de wê xitimînên pêvajoya avakirina hikumetê û pêvajoya hilbijartinê ya herî dawî bê nirxandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Enternasyonalîst a Îtalî Anna R.: Azadî bi têkoşîna hevpar ava dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

Parêzvanên mafên mirovan ku li Enqere, Îzmîr û Stenbolê hatin cem hev, bal kişandin ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Divê Rêber Apo jî heyeta wî jî biçin Meclîsê

Dûran Kalkan got, çawa ku bi her kesî re li Meclîsê hevdîtin tê kirin, divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Konvoya gel a sêyemîn ji Silêmaniyeyê bi rê ket

Konvoya gel a sêyemîn ji bo tevlîbûna li seferberiyê ji Silêmaniyeyê ber bi Rojava ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Altûn ê 30 salan girtî ma: Divê desthilatdarî dawî li polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê bîne

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo şehîd Bêrîtan li bajarên Rojava merasîma bîranînê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?