Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ji bo pêkhatina aştiyê divê qeyûm bêne vekişandin’
Rojane

‘Ji bo pêkhatina aştiyê divê qeyûm bêne vekişandin’

Hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatiye danîn banga ji bo aştî û demokrasiyê dubare kirin û gotin, divê dawî li bêhiqûqiya qeyûm bê anîn. Hevşaredaran destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê desthilatdarî gavên hiqûqî tavilê biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di vê pêvajoyê de ku hevdîtinên li ser aştî û demokrasiyê careke din ketiye rojevê, hevşaredarên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hate danîn, diyar kirin ku qeyûm destwerdaneke eşkere ya li îradeya gel e, lewma divê bêne vekişandin û dawî li bêhiqûqiyê bê anîn. Hevşaredaran gotin, divê nirxên demokratîk bêne parastin û rêveberiyên xwecihî ji aliyê nûnerên gel ên hilbijartî ve bêne meşandin.

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li ser pêvajoyê ji ajansa me re axivîn.

‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊNE AVÊTIN’

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê girtiyên nexweş bêne berdan û dawî li pêkanînên qeyûm bêne anîn. Gulistan Sonuk diyar kir ku civak xwedî li ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ derket û ragihand ku hevdîtinên bi partiyên desthilatdar û muxalefetê re hatin kirin cihê hêviyê ne, lê ji bo pêvajo bi rengekî samîmî bi pêş ve biçe divê hin gavên şênber bêne avêtin.

Gulistan Sonuk bi bîr xist ku yek ji muxatabên vê pêvajoyê partiya li desthilatdariyê ye û got, “Di vê pêvajoyê de bernedana girtiyên nexweş û astengkirina berdana girtiyan nîşan dide ku bêhiqûqî dewam dike. Eger îradeyeke ji dil a ji bo aştiyê hebe, gava destpêkê divê berdana girtiyên nexweş û berdana wan girtiyan be ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan.”

‘QEYÛM DIVÊ BÊNE VEKIŞANDIN’

Gulistan Sonuk destnîşan kir ku ji bo gel karibe bi hêvî û bawerî li pêvajoya aştiyê binihêre divê desthilatdarî di vê mijarê de gavê biavêje û got, “Bi vî rengî aştiyeke ji dil û bi rûmet dikare bê avakirin. Avakirina aştî û civaka demokratîk bi desteserkirina îradeya gel nabe. Qeyûmên hatine tayînkirin divê tavilê bêne vekişandin û ev polîtîka bê terikandin.”

Gulistan Sonuk got, “Weke hilbijartî em li her platformê nîşan didin ku bi îradeya gel re ne” û diyar kir ku şaredariyên bi kedeke mezin a gel hatine bidestxistin divê careke din radestî gel bêne kirin.

Di dawiya axaftina xwe de Gulistan Sonuk got, “Di vê pêvajoyê de divê axaftin li ser aştî û demokrasiyê bê kirin ne li ser qeyûman” û anî ziman ku têkoşîna wan a li dijî bêhiqûqiyê wê dewam bike.

‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÊ PÊVAJOYÊ DERKEVE’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî anî ziman ku gel xwedî li banga aştiyê derketiye û diyar kir ku divê dawî li pêkanînên qeyûm bê anîn û girtiyên nexweş bêne berdan.

Zeydan işaret bi dengvedana ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a li nava gel kir û got, li qadên 8’ê Adarê û Newrozê gel nîşan da ku ew xwedî li vê pêvajoyê derdikeve. Zeydan ragihand ku divê pêvajo bi cidiyetê bê nirxandin û banga gavavêtinê li desthilatdariyê kir.

Zeydan got, “Ev aştî wê azadiyê ji gelan re bîne” û diyar kir ku ji bo avakirina aştiyê divê mafê hêviyê bi cih bê anîn û girtiyên nexweş tavilê bêne berdan. Zeydan anî ziman ku bi destûreke bingehîn a demokratîk, azadîparêz û pirreng hîmên pêvajoya aştiyê divê bêne danîn û got, “Em qala pêvajoyeke dîrokî dikin. Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve û cidî nêzîk bibe.”

‘DIVÊ DAWÎ LI DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ BÊ ANÎN’

Abdullah Zeydan kiryarên qeyûm bi zimanekî tund rexne kir û got, “Qeyûm tê wateya dizî û talanê. Qeyûm ziman, nasname û hişê bajaran tine dihesibîne. Ev kiryarên antî demokratîk divê tavilê bêne terikandin. Me li Wanê di nava 10 mehan de karê hêjayî 10 salan kir. Li dijî desteserkirina îradeyê em bi gel re li qadê kar dikin. Em ê ji cihê mayî, bi gelê xwe re li qadan bin.”

Zeydan herî dawî got, divê desthilatdarî polîtîkaya qeyûm biterikîne, berê xwe bide îradeya gel û nirxên demokratîk.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re KJK: Jin azad nebe ked jî azad nabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

Parlamentera Wan ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser biryara dîrokî ya PKK'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîla TV dîmenê SÎHA’ya ku li Asosê hat xistin weşand

Gerîla TV kêliyên xistina SÎHA ya bi tîpa AKSUNGUR a ayîdê dewleta Tirk ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Kesên ji Holokostê rizgar bûne li ber xelaya li Xezeyê rabûn

Ji mirovên ji Holokostê rizgar bûn 12 kesan bal kişandin ser birçîbûna li Xezeyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?