În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Jİ BÎR NEKE TU KURDÎ!
Gotar

Jİ BÎR NEKE TU KURDÎ!

Kurdistan LEZGIYEVA
Kurdistan LEZGIYEVA Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

‘’Ji bo ku hûn bibin xwediyê armancek mezin, divê hûn xwediyê jiyanek mezin bin. Ruhê we wê mezin hîs bike. Ew ê azadiyê bibihîze, wê axê bibihîze… Mezinahiya mirov bi doza wî ve girêdayî ye û lihevhatina ku li hember doza xwe nîşan dide. Kesê ku vê yekê ji xwe re esas bigire û ji vê tawîzê nede mezin e.”Rêber Apo bi van gotinan balê dikşîne ser girîngiya armanc û têkoşîna kes ya di nava xwe de. 

Bêgûman ji bo mirov li ser koka xwe û bi zanebûna çandî, dîrokî, civakî ya welatê xwe rabe ev pîvanên kû Rêber Apo destnîşankirine xwedî girîngiyek mezin in. Lê di vê serdema ku weke her tiştî rastî jî hatine berovajîkirin û tine têne hesibandin gelo mirov çiqas dikare li hebûna xwe derkeve? 

Bi taybet dema mirov li welatên xerîbîye tê dinyayê, wek her hemwelatîyek wê erdnîgariyê bi çîrok û efsaneyên wî welatî mezin dibe bêyî ku di ferqê de be ji rastiya welatê xwe jî dur dikeve. Ji ber ku li dibistanên wî welatî hînî rastîyên hatî berovajî kirin dibe û bi wan tê fêrkirin. Ji ber zarok ne di temenên femkirin û ji hev derxistinê de ne, bêtir dikevin bin tesîra van nerînên ku li gorî îdeolojiya wan welata hatine avakirin. Di vê mijarê de ger çanda malbatî ne xurt be û li ser kevneşopiya resteqîn ya axa welatê xwe nehatibe kurkirin, ne mumkune ku bikaribe li himberî van êrişên îdeoljîk ku bi her awayî mirov ji rastiya xwe durdixe biparêze. 

Di vê rewşê de ger rastiya malbatê nebe ferqnake ku tu li Rûsya ango welatekî Ewrûpa hatibe dinê.

Ya girîng xwedî derketina li çand, dîrok û civakbûyina xwe ye. Di nava vê rastiya ku bi her awayî hatiye berovajîkirin da tişta ku tu bikî  xwedî derketina li rastîya xwe ye. Pergala ku êdî ne tenê civakê û malbatê, hucreyê herî biçûk ango ferdên malbatê jî dike qurbana têgeha netewe-dewletê hewil dide li ser vê rastiya ku hatiye berovajîkirin temenê xwe dirêj bike. Ji bo vê jî herî zêde pêdivî bi pêşxistina jiyana takekesî û asîmîlasyonê dibîne. Pergala ku di meşandina vê siyasetê de bûye pispor bêyî ku tu ferqbike te dikşîne nava xwe û roj bi roj gav bi gav te dihelîne û ji rastiya te dur dixe. 

Bi awayekî xwezayî bêyî ku em ferq bikin ev pergala ku li dijî civakbûyîn hatiye avakirin xwe bi mirov dide hezkirin, qebûlkirin û parastin. Ji ber vê yekê di nava civakên Rojavayî de li himberî vê pergala ku êdî yek ji dijminê herî mezin yê civakbûyînê ye têkoşîn lewaz e. Bêgûman em dibînin di ciwanên serdemê de li himberî vê pergalê êdî têkoşîn lewaz bûye û hatiye asta sekinandinê. Ya herî bi êş jî ewe ku ev pergal dixwaza pêşî ciwanan teslîm bigre û ser nifşê ciwanan xwe ji nû ve ava bike. 

Di mijara li himberî vê pergalê de, ciwanên ku li Ewrûpa’yê û Rûsya’yê ji dayik bûne ji yên piştre koç kirine bêhtir di nava têkoşînê de ne. Behtir xwedî li kevneşopiyên xwe yên çandî û civakî derdikevin. Ji xwe paradoksa herî mezin di vir da ye! Ciwanên koçî derveyî welat dibin pir zû ji rastîya xwe durdikevin û entegreyî ciwakên welatên Rojavayî dibin.

Di cihana medya dijital de mirov vê rastiyê hîn bêhtir dibîne. Li malparên xweda xwedê giravî xwe Kurd didin naskirin lê di rastîya xwe de ji ber Kurdbûna xwe şerm dikin û hetta dawî henekên xwe bi çand, civakbûn û dîroja Kurda dikin. Mînak, ji welatê bîyanî diçe welatê xwe bi gund û deverên xwe dikene, bi zimanê bîyanî kevneşopiyên civaka xwe wek paşverûtîya gelê xwe vedibêje, lê nizane ma ew netew jî li wî/ê dikene. Hêj femnekiriye kesên ku nikarin ya xwe biparêze ne mumkune ku bikaribe tiştekî nû ava bike û biparêze. 

Çîrokek hat bîra min dixwezim parve bikim. Li Qazaxistanê kurdekî welatparêz ji ber doza Azadiya Kurdistanê hatibû girtin. Dema wî derxistin dadgehê, dozgerê dadgehê axaftinek kir û got, “Ji bo gelê xwe dibêjim, ji kesên ûsa netirsin. Kesên ku welat û axa xwe hezdikin ji wan zirar nayê ji ber kesên wisa dizanin welatparêzî çîye û tû car welatekî din xirab nakin. Kesekî kû ew gilî kirîye bigrin û dadgeh bikin. Ji ber ên gelê xwe difroşin yên din bi hêsanî xerc bikin.” Piştî wan axaftinan ew Kurdê dilsoz hat berdan û hetta niha jî doza xwe dewam dike.

Qesta min ji vê mînakê eve kû em dikarin xwe bixapînin lê nikarin derdora xwe bi van kiryaran bixapînin û bibin perçeyekî ji wan. Li welatê me cureyeke gul a bi navê Şilêr heye herkes nas dike. Ev gul taybetmendîyek wî heye ji xeynê axa xwe li cîhên din çênabe. Gelek kes ceribandin bibin welatên xwe û biçînin lê ne wek xwe ye. Mirov jî wisa ye. Tu çi bikî jî li welatê xwe tû wek xweyî, bi çand û hunera xwe tu Kurdî û xwedî nasnameyî. Tu ti car nabî Ewrûpî ango Rûsî yan jî welatekî din. Tu çiqas bixwezî ji bîr bikî tu Kurdî, lê dijminê te tu car jî bîrnake. Ger tu tiştek jî nekî mafê te nîne bi nasname me bileyîzî û henekên xwe bikî.  

Apê Silêman a li Şirnexê anî bîra me û got ‘’Biaxive, tu ji kûyî.’’  Biaxive netirse! Bêje, biqîre! Tu ne Kurdê belangaz û bê tiştî, tu Kurdekî xwedî gel û dîrokî, xwedî serok û artêşî, xwedî şehîd û welatî. Bes gazinc û hawar bikî, bes hêvya xwe ji dijmin bigrî. Em li kû bin jî her heman dijmin li pêşberî me ye a kû sonda qirkirina me da ye. Bi vê zanabûnê tevgerandin bi me nade wunda kirin. 

Şerê herî mezin jî şerê zimane. Bi Kurdî biaxivin bi kurdî vebêjin. Ne bi devoka Tirkî lê bi devoka Kurdî doza Kurd û Kurdistanê bikin, biparêzin. Em ne “Kürdin” em Kurdin û em ne “Kürdistan”îne em Kurdistanîne! Bi hezar sala ev ziman li me hat ferz kirin pêwîste em jê xilas bibin. Wek Rêber Apo dibêje heger em ew jehra kû di me da em neverîşînin em nikarin jê xilas bibin.

Li kû bî û çi bî ji bîr neke tu Kurdî! 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Kurdistan LEZGIYEVA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di nobeta Stenbolê de bal kişandin ser têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet
Nûçeya Pişt re Li ser sînorê Amediyê sewqiyata leşkerî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şahidên berxwedana Şêxmeqsûdê: Êriş giran bû, berxwedan jî xurt bû

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku êrişên li ser herdu taxan bi tank…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan bi dawî bû

Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomar Tayyîp…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê cezayê darvekirinê li 5 girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ birî

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê bi hinceta ku 5 Kurdên ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?