Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Roja yekem a sersaxiya Wanê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’  bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Başakşehîrê bi dawî bû: Me şehîd spartin dilê xwe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bimînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newala Qesaba bîra me û Egîd dîroka têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bertekên 21 partî û rêxistinan ji bo “hilbijartinên” Hikûmeta Sûriyeyê
Rojava

Bertekên 21 partî û rêxistinan ji bo “hilbijartinên” Hikûmeta Sûriyeyê

21 partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, diyar kirin ku mekanîzmaya tayînkirina endaman û dabeşkirina kursiyan vîna gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê temsîl nake û bertek nîşanî hikûmeta Sûriyeyê dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Daxuyanî li ber avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser hat dayîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera Ofîsa Jinan a Meclîsa Rêveber a Partiya Keske ya Demokratîk Delal Haşim bi Kurdî û ji aliyê Sekreterê Giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo ve bi Erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin:

Me geşedanên têkildarî temamkirina avakirina Meclîsa Gel a Sûriyeyê bi baldarî şopand. Ev pêvajo bi rêya tayînkirina endaman, mekanîzmaya dabeşkirina kursiyan û diyarkirina kotayên ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hat meşandin.

Me berê jî helwesta xwe bi zelalî nîşan dabû û diyar kiribû ku em ê tev li vê pêvajoyê nebin. Ji ber ku em bawer dikin mekanîzmayên hatine bikaranîn vîna gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê nîşan nadin; her wiha bingeha pêvajoyeke siyasî ya demokratîk û rastîn ava nakin.

Li hemberî encamên hatine ragihandin û mekanîzmaya tayînkirinê, em bi awayekî biryardar radigihînin ku ev kes tenê nûnertiya xwe dikin.

Gelê Sûriyeyê ji bo avakirina pergaleke demokratîk ku tê de nûnertiya adil ji bo hemû nasnameyên neteweyî, etnîkî, olî û ji bo jinan pêk bê, berdêlên giran dan. Gelê me yê Kurd jî ji polîtîkayên dûrxistin û înkarê zerareke mezin dît; her wiha di şoreşa Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê de di dayîna berdêlên herî giran de dudilî nejiya.

Lê belê tiştên qewimîn, nêzîkatiya dûrxistin û marjînalîzekirinê careke din bi awayekî zelal derxist holê. Ev yek bi rêya tayînkirina hin kesan bi rêbazeke bijartî hat kirin. Ev rewş li dijî prensîbên bingehîn ên demokrasiyê, edaletê û hevpariya neteweyî ya rastîn e.

Em destnîşan dikin ku ev polîtîka têgihiştina desthilatdariya navendîparêz û rêbazên wê yên klasîk ji nû ve hildiberîne. Her wiha nîşan dide ku nêzîkatiya tevgera bi qanûn û fermanên awarte berdewam dike. Lê vê carê amûr û mekanîzmayên nû tên bikaranîn ku hewl didin rûyê rewayetiyê bidin pêvajoya siyasî; ew jî bi rêya rêbazên ku hurmet û rewayetiya gel li pişt wan nîne.

Di heman demê de, ev rewş berdewamiya projeyên guhertina demografîk e. Ev yek bi rêya tayînkirina hin kesên ji ‘Erebên Xemer’ yên li ser xaka Kurdan hatine bicihkirin, di komîteyên hilbijartinê de û tayînkirinên ji bo temsîlkirina herêma Serêkaniyê tê kirin.

Avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nûjen a ku li ser hevpariya rastîn û naskirina hevdu ya hemû pêkhateyan ava dibe, bi polîtîkayên tayînkirinê yên dûrxer ku ji jor ve tên ferzkirin, ne pêkan e. Li şûna wê, ev yek tenê bi pêvajoyeke siyasî ya giştgir û neteweyî ku nûnertiya dadmend û vîna azad ji bo hemû Sûriyeyiyan garantî dike, dikare pêk bê.

Em tekez dikin ku divê ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Sûriyeyê ya rastîn ku nûnerên rastîn ên hemû pêkhateyên Sûriyeyê tev lê bibin, xebat were kirin. Di vê kongreyê de divê nexşerêyek ji bo pêvajoya veguhertinê were amadekirin û ji bo hilbijartinên azad, dadmend û zelal ên ku daxwazên Sûriyeyiyan nîşan didin, amadekarî werin kirin.

Li gel vê, di bin şert û mercên heyî de, avakirina komîteya amadekar a destûrê ku di serê pêşîniyên neteweyî de ye, pêwîstiyek e.

Ev hemû ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî neçarî ne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 88 girtî hatin berdan
Nûçeya Pişt re Li Başûrê Kurdistanê gorên şehîdan hatin ziyaret kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efganistanê qeza: Herî kêm 21 kes mirin

Li başûrê Efganistanê otobusek destpêkê li motorsîkletekê, piştre jî li tankerekê ket. Di encamê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirin û cezakirin

Dewleta Îranê li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgehê yê 7 salan li du…

Ji aliyê Stêrk TV

Nedîm Seven: Demeke nû ya têkoşînê destpê dike

Delegeyê Kongreya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku divê êdî tevlîbûneke rast li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Tedmurê bombe teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo perwerdeyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî diçin Şamê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?