Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Efrînê çîrokên berxwedanê
Rojava

Ji Efrînê çîrokên berxwedanê

Gelê Efrînê çîroka xwe ya hezkirin û berxwedanê didomîne. Ji ber vê di nav gelan de bûye remza xwîşk û biratî, aştî û wekheviyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Gelê Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a qirker ji warên xwe koçber bûne. Ligel koçberiyek dûv û dirêj û şert û mercên dijwar ên jiyanê jî, xwedî hêvî û baweriyek xurt in ku dubare vegerin ax û warên xwe. Berxwedana Efrînê bi hezaran çîrokên berxwedanê afirand. Hiştiye ku çîrokên meşa têkoşînek bênavber were nivîsin.

Ajansa me ANF’ê ji wan çîrokan hinek berhevkirin û ji bo nirxên berxwedanê mayînde bibe bi we re parve dikin.

Şaziye Îbrahîm a ku dayika Şehîd Elî û Şehîd Berhat e, di hevpeyvîna ku bi ajansa me re kir de destnîşan kir ku di 20’ê Çileya 2018’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşekê dijwar a birin ser Efrînê. Şaziye Îbrahîm di axaftina xwe de behsa gelek çîrokên berxwedanê kir û anî ziman ku di dema şer de ew jî li Racoyê gel şervanan bûye. Şaziyê Îbrahîm wiha axivî:

“Min xwest li wir bi şervanan re bimînim. Min digot, heger ji min av bixwazin, ez ê ji wan re bînim, heger xwarin bixwazin ez ê ji wan re bibim. Bi giştî min dixwest ez morale wan bilind bikim. Efrîn keleha berxwedanê ye. Di berxwedana Efrînê de gelek çîrok hene û bi anîna ziman xilas nabin. Lê ku cewhera van çîrokan raber dikir, dirûşmeya: ‘Efrîn azad e û kes nikare dest bavêje axa me’ bû.”

Şaziya Îbrahîm anî ziman ku zarokê gelek şervanên Efrînê hebû û wiha domand: “gelekan jî ji ber berxwedanê nikarîbûn zarokên xwe bibînin. Dema peywendî bi hevjînên xwe re çêdikirin, tenê dixwestin girî jî be, dengê zarokên xwe bibihîzin. Lewre dizanîbûn wê carekê din wan nebînin.”

Şaziyê ji bo derketina ji Efrînê jî ev tişt anî ziman: “biryara derketinê bi rêveberiya Xweser re hat parvekirin. Piştre me biryar da ku em biçin herêmên Şehba û Til Rifatê. Binêsaziya wê herêmê wêran bûbû û çûk jî li wir nedifirîn. Bi tevî zehmetiyan gel bi îradeya xwe Şehba veguherand cihê jiyana azad. Ligel êrîşên dewleta Tirk li Şehba jî didomiya herkes berxwe da û helwdana avakirina jiyanê bernade. Biryara derketina ji Şehbayê ji ya Efrînê dijwartir bû. Dema ku em ji Efrînê derketin, em bi heval û hêzên xwe re derketin, lê li Şehbayê rewş pir cuda bû. Me nizanîbû ka çi bûye, çete di nav gel de komkujiyan dikir û ji berê de bi veşartî ketibû nav gel. Mêran li ber çavên jin û zarokan dikuştin.”

Şaziye Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Kurdan kir û got: “bibin yek û destê xwe bidin hev û du. Ji bo ku em ji Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di navbera ELN û FARC’ê de pevçûnên dijwar: Ji NY’yê bangawazî
Nûçeya Pişt re Koçberên Serêkaniyê: Pêwîste hemû rêxistin alîkarî bidin Rêveberiya Xweser
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bîlançoya nû ya êrîşên li Siwêdayê: Zêdetirî 2 hezar kes mirine

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên li ser bajarê Siwêdayê ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Êdî li Îranê her kes gumanbar e: Zext li gel tê kirin

Bî êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê re zextên dewletê yên li ser gel gihişt…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Tewila yê li Til Temirê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?