Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji hiqûqnasên Abya Yalayê banga ‘mafê hêviyê’
Rojane

Ji hiqûqnasên Abya Yalayê banga ‘mafê hêviyê’

Hiqûqnasên ji Abya Yalayê bang li Tirkiyeyê kirin ku mafê hêviyê nas bikin. Bang li Ewropa û civaka navneteweyî jî kir ku di serî de dosya Rêber Apo biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê kêmasî bi cih bîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji welatên cuda yên Latîn Emerîkayê 53 parêzeran bi îmzeya ‘Abya Yala’ nameyeke vekirî weşandin û cezayên girtîgehê yên demdirêj û muebbetê yên li Tirkiyeyê bi zimanekî tund rexne kirin. Parêzeran di serî de ji bo Rêber Apo ji bo bi hezaran girtiyan xwestin, ‘mafê hêviyê’ tavilê bi cih bê anîn.

Name di çarçoveya kampanyayekê de ku li Abya Yalayê hate meşandin ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê û Konseya Ewropayê re hate şandin. Rêxistinên hiqûqî û civakî yên girîng ên weke COPINH, Mujeres y la Sexta, Gremial de Abogados (Arjantîn), Liga por los Derechos Humanos (Arjantîn) û MES ji Brezîlyayê piştgirî dan kampanyayê.

Di nameyê de hate ragihandin ku cezayê girtîgehê yê muebbetê ku derfetê vegera jê nîne, rûmeta mirovan tine dihesibîne û bi rengekî eşkere li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Her wiha hate bibîrxistin ku di biryarên giştî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û biryarên têkildarî Rêber Apo de hate ragihandin ku ev pêkanîn binpêkirina qedexeya kiryarên biçûkxistinê û li dijî mirovahiyê ye.

Di nameyê de hate gotin, li Tirkiyeyê bi deh hezaran girtî di pratîkê de bêhêvî hatine hiştin û hate destnîşankirin ku rewşa Rêber Apo ji aliyê siyasî û hiqûqî ve weke sembolekê li pêş e. Parêzeran diyar kirin ku Rêber Apo salên dûr û dirêj di bin tecrîdeke giran de ye, ev yek ne tenê binpêkirina mafekî şexsî ye di heman demê de li pêşiya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd astengiyeke cidî ye.

Hiqûqnasên ji Abya Yalayê ragihandin ku li Latîn Emerîkayê ji bo parastina rûmeta mirovan û jinûve qezençkirina ji civakê re pîvaneke destûra bingehînî heye û bi bîr xistin ku cezakirin nabe ku bibe erkeke dewletê ya bê sînor. Di dawiya nameyê de Hiqûqnasên ji Abya Yalayê bang li Tirkiyeyê kirin ku mafê hêviyê nas bikin. Bang li Ewropa û civaka navneteweyî jî kir ku di serî de dosya Rêber Apo biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê kêmasî bi cih bîne.

‘OCALAN JI BO AŞTIYA LI CÎHANÊ Û VEGUHERÎNA CIVAKÎ FÎLOZOFEKÎ GIRÎNG E’

Ji rêveberên kampanyayê Profesora Hiqûqa Ceza Diana Restrepo di çarçoveya kampanyayê de dîmenek weşand û ev peyam da:

“Li her devera cîhanê girtîgeh xwedî mercên nebaş e. Lê belê dewletên Ewropayê û Tirkiye dibêjin ku ji bo parastina mafên mirovan ev yek pêwîstî ye. Ev rast nîne; li girtîgehên wan mafên mirovan nayên parastin. Bi taybetî li Tirkiyeyê têkildarî mercên nebaş ên li girtîgehan gelek gilî û serlêdan hene; dewlet ‘mafê hêviyê’ nas nake ku ev maf bi hiqûqa navneteweyî hatiye naskirin. Ev maf divê ji wan kesan re bê naskirin ku cezayê muebbetê li wan hatiye birîn an jî cezayê girtîgehê yê demdirêj li wan hatiye birîn.

Ji ber van sedeman hemûyan weke profesoreke ceza ya ji Abya Yalayê ez dixwazim ku mafê hêviyê ji bo hemû girtiyan bi taybetî jî ji bo Abdullah Ocalan bi cih bê anîn. Ocalan ji bo veguherîna civakî û aştiya li cîhanê fîlozofekî gelekî girîng e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Droneya li Helebê hate bikaranîn, ji bo li dijî çeperên Rûs bêne bikaranîn hatibû dayin’
Nûçeya Pişt re Ji xwendekarên Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyeyê çalakiya ji bo Helebê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

Hunermend Fusûn Demîrel: "Lîstikvanên jin, stêrk, yên milyonan qezenç dikin, her şevê di merasîmekê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Di nava 2 rojan de zêdeyî sed hezar kes derbasî herêmên xweser bûn

Serokê Daîreya Karên Koçberan Şêxmûs Ehmed ragihand ku di nava du rojên dawî de zêdeyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

Nivîskar Ehmedê Sedef bi pirtûka xwe ya bi navê "Mem û Alan Kurdî" balê dikişîne…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?