Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî desteserkirin, êşkencedan û windakirina endameke xwe yê bi navê Sîrwan Hebîbî ku di 9’ê Îlona 2026’an de ji aliyê hêzên Îranê ve li Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê hatibû girtin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
Roja Çarşemê 9’ê Îlona 2026’an li bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê, di encama plansaziyeke pêşwext û dikemîna hêzên ewlehiyê û rejîma Wezareta Îtlaata Komara Îslamî ya Îranê de, hevrê û endamê partiya me Sîrwan Habîbî bi awayekî pir hovane, nemirovî û berevajî hemû pîvanên navneteweyî êrişî wî tê kirin bi êşkence û lêdanê tê girtin.
Piştî Hebîbî tê binçavkirin raste rast tê revandina cihekî nediyar û tevî derbasbûna demê, heta niha derbarê rewşa tenduristiya wî yan jî cihê girtina wî de tu agahî nehatine bidestxistin. Dema hevrêyê me Sîrwan Hebîbî tê binçavkirin di destê wî de ti çek û amûreke din nebûye, tenê ji bo pêkanîna erka xwe û karê rêxistinî serdana bajarê Kamyaran kiribû.
Têkildarî xetereyên cidî yên li ser rewşa Hevrê Sîrwan Habîbî, em daxwaz ji gelê Rojhilatê Kurdistanê, hemû azadîxwaz, çalakvanên sivîl, rêxistinên mafên mirovan ên li Îran û cîhanê dikin ku bi awayekî hestiyar, lezgîn û bi bandor li pey çarenûsa wî bigerin û li hemberî vê xwedî helwest bin.
Ji jiyan û tenduristiya endamê me Sîrwan Hebîbî desthilata Komara Îslamî bi temamî berpirse.”

