În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Kaya piştî 27 salan hestiyên keça xwe wergirt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji girtiyan peyam: Bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ber bi serketinê ve!
Rojane

Ji girtiyan peyam: Bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ber bi serketinê ve!

Bawerî, îrade û rêbaza têkoşînê ya ku di 14’ê Tîrmehê de hate nîşandan, di nava şert û mercên giran ên Kurdistanê de rêbaza serketinê şênber kir. Roja ku rojiya mirinê ya mezin destpê kir, serketin misoger bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Girtiyên ji Tevgera Azadiyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê di salvegera 43’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de daxuyaniyek weşandin, şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.

Bi navê girtiyan Denîz Kaya dauxyanî da, di serî de şehîdên 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî hatin bîranîn û hate gotin, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê heta dawiyê xwedî li kevneşopiya wan a têkoşîna şoreşgerî derkevin.”

Girtiyan ragihandin ku li hemberî êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya li zindana Amedê ya faşîzma 12’ê Îlonê, rojiya mirinê ya hate destpêkirin ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî girîngiyeke mezin e û gotin, “Ev berxwedan çalakiya herî bi wate û esîl a parastina nirxên mirovahiyê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Bi vê wesîleyê di şexsê lêgerînerên heqîqetê yên xeta Apoyî hevrê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan, em şehîdên rojiya mirinê bi hurmet û minet bi bîr tînin; sozê didin ku xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan pêk bînin.

Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi çalakiya xwe radixistin pêş çavan ku di nava şert û mercên herî giran de serketin çawa dikare bê bidestxistin, pîvanên milîtanên Apoyî çi ne û ziman, tempo û rêbaza Şoreşa Kurdistanê nîşan dan.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê nîşaneya serketina stratejiya şoreşa Kurdistanê ya Rêber Apo ya li Girtîgeha li Amedê bû.

Ev yek di heman demê de ispata têkçûna îradeya mêtingeriyê û rejîma 12’ê Îlonê ya li pêşberî sekna Apoyî bû. Ya herî girîng jî rêbaza serketinê ya li Kurdistanê radestî gelê Kurd û milîtaniay Apoyî hate kirin û bi vî rengî roleke dîrokî bi cih anî. Rêber Apo got, ‘14’ê Tîrmehê ruhê PKK’ê û rêbaza têkoşînê ya gel û milîtanên dixwazin bi ser bikevin e’.

Divê em ji bîr nekin ku cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê beriya her tiştî xwest koka tovên PKK’ê ya li Kurdistanê şîn bûbû ji holê rake. Lê belê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi fedakariyeke mezin û berxwedaneke bêhempa xaka mirinê ya dixwestin li ser gelê me bireşînin ji holê rakirin û hemû armancên qirêj têk birin. Rastiya Tevgera Azadiyê ya ku têk naçe ispat kirin û mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Li ser vê mîrateya ku wan ji me re hiştin, Rêber Apo di meheke din a Tîrmehê de rê li ber dîrokê xist û bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re rêbaza têkoşînê û şoreşeke nû diyarî gelan kir.

Roja ku biryar li ser destpêkirina rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê hate dayin, bû roja destpêka têkçûna rejîma înkarê ya Tirk ku dixwest PKK’ê biqedîne. Bawerî, îrade û rêbaza têkoşînê ya ku di 14’ê Tîrmehê de hate nîşandan, di nava şert û mercên giran ên Kurdistanê de rêbaza serketinê şênber kir. Roja ku rojiya mirinê ya mezin destpê kir, serketin misoger bû. Roja ku rojiya mirinê ya mezin destpê kir, serketin misoger bû. Kemal Pîr. Me Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Stêrka Sor Alî Çîçek di nava şert û mercên herî giran û êşkenceyê de bûn afirînerên destpêkê yên jiyana nû. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi şênberî nîşan da ku gelê Kurdistanê xwedî wan ewladan e ku di nava şert û mercên herî zehmet de poşman nabin û hêviya azadiyê hildigirin. Bi vê berxwedanê re ev peyam ji gelê Kurdistanê re hate dayin, ‘Eger em di nava van şert û mercan de dikarin li ber xwe bidin, hûn jî dikarin li ber xwe bidin û azad bibin’. Gelê Kurd careke din bû xwedî bawerî û îradeyê; xeta serketinê li Kurdistan û Tirkiyeyê diyar bû; heta dawiyê rê li ber gelê me vebû ku rabe ser piyan.

Îro li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gel hemû bi pêşengiya vê berxwedanê ber bi yekîtiya jiyana azad û wekhev, bi manîfestoya nû ya Rêber Apo ber bi serketinê ve dimeşin.

Di sala 43’an de divê her mirov, her welatparêz û her şoreşger hewl bidin berhem û karê bi îradeya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin afirandin fêhm bikin û hêjayî wan bin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û hevrêyên xwe yên li zindanan dikin ku li ser xeta Kemal Pîr xeta 14’ê Tîrmehê hîn baştir fêhm bikin û bi paradîgmaya dema nû ya Rêber Apo têkoşînê hîn mezin bikin.

Li ser vê bingehê em 14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî li Rêber Apo, gelê me û hevrêyan hemûyan pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şamê li Suwêdayê ‘agirbesta tam’ ragihand
Nûçeya Pişt re DAKB û FEDA’yê ji bo Nazîme Morsumbul peyama sersaxiyê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di 50 salên dawî de azadiya çapemeniyê gelekî paşve çûye

Rapora Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinê ya sala 2025’an eşkere kir ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt

Fîlmê "Gava Şitil Mezin Dibin" ku li Rojava hatiye kişandin, di du festîvalên cuda yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Di balafira kargoyê de ya kete xwarê 20 leşker mirin

Di balafira kargoyê de ya li ser sînorê Azerbaycan-Gurcistanê kete xwarê 20 leşker mirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Encamên hilbijartinê ya li Rûsyayê hatin eşkerekirin: Partiya Putîn 349 kursî qezenc kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?