Li ser malperên medyayan dîmenek hat belavkirin ku çekdarên li hundirê bajarê Serêkaniyê gefan li dijî koçberên dixwazin vegerin dixwin. Ev gef û belavkirina vê dîmenê hemwextî axaftina destpêkirina amadekariyên vegera koçberan bo herêmên xwe hatin kirin.
Di dîmen de, çekdarên ji derveyî herêmê li qadeke giştî ya naverasta Serêkaniyê kom bûne û gefên li xelkê bajêr ên koçber dixwin. Ev yek ji bo vegera koçberan û aramiya rewşên ewlehiyê metirsiyan çêdikin.
Di demekê de bangên amadekirina şert û mercên guncaw ên vegera koçberên Serêkaniyê bo warên wan tên kirin, misogeriya ewlehî û selametiya wan, digel banga çek di destê aliyên fermî de bin û diyardeyên belavbûna çekdaran bi dawî bibin, ev gef tên xwarin.

