Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê der barê êrişa li gundewarê Qamişloyê ya li dijî dewriyeya wan de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Du çekdarên nenas ku li motorsîklêtê bûn, îro esirê li beramberî Zanîngeha Qurtuba ya li ser rêya M4 ya li nêzê xaçerêya Ebara ya Qamişloyê gule avêtin dewriyeya hêzên parastina tesîsan.
Di êrişê de endamê me Ebdulezîz Feysel Hesen (18) şehîd bû û du hevalên wî yên karmendên şirîketa Cizîrê ya petrolê birîndar bûn.
Li ser daxwaza rêveberiya şirîketê, her du karmend bi dewriyeya endamên ewlehiya tesîsan re bûn da ku wan bighînin koma bi tankerên petrolê re.
Her du êrişkar reviyan.
Aliyên têkildar der barê êrişê de lêkolînê dikin.”

