Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo bîranîna fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko peyker hat danîn
Kurdistan

Ji bo bîranîna fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko peyker hat danîn

Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko ku di 27’ê Adara 2023’yan de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gel hevrêyê xwe Agir Cefrî şehîd bûn, îro bi merasîmekê perde ji ser peykerê Pîr Çeko hate rakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 27’ê Adara 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker wesayîta fermanadarê YBŞ’ê Pîr Çeko bi balafira bêmirov li ser rêya gundê Behrava kir hedef û di encamê  de fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn.

Îro li navenda YBŞ’ê a li Xanesorê  bi merasîmekê perde ji ser peykerê Pîr Çeko hate rakirin.

Di merasîmê de bi dehan nûnerê sazî û rêxistinên Şengalê gelê Ereb, partî û aliyên siyasî ên Şengalê tevî gelê herêmê amadebûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre ji aliyê malbata Pîr çeko ve perde ji ser peyker hate rakirin.

Di merasîmê de babê Pîr Çeko Elî Bedel axivî, sersaxî ji tevahiya gelê Êzidî re xwest û da diyakirin ku Pîr Çeko ne ji bo malbata xwe belkû ji bo tevahiya civaka Êzidî tekoşîn kir û got: “Ji bo tolhildana keç û jinên Êzidî ji Şengalê heya Reqa her di nava berxwedaniyê de bû, lê mixabin Pîr Çeko di encama îxanetê de şehîd bû.”

‘JI BO HEMÛ ÊZIDIYAN TÊKOŞIYA’

Liser navê Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Axîn Entîqam axivî, di destpêkê de tevahiya şehîdan bi bîr anî û got : “Ev tekoşîn û jiyan kirina me li ser axa Şengalê bi saya keda şehîda ye. Îro em wek Êzidî  dikarin li ser axa xwe bi serbilindî jiyan bikin û Êzidîtiya xwe bidin xuyakirin, ev yek  bi xwe çênebuye, belkû bi bedelên mîna Pîr Çeko hatiye pêk anîn.  Li vî cihê em lê di serîde pêşengên me wek Şehîd Dijwar û Pîr çekoyan bi sala ji bo xelkê Şengalê xizmet kirin.  Pîr Çeko wek fermandarekî ciwan hemû jiyana xwe  ji bo gelê xwe kire di xizmetê de û herî talî ji bo vî gelî canê xwe da.”

‘BI SAYA WAN EM AZAD DIJÎN’

Di dawiyê de Axîn got : “Îro bi sedan ciwanên me di nava YBŞ’ê û YJŞ’ê de tekoşîn dikin, çeka Çekoyan rakirine û li pey tola wanin, emê xwîna pêşengên xwe li erdê nehêlin û yek bi yek hesab ji îxanetkaran bixwazin.”

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas jî di merasîmê de axivî û got: “Ji bo avakirina Şengalek xweser me ev rê hilbijartiye, ji bo civaka me karibe bi azadî jiyan bike, keç û xortên me çek rakirine. Jiber ku bi saya van hevalên me yên şehîd Êzidî ber bi xwe rêxistinkirinê ve diçin û dikarin pêşiya fermana bigrin, lewma dijminê me pêşengên rêxistina me dikin hedef. Mixabin dijmin destê xwe dike nava gelê me û hin kesên ku tu exlaqê wan nîne destek didin dijmin û pêşengên me şehîd dikin. Em bang li gelê xwe dikin bila rê nedin destê dijmin bikeva nava me, her kesekî ji me şehîd bikeve ji kîsê hemû civakê diçe jiber ev heval ne ji bo xwe belkû ji bo tevahiya gelê xwe kar û xebat dikin.”

‘EM DEV JI XAKA XWE BERNADIN’

Liser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Edûl Şemo jî axivî û got : “Ji bo ku em karibin li ser axa xwe jiyan bikin, divê gelê me vegere li ser warê xwe, ji dema fermanê de zarokên me di nava tekoşînê de ne, li ser vî esasî bi sedan keç û xortên me canê xwe dane û Pîr çeko jî yek ji van bû. Jiber keda me li ser vê axa dayî em dibêjin em xwediyê vê axêne û emê li axa xwe xwedî derkevin.”

Piştî axaftina xêra Şehîd Pîr Çeko hate belavkirin û merasîm bidawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Dixwazin dosyaya Komkujiya Garê bigirin’
Nûçeya Pişt re 1’ê Gulanê li Kantona Firatê hat pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji 37 parlamenteran ji bo Ecevît Pîroglû banga lezgîn

37 parlementeran bang li Sirbîstanê kirin ku Ecevît Pîroglû tavilê were berdan ku Pîroglû di…

Ji aliyê Stêrk TV

TPAO’yê li Wanê erdên tapokirî desteser kirin

Li gundê Beşparmak ê navçeya Bêgirî ya Wanê erdên gundiyan ên tapokirî ji aliyê Şîrketa…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Tirk a dagirker gundê Şewarxa topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundê Şewarxa ya bajarê Şera yê Kantona Efrîn-Şehbayê xist.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?