Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku 27’ê Sibata 2025’an bi banga Rêber Apo destpê kir, ji aliyê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd ve tê wateya qonaxeke nû. Ji bo pêvajo bi perspektîfa civaka demokratîk û aştiya mayinde bi pêş ve biçe, afirandina mercên azad ên ragihandin û karkirinê ji bo muzakerevanê sereke Rêber Apo weke yek ji sernavên esasî derdikeve pêş.
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li ser pêvajoyê ji ANF’ê re axivî.
‘BIRÊZ OCALAN GELEK CARAN PÊNGAVÊN AŞTIYÊ DA DESTPÊKIRIN’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi bîr xist ku meseleya Kurd bi dehan salan radestî burokrasiya ewlekariyê hate kirin, bi vî rengî rejîmeke neçareseriyê hate avakirin û diyar kir ku statuko ji bo temenê xwe dirêj bi muxatabên heqîqî ji nedîtî ve hat.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got, “Dema ku derî ji çareseriyê re hate vekirin jî vê ferasetê hewl da bi hêzên cuda re vê biceribîne; xwest li gorî xwe muxatabên maqûl biafirîne û bi gelê Kurd bide qebûlkirin. Lê belê hewldanên afirandina muxatabên sentetîk hemû bê encam man. Gava ku dewletê li cihên şaş li çareseriyê digeriya, Birêz Ocallan ji salên 1990’î û pê ve gelek caran pêngavên aştiya demokratîk da destpêkirin. Bi gotina ‘Ez li muxatabekî digerim’ krîza muxatabiyê ya li nava dewletê danî holê. Eger îro Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştibe vê nuqteyê, di vir de bandora yekser û gelekî xurt a Birêz Ocalan heye. Dewletê bi rengekî rotarî piştî sih salan karî pirsgirêka muxatabiyê çareser bike.”
‘HÊZA HEQÎQETÊ SERWER BÛ’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku li gel xeteriyên tecrîda mutleq a li Îmraliyê jî Rêber Apo îradeyeke mezin danî holê û bal kişand ser mînakên cîhanê:
“Weke ku di mînakên Efrîkaya Başûr, Fîlîpîn û Kolombiyayê de hate dîtin, pirsgirêk bi muxatabên esasî re çareser dibe. Bi çav, helwest û muxatabên çêkirî tren ji rê nikare bê derxistin, civak nikare bê qanihkirin. Bûyerên ku ji 27’ê Sibata 2025’an û vir ve diqewimin, nîşan didin ku Birêz Ocalan katalîzorê pêvajoyê ye. Li gel pênasekirinên negatîf ên derdorên li dijî pêvajoyê, medya alîgir û dewletê, li gel hemû êrişên ku di şexsê Birêz Ocalan de hatin kirin jî hêza heqîqetê serwer bû, serwer dibe. Ji ber vê jî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi israr dibêjin, ku muzakerevanê sereke Birêz Ocalan e.”
‘REWŞEKE NE WEKHEV HEYE’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku bendewariya esasî ya civakê ew e ku Rêber Apo bibe xwedî mercên azad ên jiyan, ragihandin û karkirinê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Di demeke welê de ku îro li dijî kesayetiya Birêz Ocalan êriş têne kirin, hem ji bo pêvajoyê hem jî ji bo bersiva yekser a li gotin û pirsên jê tê kirin, divê Birêz Ocalan karibe têkiliyeke yekser bi civakê, çapemenî, rewşenbîr û partiyên siyasî re dîne. Ev yek gelekî girîng e. Azadiya fîzîkî û ragihandina yekser li aliyekî, gelo Birêz Ocalan dikare xwe bi rengekî azad îfade bike, dikare mafê xwe yê axaftinê bi kar bîne? Bi rastî jî rewşeke newekhev li holê heye. Îtiraza gelê Kurd û derdorên demokratîk li vê hevsengiya şaş e.”
YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD Û PARADÎGMAYA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Gulcan Sayyîgît anî ziman ku tecrûbeyên dîrokî û pêvajoya ji Ehmedê Xanî û vir ve girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd radixe pêş çavan û têkildarî rola Rêber Apo ya li ser yekîtiya neteweyî ev nirxandin kir:
“Em zanin ku di rojeva Birêz Ocalan de meseleya yekîtiya neteweyî meseleyeke çiqasî germ e. Bi tespîta ‘Pirsgirêka yekîtiya neteweyî di nava Kurdan de heye’ çanda lihevkirinê û muzakereya demokratîk pêşniyar dike. Di peyama xwe de ku şand ji Konferansa Yekîtiya Neteweyî re ya li Amedê, ji bo kongre û yekîtiya demokratîk bang kir. Ji bo ‘afirandina aqlê hevpar û îradeya hevpar’ ev yek weke wezîfeyeke lezgîn destnîşan kir.
Birêz Ocalan dixwaze Kurd mutleq li hev bicivin û naxwaze ku ev yek di bin lîderiya wî de pêk were, bi mercê ‘bila yekîtiya demokratîk bibe’ dibêje, hemû lîderên Kurd dikarin pêşengiyê ji vê re bikin. Lewma azadiya Birêz Ocalan wê ji bo Kurdan rêya yekîtiya neteweyî veke. Divê Kurd xwe ji wê rewşa asê ya ji ber hincetên eşîr, partiyên siyasî û cihêrengiyên îdeolojîk rizgar bikin. Ji ber vê jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji bo yekîtiya neteweyî berpirsyariyeke dîrokî ye.”
‘HER KU DERIYÊN ÎMRALIYÊ TÊNE VEKIRIN, BÊHN TÊ BER CIVAKÊ’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ragihand ku li pêşberî bûyerên herêmî û konjonktura navneteweyî gelê Kurd nikare lawaz bê kirin û diyar kir ku birêxistinkirina aştiyê têkoşîneke çalak û şoreşger e.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got, “Her ku deriyên Îmraliyê hatine vekirin bêhn hatiye ber civakê, hêvî ji bo çareseriya pirsgirêkan afiriye. Li gel vê yekê divê Meclîs bi derdorên pêşhikum re rû bi rû bibe. Eger fikarek hebe divê yekser bi Birêz Ocalan re biaxivin, eger îtirazek li hemberî aştiyê hebe divê yekser pê re nîqaş bikin. Di vê mijarê de meclîs dikare bi roleke çêker rabe. Dema ku rêyên ragihandinê û karkirina azad hate vekirin wê gelek pêşhikum weke cemeda di binê tavê de bihele. Li Tirkiyeyê pêwîstî bi avakirina çanda hurmetê heye. Bi konsensusa ku her kes û gel xwedî mafê demomkrasî, azadî û wekheviyê ye divê aştî bê birêxistinkirin.”

