Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji Amedê ber bi Enqereyê ve ‘Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk’
Kurdistan

Ji Amedê ber bi Enqereyê ve ‘Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk’

Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk wê ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi 'Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk' bê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de wê sibe li Enqereyê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk “Çareseriya Demokratîk û Meşa Azadiyê” were destpêkirin. Deklarasyona meşê li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat hat eşkerekirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) Pinar Sakik Tekîn û Kerem Canpolat û endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn.

Metna deklarasyona ya bi kurdî ji hêla Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û ya bi tirkî ji hêla aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sarili ve hate xwendin.

Metna deklarasyonê wiha ye:

“Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Di navenda vê pêvajoyê de Rojhilata Navîn û welatê me cih digre. Lê, em dizanin ku bandora wê cîhanî ye. Ji ber vê yekê ev pêvajo weke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê binavkirin. Serkêşiya vî şerî hezên hegemonîk dikin. Feraseta netewe dewletê sed sal in xaka Kurdistan û Anatoliyayê dorpêç kiriye. Ziman, çand, bawerî û nirxên gelan înkar dike. Di sedsala dawîn de du şerên cîhanê pêk hatin. Di her du şeran de li dijî gelan komkujiyên mezin pêk hatin. Niha jî şerê sêyemîn heye. Bîlançoya vî şerî ji niha ve qet bi qet zêde bûye.

Pergala hegemonîk, ji bo korîdora enerjiyan veke, civak û dewlemendiyên Rojhilata Navîn hedef digre. Bi rêbaza ‘perçe bike û bi rêve bibe’ şerê xwe dimeşînin. Hêzên netewe dewletê hewl didin li ser Rojhilata Navîn dîzayneke nû bikin. Divê neyê jibîrikirin ku bi netewe dewletan çareserî pêk nayê. Li hemberî vê pergalê, divê Neteweya Demokratîk pêş bikeve. Pêşerojeke wekhev û azad bi Neteweya Demokratîk pêkan e. Heke şer dewam bike wê tevahiya herêmê belav bibe. Divê li ser vê axê aştî serdest be. Rêya aştiyê jî bi gavên demokratîk pêkan e.

Ji ber polîtîkayên şer, meseleya Kurd çareser nabe û gihiştiye asta cîhanî. Êdî ji bo pirsgirêka Kurd çareserî ferz e. Li hemberî vê pirsgirêkê li pêşiya Tirkiyeyê rêyek tenê heye. Ew jî çareseriya demokratîk e. Polîtîkaya red û înkarê ya Tirkiyeyê, şer kûr dike. Em dikarin li vî welatî demokrasiyê pêş bixin. Di makezagona 1921’an de hemû bawerî û nirxên gelan cih girtin. Niha jî em dikarin makezagoneke demokratîk ava bikin. Em dikarin têkiliya Kurd û Tirkan xurt bikin. Hezar sal beriya niha, dema Tirk hatin Anatoliyayê, Kurdan deriyê xwe ji wan re vekirin û bûn xwişk û bira.  Ji bo rizgariya Anatoliyayê Kurdan xwe feda kirin. Lê, piştre derî li ser Kurdan girtin. Kurd hatin înkarkirin. Ji ber vê yekê serhildanên Kurdan ne sedem in, encam in.

Ji ber pirsgirêka Kurd heya niha çareser nebû, şer belav bû. Heya niha gelek hikûmet û îktîdar hatin û çûn. Tevahiya wan ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd têk çûn. Ên ku xwestin vê meseleyê çereser bikin jî hatin tesfiyekirin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka Kurd mezin bû. Niha jî bûye pirsgirêkeke cîhanî û birîneke mezin. Ji bo ev birîn derman bibe, derfet afirîn. Lê, ji 1993’yan vir ve bi polîtîkayên şer hemû derfetên çareseriyê vala hatin derxistin. Li şûna aştiyê, şer pêş ket. Bi hezaran ciwan, keç û xort ketin bin axê. Bi her aliyê ve Tirkiye û Kurdistan têk çû. Ev têkçûyîn îro jî dewam dike. Em vê yekê dibêjin; li hemberî siyaseta şer rêyek tenê heye. Ew jî, naskirina îradeya Kurdan û aştiyeke bi rûmet e.

Birêz Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo cîhanê rêya çareseriyê nîşan dide. Birêz Ocalan bi rol û keda xwe muxatabê çareseriyê ye. Piştî 43 mehan, birêz Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de birêz Ocalan got; ‘Ger şert û merc amade bibin ez dikarim vê pêvajoyê li ser zemîneke hiqûqî û siyasî bimeşînim. Ji bo vê jî hêza min a teorîk û pratîk heye…’ Bi van gotinan birêz Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide. Gelê Kurd û siyaseta Kurd jî li pişt vê îradeyê disekine. Bi ser vê peyamê re 51 roj derbas bûn. Lê hê jî tu derfet nehatine amadekirin. Hêj jî tecrîd didome. Ji şûna çareseriyê, şer û derbeyên qeyûman didome. Li meclisê destê xwe dirêj dikin, lê li Kurdistanê şer mezin dikin. Anku gotin û pratîka wan hev nagrin.

Tirkiye her ku diçe ji aştiyê dûr dikeve. Şerê li Rojhilata Navîn berfireh dibe. Di vî şerî de Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Rojava dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi êrişan daxwaza aştî û demokrasî hedef tên girtin. Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e. Ev şoreş li dijî hovîtîya çeteyên DAIŞ’ê pêk hat. Şoreşa Rojava ji bo gelên cîhanê bû hêvî û bawerî. Di şexsê Rojava de Paradîgmaya Neteweya Demokratîk bi ser ket. Li Rojava daxwaza aştî û azadiyê ya gelan bi ser ket. Ji ber vê yekê, hedefgirtina Rojava wê şerê li herêmê mezintir bike. Di şexsê Rojava de gef li çareserî û demokrasiyê tê xwarin.

Di vê pêvajoyê de divê çareserî pêş bikeve. Divê Tirkiye dev ji siyaseta şer berd e. Dijmintiya li dijî Kurdan êdî encam nade. Dibêjin ‘Kurd çi dixwazin?’ Bersiva me zelal e; Kurd demokrasî, azadî û aştiyeke bi rûmet dixwazin. Gava vê ya ewil jî rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan, ji bo Pirsgirêka Kurd çareser bibe, ji bo demokrasi û aştiyeke bi rûmet kedeke mezin dide. Ji bo birêz Ocalan ‘hêza xwe ya teorîk û pratîk’ nîşan bide, divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin.

Divê ji bo çareseriyê meclis jî rista xwe bilîze. Ji bo meseleya Kurd çareser bibe hem birêz Ocalan hem jî siyaseta Kurd her tim meclisê wek navnîşan nîşan didin. Ji ber ku înkarkirina Kurdan ji ewil li meclisê dest pê kir. Ev înkar bi zagon û makezagonan heya îro dewam kirin. Ji ber vê yekê jî navnîşana çareseriyê ji ewil meclis e.

Ji bo meclis vê rista xwe bilîze, dostên Kurdan di 16’ê Kanûnê de li Stenbolê daxuyaniyeke girîng dan. Ev daxuyanî ji bo me jî pir girîng e. Em piştgirî didin vê daxuyaniyê. Ji ber vê yekê em ê jî dest bi ‘Meşa Azadiyê û Çareseriya Demokratîk’ bikin. Meşa me, wê di 16’ê Kanûnê de dest pê bike. Em ê ji Amedê heya Enqereyê bimeşin. Piştî Amedê meşa me wê bi Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê bidome. Herî dawî, di 20’ê Kanûnê de em ê li Enqereyê kom bibin.

Ên ku aştî û çareseriya demokratîk daxwaz dikin, bila werin tev li vê meşa bi rûmet bibin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê em Meclisê û siyaseta Tirkiyeyê jî vedixînin rista wê ya dîrokî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nûnerê NY’ê yê Sûriyeyê Pedersen hat Şamê
Nûçeya Pişt re Li ser sînorê Rojava çalakiya nobedê ya li dijî dagirkeriyê di roja 3’yemîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Qusey Salih hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Salih El Kirdî li Goristana Şehîdan a Şedadê bi merasîmekê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Wê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinên Başûrê Kurdistanê bikin

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ji bo ewlehiya hilbijartina Parlamentoya…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK: Me li Amedê bazirganekî narkotîkê ceza kirin

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Amedê bazirganekî narkotîkê binçav kirin û ceza…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?