Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) ragihand ku şerê li Rojhilata Navîn giran dibe û rageşiya li ser trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê li ser xurek û jiyana bi milyonan jin û zarokên keç metirsî ye.
Li gorî analîza “Rîska Ewlehiya Xurekê ya ji ber Rageşiya li Rojhilata Navîn a li ser jin û zarokên keç” ku di 13’ê Cotmehê de ji aliyê UN Women ve hate weşandin, zêdebûna lêçûna barhilgirî, zibil û enerjiyê buhayê xurekê zêde dike, zexta li ser çavkaniyên debarê yên jinan û hatineya malê girantir dike.
Li 28 welatên ku lêkolîn hate kirin, hate ragihandin ku heta dawiya sala 2026’an 22 milyon mirov dikarin bi pirsgirêka peydakirina xurekê re rû bi rû bimînin. Ji sedî 53 ê van mirovan, nêzî 11,7 milyon jê jin û zarokên keç e.
Hate gotin, li welatên navborî di halê hazir de 208 milyon jin û zarokên keç bi pirsgirêka xurekê re rû bi rû ne.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku hejmara hate eşkerekirin texmîna misoger nîne, li gorî hesabên rîskê ne ku xwe dispêrin senaryoyên cuda.
‘DEMA XUREK KÊM BIBE JIN KÊMTIR DIXWE, HERÎ DAWÎ DIXWE’
Alîkara Dîrektora Îcrayê ya UN Women Nyaradzayi Gumbonzvanda bal kişand ser bandora krîza xurekê li ser jinan û got, “Em zanin ku dema xurek kêm dibe jin kêmtir dixwin û herî dawî dixwin. Jin bi giranî ji bo bersivê bide pêwîstiyên hinekî din bi giranî xurekên ne têrker dixwin an jî hin dahnan naxwin. Newekheviya zayendî ya civakî diyar dike bê xurek bi destê kê bikeve yan jî kî dikare xwe bigihîne çavkaniyên têrker. Ji ber vê yekê razemeniya ji bo jinan û zarokên keç rêya herî bi bandor a garantîkirina aramiya civakan û malbatê ye.”
Li gorî analîza UN Womenê, li welatên ku nifûsa xwe qelebalix e, jin û zarokên keç bi giranî bi pirsgirêka peydakirina xurekê re rû bi rû dimînıin. Li gorî vê yekê bandora herî giran dibe ku li Sûdan a Başûr, Sûdan, Haîtî, Yemen û Fîlîstînê bibe.
Tê texmînkirin ku li Sûdan a Başûr ji sedî 14 ê nifûsa bi pirsgirêka xurekê re rû bi rû bimîne jin û zarokên keç bin.
Li Lubnanê ev rêje dibe ku ji sedî 4, li Efganistanê ji sedî 60, li Yemenê ji sedî 57, li Sûdanê ji sedî 56 be.
Di raporê de hate ragihandin ku ji ber kêmaniya tevlîbûna jinan a li nava kar û newekheviya ji aliyê peydakirina çavkaniyên aboriyê, bandora krîza xurekê girantir dike.
Hate gotin li Misir, Iraq, Fîlîstîn, Sûdan û Sûriyeyê ji sedî 80 ê jinan nikarin tevlî qada kar bibin. Li Yemen û Efganistanê ev rêje digihêje ji sedî 95’an.
Hate ragihandin ku li Efganistan, Bûrkîna Faso, Etiyopya, Haîtî, Malî û Sûdan a Başûr ji sedî 80 ê jinên dixebitin di nava mercên kar ên neewle de kar dikin.
Di raporê de hate gotin, li Iraq, Lubnan, Pakistan û Yemenê kêmî yek ji pênc jinan xwedî hesabê banka yan jî pere yê mobîl in.
Hate destnîşankirin ku ev rewş ji bo jinan dibe zehmetî ku teserûfê bike, pere bişîne, alîkariya pere werbigire yan jî tengav bû karibe bi rengekî ewle deyn bike.
Hate ragihandin ku girêdana jinan bi endamên malbatê re ji aliyê ewlekarî û parastinê ve rîskên nû dikare bi xwe re bîne.
UN Womenê diyar kir ku astengiya li pêşiya trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê buhayê enerjî, zibil û veguhestinê zêde kiriye.
Li gorî analîzê vê yekê bandor li buhayê xurekan kiriye û derfetên sivikkirina krîzên aboriyê zehmet kiriye.
UN Womenê ji bo pêşîgirtina li mezinbûna pirsgirêka xurekê bang kir ku alîkariya pere û xurekê bi çavkaniyên xwedîkirin, parastin, debarê û bernameyên piştgiriya çandinî bê meşandin.
UN Womenê ji bo kêmbûna rageşiya li Rojhilata Navîn û hurmeta ji bo hiqûqa navneteweyî careke din bang kir.

