Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Ji bo me her roj mîna 8’ê Adarê ye’
Jin

‘Ji bo me her roj mîna 8’ê Adarê ye’

Jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleyê 8’ê Adarê têkoşîna jinên berxwedêr silav kirin û gotin, “Ji bo me her roj mîna 8’ê Adarê ye. Em ê bi feslefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û têkoşîna xwe azadiya tevahiya jinan misoger bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku ji bo wan her roj mîna 8’ê Adarê ye.

Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî, pêşî 8‘ê Adarê li tevahî jinên têkoşer û yên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide pîroz kir û wiha got: “Em di vê roja pîroz de herî zêde li xwediyê felsefeya Jin Jiyan Azadî Rêber Abdulllah Ocalan pîroz dikin. 8’ê Adarê ji bo me weke jin û bi teybet jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeke vejînê ye. Jinên vê herêmê di her qadên civakê de cihê xwe girtin û berxwedaniyek bêhempa nîşan dan, ji ber wê jî her roj ji bo jinên têkoşer 8‘ê Adarê ye.”

Hemrîn Elî, diyar kir ku di 8‘ê Adarê de jin li hember tevahî siyasetên qirêj serê xwe rakire û got, “Ji wê rojê heta roja me ya îro berxwedaniya jin roj bi roj mezin dibe û digihêje asta serketinê. Ez dikarim bibêjim ku berdewamiya berxwedana wan jinên ku ji sitemkariyê re gotin na, jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Çawa dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li nava tevahî jinên cîhanê belav bû, wê têkoşîna wê jî bi vî rengî di dilê her jinekê de were ava kirin. Di dawî de jî ez dixwazim bibêjim ku wê jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîna xwe, berxwedana jin bikin destanek ji tevahî cîhanê re.”

Nesma El Yas jî weke jinek ciwan 8‘ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: “8‘ê Adarê ji bo me rojek gelek pîroze. Em cehwera têkoşîna jin di her alî de di vê rojê de dibînin. Ji bo jin her roj 8‘ê Adarê ye. Di dawî de jî ez car din vê rojê li şehîdên pêşengên jin pîroz dikin û em destnîşan dikin ku rêya şehîdên xwe bişopînin û em doza ku ji bo wê canê xwe feda kirin, berdewam bikin.”

Rêvebera Akademiya Perwerede, Lêkolîn û Stratejiyê Henan Iniz, roja 8‘ê Adarê li tevahî jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û got, “Bi fikrê Rêber Apo yê li ser bingeha ‘Jin Jiyan Azadî’ re, me xwe nas kir. Berê me nedikarî vê rojê pîroz bikira. Ji ber ku mafên me hatibûn desteserkirin. Lê Rêber Apo ev zihniyet derbas kir û mafê jin misoger kir. Em jî niha bi felsefeya Jin Jiyan Azadî re vê rojê û tevahî rojên xwe pê ava dikin.”

Henan Iniz, diyar kir ku wê projeya xwe ya hevjiyana azad li tevahî cîhanê belav bikin da ku her jinek cewherê xwe nas bike û wiha pêde çû: “Jin piştî Şoreşa Rojava xwe di hemû qadên civakê de pêş xist û bû mînek ji jinên cîhanê re. Jin di Şoreşa Rojava de hem di qadên civakî hem jî di qadên leşkerî de seknek ava kir. Ev yek bû model. Ev siyaseta nû ya di Sûriyeyê de tê ava kirin car din dixwaze jin bindest bike, lê em ne jinên berê ne û em ê her dem pêşengê civaka xwe bin. Di dawî de jî em car din roja 8’ê Adarê li jinan pîroz dikin û em ê vê rojê weke tevahî rojên xwe bi têkoşîn pîroz bikin.”

Koordînasyona Akademiya Civaka Demoratîk a herêma Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê Selwa Ehmed jî, diyar kir ku roja 8‘ê Adarê rojek pîroze û roja raperîna li dijî zilma desthilatdariya mêr e û wiha domand, “Ji 8‘ê Adarê heya roja me ya îro jî têkoşîna jin berdewam dike û nayê rawestandin. Jinên Rojava ji bo tevahî jinên cîhanê model in. Ji ber ku li dijî pergala modernîteya kapîtalîst serî rakirine û di ferqa kurahiya cewhera xwe de ne. Her wiha bi saya giştî jinên cîhanê û berxwedaniya wan em ê azadiyê pêk bînin.”

Selwa Ehmed, berxwedana şervanên YPJ’ê yên li eniyan û jinên ku li Bendava Tişrînê nobeta hevgirtina ligel şervanan digirin silav kir û got ku ew ê li dijî siyaseta qirêj bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna xwe berfireh bikin û azadiya tevahiya jinên cîhanê misoger bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kongra Star, banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir
Nûçeya Pişt re QSD: 2 çete û leşkerek hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ’ê 2 jin û zarokeke Êzidî rizgar kir

YPJ'ê 2 jin û zarokeke Êzidî ji çeteyan rizgar kir.

Ji aliyê Stêrk TV

SMJÊ ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir

Jinên ji Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewata li Mehsertê hate vemirandin

Şewata ku doh êvarê li herêma Omerya ya Mêrdînê rû da, hate kontrolkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Dêrikê: Heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têbikoşin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?