Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çukurova TUHAY-DER: ‘Azadiya girtiyên jin nabe bê taloqkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’
Jin

‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

Serwîn Mihemed û Şadî Semed ên ji Başûrê Kurdistanê ragihandin ku ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û gotin, dewleta Tirk ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd heta niha gavek neavêtiye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Jinên ji Başûrê Kurdistanê li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn ku 27’ê Sibata 2025’an bi banga Rêber Apo destpê kir û işaret bi rola Rêber Apo ya li ser çareseriya pirsgirêkên herêmî kirin.

Serwîn Mihemed anî ziman ku armanc ji vê pêvajoyê avakirina civaka demokratîk û afirandina jiyaneke wekhev a navbera gelên Kurd û Tirk e û diyar kir ku li gel gavên Rêber Apo dewleta Tirk ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd heta niha gaveke qanûnî û hiqûqî neavêtiye. Serwîn Mihemed ragihand ku ev helwesta dewleta Tirk li nava gelê Kurd bûye cihê fikarên mezin û got, “Divê dewleta Tirk gavên hiqûqî biavêje ku gerîlayên azadiyê li xaka xwe, li Bakurê Kurdistanê karibin civakeke demokratîk ava bikin, karibin jiyana xwe bi çand û zimanê xwe bi rêxistin bikin.”

Di dewama axaftina xwe de Serwîn Mihemed gotina, “Bêyî jinê civak bi pêş ve naçe, civaka demokratîk ava nabe” ya Rêber Apo bi bîr xist û anî ziman ku pêşengiya vê pêvajoyê ji jin û ciwanên Kurd re hatiye dayin. Serwîn Mihemed diyar kir ku weke jinên ji Başûrê Kurdistanê ji bo pêkhatina jiyaneke azad ew amade ne ku bi her awayî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û Rêber Apo û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang kir. Her wiha destnîşan kir ku piştî girtîhiştina ji 27 salan ‘mafê hêviyê’ ji bo Rêber Apo mafê herî rewa ye û got, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê ne gelê Kurd azad dibe ne jî civakeke demokratîk dikare ava bibe.

‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ HEMÛ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN’

Şadî Semed jî anî ziman ku rewşa heyî ji agirbestên salên derbasbûyî cudatir e ku hingî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn xerakirin. Şadî Semed destnîşan kir ku Erdogan û Bahçelî yên ku berê hebûna Kurdan bi temamî înkar dikirin, îro neçar man e ku daxwaza hevdîtinê bikin û hişyarî da ku eger pêvajo bi ser nekeve wê dewleta Tirk bi krîzên hîn giran re rû bi rû bimîne. Şadî Semed got, rawestîna şer bandoreke gelekî mezin û erênî li herêmên Tevgera Azadiyê û tevahiya Başûrê Kurdistanê kiriye.

Semed ragihand ku bi rawestîna şer re mirovan dest bi vegera li gundê xwe kirine, karên jinûve avakirinê zêde bûne û got, “Di dema şer de jin qurbanên destpêkê bûn; bi kuştin, destavêtin û êşên giran re rû bi rû man. Lê belê di dema aştiyê de jinan firsend dîtin ku li qadên perwerde û çandê xwe bi pêş ve bibin.

Bêguman rawestandina şer têrê nake, ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Ocalan ji aliyê fîzîkî ve ji girtîgehê derkeve. Ji bo fikarên li ser şerê taybet an jî taktîkên dewletê ji holê rabin, divê mafê hêviyê bi cih bê anîn û zextên li ser Rêber Apo biqedin.”

Semed di dawiya axaftina xwe de bang li gelên li çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê û partiyên siyasî hemûyan kir ku bi berpirsyariyê rabin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRADOST

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Girtî û xizmên wan li samîmiyeta dewletê ya têkildarî pêvajoyê dipirsin’
Nûçeya Pişt re Îbrahîm Aksoy ê piştî 30 salan azad bû: Civak li benda gava şênber e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Berfîn Aktay piştî demeke dirêj straneke nû: Moza Zêrîn

Hunermend Berfîn Aktay piştî navbereke dirêj li qada muz^kê vegeriya û strana xwe ya bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

Selahedîn Saleyî diyar kir ku rêya çareseriyê bi Rêber Apo re pêkan e û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyekî ji Rojhilatê Kurdistanê 8 roj in di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Îbrahîm Mûhammedî 8 roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?