Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk zêdetir bûn
Kurdistan

HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk zêdetir bûn

HPG-NRÇ’ê, da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî hêzên gerîla bi taybetî bi gazên kîmyewî û çekên qedexekirî zêdetir bûne. HPG-NRÇ’ê, ragihand ku ew bi armanca parastinê çalakiyên bersivdayînê lidar xistine.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) got: ‘’Em di salvegera 100’emîn a şehadeta pêşengê mezin ê gelê me Şêx Seîd û hevalên wî de ku ji bo doza azadiya Kurd û Kurdistanê bi cesaret û biryardariyeke mezin ber bi sêdareyê ve çûn, wan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em doza hebûn û azadiyê ya pîroz ku gelê Kurd ev sed sal in bi dayîna bedêlên gelekî mezin bi rê ve dibe, bi rêzdarî silav dikin û weke neferên fedaî yên vê dozê dilsoziya xwe diyar dikin.

Têkoşîna azadiyê ya nîvsedsalî ya Tevgera Apoyî, tê wateya hilanîna tola Şêx Seîdan ku gotibû ‘wê neviyên min teqez tola min hilînin’ û şehîdên ku qîrîna wan li çar aliyên Kurdistanê olan daye. Bêguman yek ji neviya herî wêrek, leheng û fedaî ku Şêx Seîd ê rûspîyê gelê me qal dikir, hevrêya me Zîlan (Zeynep Kinaci) ê ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedaî pêk anî. Em pêşenga xwe ya fedayî hevrê Zîlanê di 29’emîn salvegera şehadeta wê de ku ji bo doza azadiyê di heman dîrokê de tevlî karwanê şehîdan bûye, bi bîr tînin û Roja Fedaîbûnê li gelê Kurd pîroz dikin.

Weke milîtanên fedaî yên Apoyî girêdayî soza xwe ya ji şehîd, gel û Rêbertiya xwe re; diyar dikin ku em bi biryar in heya dabînkirina azadiya gelê xwe û Rêbertiya xwe em ê girêdayî xeta şehîdan bi ruhê fedaî yê Apoyî têkoşîna xwe bilind bikin û bidomînin.’’

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ÊN BI ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ ZÊDE BÛNE

Di daxuyaniya HPG-NRÇ’ê de ev tişt hatin gotin:

Di nava du hefteyên dawî de bi taybetî li herêma rojavayê Zapê, bejahiya navbera navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê û taxa Dêrelokê tev û her wiha li hemberî hêzên me yên li Metînayê êrîşên artêşa Tirk gelekî zêde bûne. Li gundê Sêgirê yê nêzî navçeya Amediyê û li qada me ya Girê Amêdiyê ku li jora gundê Sêgirê ye bi çekên kîmyewî pêleke êrîşa tinekirinê li hember hêzên me hat destpêkirin. Me berê jî di vê mijarê de daxuyanî û hişyariyên xwe ji raya giştî re dabûn. Lê belê êrîşên artêşa Tirk li van herêman zêdetir û bênavber bûne. Ji bo ancam bigre hê bêhtir giranî daye êrîşên bi çekên kîmyewî û ev êrîş didomin.

Me jî di 24 û 26’ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk ên li vê herêmê ku li ser bingeha tinekirinê êrîş kir, operasyonên bersivdayînê lidar xistin.

Em dubare diyar dikin; hêzên me girêdayî pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye îlankirin û têkildarî vê yekê girêdayî biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ne. Tevî ku têkoşîna çekdarî hatiye sekinandin jî bi taybetî jî li herêma Amediyê fermandariya artêşa Tirk bi dijwarî û tim û tim çekên kîmyewî ên ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin û weke sûc in bi kar anîn û li hemberî vê yekê me jî di 24 û 26’ê Hezîranê de mafê xwe yê bersivdayînê bi kar anî. Têkildarî hesasiyeta pêvajoyê em a niha dîmenên vê çalakiyê yên berfireh û zirarên artêşa Tirk naweşînin.

Lê belê dixwazin vê yekê diyar bikin ku; berpirsê windahiyan û vê tabloyê fermandariya artêşa Tirk a li herêmê û zihniyeta wê ye ku li hemberî hêzeke çek berdane bi berdewamî çekên kîmyewî û teqemeniyên ku zirareke mezin dide, bi kar tîne. Divê were zanîn ku ger piştî vê operasyona me ya bersivdayînê û hişyariyê, artêşa Tirk erîşên xwe yên tunekirinê û bikaranîna çekên kîmyewî berdewam bike, em ê berê xwe bidin bersivdayîneke tundtir û girantir. Eşkere ye ku ev êrîş ku ji aliyê hin derdorên rantparêz û li dû qehremaniyên erzan ve ji bo berjewendiyên takekesî têne kirin, di heman demê de têkildarî têkbirina pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin û ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê ye, destwerdaneke cidî ye. Ji ber vê yekê em xwedî maf in ku li hemberî vê yekê bê deng nemînin, hêzên xwe biparêzin û bi awayê herî tund bersiva hewce bidin.

Hûrgiliyê êrîşên li ser hêzên me bi vî rengî ne;

Êrîşên artêşa Tirk;

Di navbera 21- 26’ê Hezîranê de, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 9 caran bi gazên kîmyewî û dronên tijî teqemenî hatin bombebarankirin.

27’ê Hezîranê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê pêşî bi teqemeniyên wêranker û dû re jî bi gazên kîmyewî yên dijwar hatine bombebarankirin.

Di navbera 21-26’ê Hezîranê de, li Herêma Metîna tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Bêşîlê û Dergelê 11 caran bi dronên tijî teqemenî hatine bombebarankirin.

Di navbera 20-26’ê Hezîranê de, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 18 caran bi hiltî, ekskavator û sondajê hewl hatiye dayîn bê hilweşandin.

26’ê Hezîranê, li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 15 caran bi hiltî, kepçe û sondajê hewl hatiye dayîn bê hilweşandin.

Di navbera 20 û 27’ê Hezîranê de, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna, li Herêma Garê qadên Girê Sîser, Girê Reşîd, Dêreşê, Girgaşê, Deşta Kafya, Mijê, Girê Kun, Girê Zengil, Zêvkê, Heftebax, Spîndarê, Sêdarê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bihar, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê bi çekên giran top û obusan bênavber hatin bombekirin.

Derbarê şehadeta Serhat Ceylan;

Welatparêzê qedirbilind Serhat Ceylan ê ji navçeya Bazîd a Agiriyê weke mêvan hatiye cem hêzên me. Lê belê di pêvajoya ku li ba me bû, ji ber guhertina şert û mercên hewayê hin nexweşiyên wî yên berê lê giran bûye û tevî hemû hewldanan nekariye bê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye. Ji ber Serhat Ceylan di nava xebatên welatparêziyê de jiyana xwe ji dest da em wî weke şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê qebûl dikin û xemgîniya xwe parve dikin. Em ji malbata welatparêz şehîd Serhat Ceylan, xizmên wî yên nêz û hemû gelê Bazîdê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Turkdogan: Têkildarî pêvajoyê temînateke yasayî şert e
Nûçeya Pişt re Dîmenê êrîşa artêşa Tirk a bi çeka qedexe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bîlançoya teqîna li Bender Abbasê giran dibe

Hejmara qurbaniyên teqîna li Bender Abbas a li Îranê bû 25, hejmara birîndaran jî hezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê, li nêzî navenda alîkariyê 47 kes hatin kuştin

Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê ragihand ku li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li wargeha Mexmûrê hilbijartina şaredariyê destpê kir

Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo hilbijartina hevşaredar û endamên encûmena şaredariyê dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?