Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Îbrahîm Şêxo: Bêdengiya navdewletî karesateke mezin bi xwe re tîne
Rojava

Îbrahîm Şêxo: Bêdengiya navdewletî karesateke mezin bi xwe re tîne

Endamê Rêveberiya Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo diyar kir ku koçberiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmê ber bi keraseteke mezin ve dibe û tekez kir ku bêdengiya aliyên navdewletî wê rewşê aloztir bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Endamê Rêveberiya Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo li ser rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.  Îbrahîm Şêxo diyar kir ku êrîşên dawî yên li Dêr Hafir, Meskene, Sirîn û Tebqayê ku kampên koçberên Efrînê lê hebû, herêmê ber bi karesatekê ve dibe.

Îbrahîm Şêxo di nav axaftina xwe de diyar kir ku zêdetirî 40 hezar koçberên Efrînê li kampên Tebqayê hebûn û wiha got, “Zêdetirî 40 hezar koçberên ku bi darê zorê ji Efrînê derketiye li kampên Tebqayê hebûn û piraniya wan jin û zarok bûn. Lê neçar man ku careke din ji wan kampên Tebqa û Reqayê jî koçber bibin û berê xwe dan bajarê Qamişlo û Amûdê. Her wiha piştî îdîayên ku wê êrîş ser bajarê Hesekê jî hebin, gelê Hesekê û gelên koçberî Hesekê bûne careke din berê xwe dan herêmên din.”

HEYVA SOR A KURD Û GEL ALÎKARIYÊ DIKIN

Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de got ji ber bêdengiya navdewletî rewş aloztir dibe û wiha domand, “Ji bo ku koçber werin bicihkirin hemû dibistan, mizgeft û navendên ku dikevin xizmeta gel hati vekirin. Li aliyê din di nav vê rewşa hewaya sar de pirsgirêka sotemeniyê jî heye. Hemû alîkariyên ku ji bo gelê koçber tên kirin ji înîsiyatîfên gel û herêmî, Heyva Sor a Kurd û alîkariyên ji saziyên Başûrê Kurdistanê ne. Hejmara zêde ya koçberan û zehmetiyên heyî li kêleka wê bêdengiya aliyên navdewletî vê rewşê zehmetir dike.”

‘DIVÊ ALIYÊN VANDEWLETÎ JI VÊ REWŞÊ RE BIBIN BERSIV’

Îbrahîm Şêxo di nav axaftina xwe de eşkere kir ku divê aliyên fermî ên navdewletî ji vê rewşê re bibin bersiv û wiha domand, “Her çiqas li gorî derfetên heyî alîkarî ji bo gelên koçber tên kirin jî divê aliyên navdewletî jî ji vê rewşê re bibin bersiv. Bi taybetî ji bo gelê Efrînê divê li ser dosyeya koçberên Efrînê were sekinandin. Ji ber ji despêka dagirkirina Efrînê ve û heta niha siyaseta koçberkirina bi darê zorê tê meşandin. Her wiha li aliyê din gelê Efrînê yê ku li herêma Şehbayê li ber xwe dan, alîkarî ji aliyên navdewletî ve ji wan re nehate kirin. Niha eynî rewş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê jiyîn.”

‘BI AWAYEKE LEZGÎN PÊDIVIYÊN KOÇBERAN PÊK BÎNIN’

Di dawiya axaftina xwe de Endamê Rêveberiya Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo wiha got, “Bêdengiya navdewletî li hember sûc û kiryarên ku tên kirin hevkariyekê di binî re dide xuyakirin. Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navdewletî bi erk û berpisyartiyên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û bangên lezgîn ji bo neteweyên yekbûyî bikin ku bi awayeke lezgîn pêdiviyên koçberan pêk bînin. Paşguhkirina van bangan karesateke mirovî ya mezin bi xwe re tîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kaya: Banga korîdora jiyanî bi dengekî bilindtir bikin
Nûçeya Pişt re Platforma Tenduristiyê ya Amedê: ‘Şer pirsgirêkek tenduristiya gel e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêx Xezal Xezal: Sûriye bûye qada tesfiyekirina hesabên mezhebî

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diaspoaryê Şêx Xezal Xezal diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin

Tora Jinên Pêşerojê Dihûnîn careke din li hemberî hovîtiya şerê faşîzma dewlet û terorê, “berxwedana…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Erzînganê bi pileya 5.0 erd hejiya

Li navçeya Kemah a Erzînganê bi mezinahiya 5.0 erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?