În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Hunera Mizgîn wê 24’ê Cotmehê li Kolnê konserê lidar bixe
Çand û Hûner

Hunera Mizgîn wê 24’ê Cotmehê li Kolnê konserê lidar bixe

Di konsera "Aştî û Civaka Demokratîk" de ya ku Hunera Mizgîn lidar bixe, Nûarîn, Xecê, Firmesk û Berfîn Mamedova wê hunera xwe ya folklorîk, pop û protest pêşkêş bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Êvara Înê, 24’ê Cotmehê wê li bajarê Koln ê Elmanyayê konsereke bi kelecaneke bilind bê lidarxistin. Di konserê de ku Hunera Mizgîn bi rêxistin dike, wê Nûarîn, Xecê, Firmesk û Berfîn Mamedova derkevin ser dikê. Konser wê li navenda bajêr li Sartory Ostermann Saalê pêk were.

Hunermendên ku bi rengê folklorîk, pop û protestê distirên, ji niha ve kelecan xistine nava dilê muzîkhezan. Lorîna Şewaqî ji ajansa me re axivî û got, “Ez li stranên Xecê gelekî guhdarî dikim. Lê belê çar hunermendên jin ên bên konserê ji bo min bûne kelecaneke cuda. Her yek ji wan bi rêbaza xwe rengekî cuda yê muzîkê ne. Wê bibe cihê kêfxweşiyê ku wan di heman şevê de li ser dikê bibîne.”

Gulêya Heso jî ji bo konserê got, “Ez li Dortmundê dimînim. Dema ku bi konserê hesiyam gelekî kêfa min hat. Ji ber ku ez heyranê muzîka popê me. Min tenê li ser platformên dîjîtal li Firmeskê guhdarî dikir. Yekemcar ez ê bi rengekî zindî lê temaşe û guhdarî bikim. Her wiha tiştekî bedew e ku konser diyarî aştiyê hatiye kirin. Daxwaz û armanca me hemûyan e ku gelê Kurdistanê bibe xwedî statu û gelê me bi mafên xwe yên neteweyî azad bibe.”

Xecê ku bi stranên xwe yên “Xezal”, “Gulê”, “Pismamo” û “Kêfa min ji te re tê” kete dilê bi milyonan mirovî, dîmenekî kurt kişand û bang li heyranên xwe kir ku beşdarî konserê bibin. Xecê got, “Guhdarên min ên ezîz, ez ê jî beşdarî konsera 24’ê Cotmehê bibim ku Hunera Mizgîn lidar dixe. Werin em bi hev re demeke xweş, bi kêf û bi coş derbas bikin.”

Yek ji hunermendên ku di konserê de derkevin ser dikê Firmesk e. Firmesk ku bi dengê xwe yê zelal û ji dil bi zaravayê Soranî distirê, helbesta Kurd a hemdem bi muzîka popê vedibêje. Hunermenda ji Mahabadê ji ber qedexeya dewleta Îranê neçar ma derbasî Silêmaniyeyê bibe û piştre jî neçar ma ku berê xwe bide Elmanyayê. Hunermend hunera xwe bi rêya konseran dewam dike. Bi taybetî jî bi strana xwe ya bi navê “Dardî Darun” deng veda.

Berfîn Mamedova jî muzîkhez vexwend konserê. Hunermend ku ji Kurdên ji Kazakistanê ye, bi stranên xwe yên protest tê naskirin. Hunermend Berfîn Mamedova dîmenek parve kir û heyranên xwe vexwend konserê: “Di 24’ê Cotmehê de ez ê tevlî konsera Aştî û Civaka Demokratîk bibim. Konserek e ku Hunera Mizgîn lidar dixe. Em li benda we ne.”

Hunermendeke din ku wê derkeve ser dikê Nûarîn e. Hunermend Nûarîn ku bi performansa xwe ya li ser dikê gelekî tê hezkirin bi albûmên xwe yên bi navê “Bes e Berxê” û “Hêvî” hatibû naskirin. Hunermend Nûarîn ku meqamên Kurd ên otantîk û awaza modern bi rengekî serketî digihîne hev, li saziyên çanda Kurd xizmetê dide.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mafê tedawiyê yê Zeynep Celaliyan tê astengkirin
Nûçeya Pişt re DMME’yê 253 milyon euro cezayê tezmînatê li Rûsyayê birî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Korûcû: Aştî daxwaza her beşa civakê ye

Rojnamevan û nivîskar Serdar Korûcû anî ziman ku rûbirûbûneke rasteqîn bi Pogroma 6-7'ê Îlonê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Îfadeya sûcdarê sêyemîn ê doza kuştina Hakan Tosûn weke şahid hatiye girtin!

Parêzerê malbata rojnamevan Hakan Tosûn Onûr Çîngil, diyar kir ku kesê sêyemîn ê bi navê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cezayê hepsê li dayik û bavê Berkîn Elvan hate birîn

Bi îdîaya “heqaret li serokkomar kirine” cezayê hepsê li dayik û bavê Berkîn Elvan hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?