Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) têkildarê 4’emîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li ser bingehê felsefeya Rêber Apo şîn bû, bilind bû û li giştî cihanê berbelav bû, di salvegera xwe ya 4’emîn de jî bêyî ku ji ruhê xwe tiştek winda bike, bi dînamîzmeke xurt jinan li derdorê xwe kom dike û roj bi roj rêxistinbûna heyî mezintir dike, berfirehtir dike. Di serî de jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li giştî Kurdistan û cihanê jin li qadan in û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî li şoreşa zêrîn derdikevin û dê derbikevin.
Di dîroka desthilatdariyê de sîstema mêrsalar bi hemû hêz û derfetê xwe her tim xwest rastiya jinê ku di her alî de çavkaniya jiyanê ye û heqîqeta mirovahî jîndar dike, tune bike. Her çiqasî ev sîstema ceberud, ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne serî li rê û rêbazên herî hovane da jî; jinan bi qetlîam, taciz, tecawiz û her cure kiryarên nemirovane re rû bi rû hişt jî, jin tu carî teslîm nebûn, serî ne tewandin. Di hemû merheleyên dîroka desthilatdariyê de jinên ku li hemberî vê sîstema mêrsalar li ber xwe dan û têkoşîn kirin, hebûn. Ango ev sîstem her çiqasî xwestibe tune bike jî kok û cewhera jinê ku jiyan ava dike û hêviya azadiyê geş dike, nekarî bi giştî tune bike. Lewma em dibêjin dîroka azadiya jin xwedî kokeke kevnar e û di hemû merheleyên wê de rastiyên pir dewlemend veşartî ye.
Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya bê emsal li hemberî dîrok, civak û bi taybet jî li hemberî jin mêzekirinekî wisa ava kir ku, bi ronîbûna dîroka jin civak roj bi roj nêzî rastiya xwe dibe û heqîqeta jiyanê careke din serweriya xwe bi dest dixe. Rêber Apo vê herikînê wek ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zindî kir. Ev, felsefeya jiyana nû ya azad e. Lewma dema ku 4 sal berê jina Kurd Jîna Emînî bi destê rejîma Îranê ya dagirker, qirker hate qetilkirin; di pêşengiya jinan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê civak rabû serhildanan û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di şexsê rejîma qirker a Îranê de, li hemberî giştî sîstema mêrsalar sekinî û hesab pirsî.
Ev serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş ketin roj bi roj geştir bûn, hîn bêtir bi rêxistin bûn û di giştî cihanê de berbelav bûn. Bi pêşketina pêvajoyê re êdî wisa lê hat ku giştî cihan di pêşengiya jinan de bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî, sîstema mêrsalar dînamîzmekî çalakiyan ava kir û di dîrokê de cara yekem felsefeyekî sînorên netew, ol, bawerî, çand û hwd derbas kir û giştî mirovahî girte hundirê xwe. Li hember vê rewşê hem texta rejîma dagirker-qirker a Îranê û hem jî texta sîstema modernîteya kapîtalîst a mêrsalar, hejiya û derzên ewqas mezin kete sîstema wan. Mirovahî careke din fam kir ku li hember her yek hêza hegemon, ya rastî li hember giştî sîstema modernîteya kapîtalîst yekane rê û alternatîf paradîgmaya Rêber Apo ye û ew jî li ser bingeha azadiya jin pêş dikeve. Ji bo vê jî sedsala 21’emîn sedsala jinê ye û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî di dîroka azadiya jinê de bû yek ji merheleyên esasî ku meşa azadiyê gihand qonaxeke nû.
Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi wate û rastiyên pir kur barkirî ye. Ev şoreş dînamîkekî heta dawî stratejîk e û her pêngavê ku pêş dikeve jî di her milî de îdeolojîk e. Em dikarin bêjin ku jinên Kurd ji bo giştî jinan pêşengî kir, rastiya hovane ya sîstema mêrsalar raxist ber çavan û li hember vê sîstemê çalakiyên cûr bi cûr pêk anî û bi berdewamî jî pêk tîne. Di van çalakiyan de sekna rêxistinî ku pêş ket, daxwazên îdeolojîk ku hatin ziman û asta xweparastinê ku derket holê careke din nîşanê me da ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şoreşeke pir milî ye û dijmin di her çar aliyan de tengav dike. Ev dijminê ku tengav bûye û vê şoreşê ji bo xwe wek metirsiya herî mezin dibîne bi rê û rêbazên herî bêpîvan û bêexlaq êrişê jin û civakê dike. Ji bo vê jî pêwîste bê rawestan daxwazên xwe ya azadî û demokrasî biqêrin, di hemû qadên jiyanê de hîn bêtir xwe rêxistin bikin û her tim têkoşînê xurt bikin.
Di dawî de em wek HPJ dibêjin ku pêwîste hemû jin xwedî li destkeftiyên ku, Rêber Apo ji bo şoreşa jin ava kiriye derkevin. Bi ruhek yekgirtî, bi rêxistinbûnek xurt, bi hezkirinek mezin em xwedî li van demên şoreşê derkevin, da ku serkeftinê bi dest bixin. Dema wê hatiye ku em parastina rûmet, welat û şoreşa xwe bikin. Ev erk û berpirsyariya her yek ji me ye û ji ber vê jî pêwîste her kes, xwedî rol û mîsyona xwe ya demê derkeve. Di xeta fermandar Aryen Arêyan de xwedî derketina nirxên şoreşê û şehîdên vê dozê telîmatên vê rastiyê ne. Ji bo wê jî xwedî li armanc û xeyalên şehîdên vê pêvajoyê derketin erkekî sereke ye. Li ser van bingehan divê hemû jinên li qadan xwedî parastinek xurt bin û heta dawî yekgirtî bin.”

