Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Turkdogan: Têkildarî pêvajoyê temînateke yasayî şert e
Rojane

Turkdogan: Têkildarî pêvajoyê temînateke yasayî şert e

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku di nava heyeta bi Wezîrê Edalet re hevdîtin pêk anî de jî cih girtibû, got: ‘’Sedema bi giranî tevgerîna burokrasiya dewletê ew e ku pêvajoyê temînateke yasayî tune ye.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Piştî ku 10’emîn Paketa Darazê ya ji aliyê desthilatdariyê ve di bin navê ‘’Reforma Darazê’’ de hate derxistin, ji tu bendewariyan re nebû bersiv, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtina duyemîn pêk anî. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî di nava heyetê de cih girt.

Turkdogan têkildarî hûrgiliyên hevdîtinê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di hevdîtinê de mijarên weke binpêkirinên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û pêngavên hewce yên ji bo girtiyên ku înfaza wan bi awayekî kêfî hatine şewitandin, hatine nîqaşkirin.

‘BI TAYBETÎ EM LI SER REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ Û SEPANÊN ŞEWITANDINA ÎNFAZAN AXIVÎN!’

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan di despêka axaftina xwe de da zanîn ku ew di hevdîtina li gel  Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç de li ser mijarên weke binpêkirinên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û pêngavên hewce yên ji bo girtiyên ku înfaza wan bi awayekî kêfî hatine şewitandin, sekinîne.

Turkdogan diyar kir ku wan di hevdîtinê de bi taybetî ji Wezîrê Edaletê re aniye ziman ku pêvajo bi giranî dimeşe û destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkan egereke mirovî ye, ji bo vê yekê hewceyî bi guhertineke yasayî nîne û wan ev yek bi pratîkî ragihandine.

Turkdogan diyar kir ku wan aniye ziman pêajoya têkildarî girtiyên nexweş gelekî hêdî dimeşe û got: ‘’Me anî ziman ku ev yek rê li ber zêdebûna nexweşiyan jî vedike. Me ji Wezîrê Edaletê re diyar kir ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye, desthilatdariya siyasî piştgiriyê dide vê pêvajoyêlê belê hem daraz hem jî burokrasiya dewletê weke li holê pêvajoyeke nû tune ye tev digerin. Divê burokrasiya dewletê têkildarî vê biryardariya îradeya siyasî pêngavên hewce biavêje. Bi taybetî me ev yek bi bîr xist. Wezîrê Edaletê tevlî me bû û ji bilî mijarên ku guhertinên yasayî hewce dikin, daye zanîn ku di tiştên ku bikaribin werin kirin, di çarçoveyeke yasayî de werin kirin û ew ê van yekan dubare binirxînin.’’

‘LI VIR PIRSGIRÊKA SEREKE NEBÛNA TEMÎNATEKE YASAYÎ YE!’

Turkdogan anî ziman ku têkildarî mijara berbehs pirsgirêka sereke ew e ku burokrasiya dewletê hê jî dev ji hînbûniyên xwe yên berê bernedane û got: ‘’Sedema bi giranî tevgerîna burokrasiya dewletê ew e ku pêvajoyê temînateke yasayî tune ye. Ji ber wê yekê temînateke yasayî şert e. Ger temînata hiqûqî ya pêvajoyê bihata avakirin, bi min wê demê wê burokrasiya dewletê jî bi lez pêngav biavêta. Me ev kêmasî di hevdîtinê de anî ziman.  Wezîrê Edaletê jî bal kişand ser AKP’ê û anî ziman ku ev mijar partiyên siyasî eleqedar dike. Me jî diyar kir ku em têkildarî van yekan bi AKP’ê axivîne û AKP gelek mijaran ji payîzê re dihêle. Lê belê Serokê Meclîsê înîsiyatîf stend û beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê wê komîsyona meclîsê were avakirin. Bi ihtîmaleke mezin heya 15 Tîrmehê wê li Meclîsê komîsyonek were avakirin.’’

‘DEMA EM DIBÊJIN TMK HEMÛ KES DIKEVE NAVA WÊ YASAYÊ’

Turkdogan destnîşan kir ku dema ew behsa serbestberdana girtiyên siyasî dikin mijara FETO’yê datînin li pêşiya wan û ev yek anîn ziman: ‘’Dema em têkildarî rewşa girtiyên siyasî dikin tavilê Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) datînin li pêşiya me. Dibêjin ku li gorî TMK’ê sûc e. Sûcên di çarçoveya TMK’ê de hemû kesan eleqedar dike. Me jîdiyar kir ku divê ew jî kesên serî li tundiyê dane û nedane ji hev cuda bikin. Yanî a niha gelek rojnamevan, siyasetmedar, mafparêz, parêzer, serokên şaredariyan yên hatine hilbijartin, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsa bajêr û sendîkavan li girtîgehan tên girtin û tu eleqeya wan bi tundiyê tune ye. Hemû tiştên ku me anîn ziman not girtin. Di hevdîtinê de mijara me bi temamî pirsgirêkên sepanî bûn ne yasa bû. Ji ber ku me beriya niha jî li ser vê yekê nîqaş pêk anîn lê belê mixabin ku me encamek bi dest nexist.’’

‘ÇIMA ÎNFAZA KESÊN 30 SALÎ LI GIRTÎGEHÊ MAYE WERE DIRÊJKIRIN?’

Ozturk Turkdogan diyar kir ku ew li ser mijara pirsgirêka şewitandina înfazan jî sekinîne û got: ‘’Bo nimûne hin kes 30 salî li girtîgehê mane. Ma çima înfaza kesên ku 30 salî li girtîgehê maye, were dirêjkirin? Kesên ku 30 salên xwe tije kirine û ev sê sal in înfaza wan tê dirêjkirin hene. Me xwest em vê yekê bînin ziman. Wan jî ev yek li ba xwe not girt. Me ji hin mijarên di hevdîtina meha Nîsanê de encamek nestand. Ji ber vê yekê me di vê hevdîtinê de behsa wan mijaran nekir. Bo nimûne yek ji wan mijaran Mafê Hêviyê bû. Ji ber wê me di vê hevdîtinê de qala Mafê Hêviyê nekir. Zêdetir em li ser rewşa girtiyên nexweş, rewşa girtiyên înfaza wan tê şewitandin û sepanên sewqkirin û sirgûnê yên gelekî spesîfîk.  Yanî em li ser mijarên ku divê di pratîkê de werin çareserkirin, axivîn.  Her wiha me mijara Girtîgehên Weke Bîran xist rojevê. Me bi bîr xist ku girtî  di greva birçîbûnê de ne. Em zêdetir li ser mijarên ku girêdayî wezaretê werin çareserkirin rawestiyan. Em ê piştre van mijaran li gel rayedarên wezaretê bi berfirehî dubare nîqaş bikin.’’

‘NEDABÎNKIRINA TEMÎNATA HIQÛQÎ RÊLI BER BERDEWAMKIRINA HÎNBÛNIYÊN BERÊ YÊN BUROKRASIYA DEWLETÊ VEDIKE!’

Turkdogan da zanîn ku ger li Meclîsê komîsyon were avakirin wê binesaziyeke siyasî jî pêk were lê belê têkildarî pêvajoyê hêjî yasayên ku temînata hiqûqî bidin, nehatine derxistin û got: ‘’Nedabînkirina temînata hiqûqî dibe sedem ku burokrasiya dewletê û hikûmet  hînbûniyên xwe yên berê bidomînin. Dabînkirina temînata hiqûqî bes ne ji bo pêşketina pêvajoyê di heman demê de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî gelekî girîng e.  Rewşa a niha baş nîne û em rexneya vê yekê tim li hikûmetê dikin jî. Jêre dibêjin ku dev ji van sepanan berdin. Çimkî ji ber van sepanan baweriya gel ji pêvajoyê re namîne. Baweriya gel dikare bes bi berfirehkirina qada azadiyê were dabînkirin. Lê belê ger hûn zextê li muxalefetê bikin, hûn nikarin bi berfirehî piştgiriya gel bistînin.  Me ev rexne hemû anîn ziman. Hê jî gelek hevalên me girtî ne. Me ev yek hemû anîn ziman.’’

‘JI BILÎ DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ TU RÊYÊN DESTHILATDARIYÊ TUNE NE!’

Ozturk Turkdogan bal kişand ser girîngiya aşitiyê û wiha pêde çû: ‘’Em hemû piştgiriyê didin pêvajoya aşitiyê. Lê belê li gel aşitiyê divê em demokratîkbûyînê jî bînin. Yan na em bi vî awayî nikarin baweriya gel a ji bo pêvajoyê bi dest bixin. Baweriya ji bo pêvajoyê hê jî di bin sedî 50’yî de ye. sedema vê yekê polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê ne. DEM Partî tim li dijî vê yekê derketiye û derdikeve jî. Ji ber wê yekê li gel pêkahatina aşitiyê em hewl didin  ku Tirkiye xwe ji otorîterbûnê rizgar bike.  A niha tevgera Kurdan vê yekê pêk tîne. Birêz Ocalan vê yekê dike. PKK fesix kir û biryara çekdanînê da girtin, wêbêçekdarbûna bi temamî pêk bîne ku desthilatdarî êdî nikare wan bike hincet. Ji ber vê yekê ji bilî demokratîkbûyînê tu rêyên desthilatdariyê tune ne. Heya aşitî pêk neyê guherîna demokratîk jî pêk nayê. Baş e emê aşitiyê bi kîjan desthilatdariyê re pêk bînin? Em ê rêveberên dewletê qanih bikin. Bêyî pêkanîna aşitiyê demokrasî pêk nayê. Ji ber wê yekê em ne tenê ji bo aşitiyê di heman demê de ji bo avakirina civakeke demokratîk jî hewl didin. Têkoşîna demokratîkbûyînê dimeşînin.  Divê neyê jibîrkirin ku weke DEM Partiyê em hem partiya têkoşînê ne hem jî partiya muzakereyan e.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî li Emerîkayê dest bi hevdîtinan kir
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk zêdetir bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Helebê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re xwest

Şêniyên şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî da malbatên sê şehîdan û dilsoziya xwe ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

Rêxistinên jinan û Tora 8'ê Adarê giliyê wî meleyî kirin ku bêhurmetî li şervanên jin…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê bilind bikin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê ji bo rakirinat ecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?