Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji DBP’ê daxuyaniya 15’ê Sibatê: ‘Birêz Ocalan divê azad bibe’
Rojane

Ji DBP’ê daxuyaniya 15’ê Sibatê: ‘Birêz Ocalan divê azad bibe’

DBP’ê bi wesîleya salvegera 27’emîn a Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da û ev bang kir, “Navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e; divê Birêz Ocalan azad bibe!”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi serenavê “Navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e; divê Birêz Ocalan azad bibe!” daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBPê komplo bi bîr xist û wiha got: “Komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk hat, 27 sal li pey xwe hişt. Li gel salên borî û tecrîda giran a ku dimeşe, em car din diyar dikin ku; Birêz Ocalan bi biryara xwe ya çareseriyê û bi îradeya ku meşand, hesabên vê komployê bi her awayî vala derxist.”

DBP’ê diyar kir ku komploya navneteweyî, weke encameke planên hêzên hegemon bû û wiha domand: “Hêzên hegemon hewl didan Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve saz bikin. Di vê pêvajoyê de, li dijî qeyranên Modernîteya Kapîtalîst, paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku birêz Ocalan bi nexşeya ‘Rêya Sêyemîn’ diyar kir, ji pêşeroja gelan re rêyên çareseriyê yên alternatif vekir. Hêzên netew-dewlet bi komployê hewl dan daxwaza azadî û wekheviyê ya gelan bifetisînin û hewl dan, bi polîtîkayên şer û nijadperest pêşeroja erdnigariya Rojhilata Navîn tarî bikin. Lê, Birêz Ocalan ê ku ji Sibata 1999’an vir ve di bin tecrîdeke giran de tê girtin, bi paradîgmaya ku pêş xist, planên ‘tasfiyekirina gelan’ û senaryoyên ‘kaosê’ pûç kir. Li hember hewldanên Modernîteya Kapîtalîst a ku dixwastin bi komployê 3’yemîn Şerê Cîhanê bidin destpêkirin, birêz Ocalan Girava Îmraliyê veguhest dibistana aştî û berxwedanê. Li hember senaryoyên qirêj bi ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ bersiva herî mezin da.”

DBP’ê destnîşan kir ku di bingeha şer û qeyranên siyasî û civakî yên ku îro li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin, ne çareserkirina pirsgirêka Kurd û rejîma tecrîda Îmraliyê cih digire û wiha pê de çû: “Li hember vê dorpêçê, feraseta çareseriyê ya Birêz Ocalan îro ji tevahiya Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkeş dike. Rewşa Rojava jî di vî warî de mînaka herî şênber e ku weke navnîşana çareseriyê taybetiya xwe diparêze. Geşedanên siyasî û leşkerî yên ku di demên dawî de li Sûriyeyê û Rojava tên jiyîn, hevsengiyên herêmî yên ku her roj tên guherîn jî nîşan didin ku çareseriya ‘Neteweya Demokratîk’ a Birêz Ocalan çima û çiqas girîng e û jêneger e. Di vî warî de car din derdikeve holê ku; pêşeroja herêmê û Sûriyeyê, naskirina statuya gelê Kurd bi naskirina îradeya Birêz Ocalan, bi esasgirtina nexşerêya wî ya çareseriyê mumkun e.”

DBP’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê jî, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de ragihand, ji bo avakirina civakeke demokratîk û ji bo sazkirina jiyaneke bi rûmet û aştiyeke mayînde weke nexşerêyeke dîrokî, xwedî cihekî girîng e. Ya ku Birêz Ocalan di vê bangê de tîne ziman; îradeya muzekereya demokratîk û hêviya aştiya civakî ya mîlyonan kesan e. Ji ber vê yekê jî, her hevdîtinên ku li Îmraliyê pêk tên, tê wateya bihêzkirina pêwendiyên dîrokî û pêşxistina tifaqên stratejîk ên gelan. Di vî warî de, divê nêzikatiya li dijî birêz Ocalan weke berjewendiyên siyasî neyên dîtin, divê wek mifteya çareseriyê îradeya wî esas bê girtin. Gava herî şênber a vê rastiyê jî; li ser esasên muzekereyên demokratîk û zagonî demildest azadiya Birêz Ocalan e.”

DBP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê neyê jibîrkirin ku; projeya ‘Aştî û civaka demokratîk’ a ku birêz Ocalan hewl dide têxe meriyetê, di heman demê de têkoşîna avakirina komara demokratîk e. Di vê pêvajoya xeternak de ku her diçe bandorê li Tirkiye û Kurdistanê jî dike, hêza çareseriyê ya birêz Ocalan, ji bo pêşeroja gelan firsenda herî mezin û dîrokî ye. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi komploya 15’ê Sibatê re hedef hat girtin, îro ji aliyê îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan ve yek bi yek têk diçin. Li hember feraseta komplogeran, xwedîderketina vê îradeya dîrokî û avakirina pêşerojeke azad divê bibin peywirên me yên sereke. Ji ber vê yekê jî em car din diyar dikin; navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e; divê birêz Ocalan azad bibe!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê zarokê 12 salî jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re DFG’ê rojnamevan Egîd Roj bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dihê cerdevanan daristan talan kirin

Li navçeya Dihê ya Sêrtê, dewleta Tirk bi destê cerdevanan qada daristanî ya herêma Herekolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Binçavkirin hatin şermezarkirin: Desthilatdar nikare îradeya gel bişikîne, lewma êrîş dike

Binçavkirinên li navçeya Pirsûsê, hatin şermezarkirin û ev peyam hate dayîn: “Desthilatdarî êrîşê gelê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan pirsîn û daxwaz kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?