Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Kurdistan

Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

HPG'ê Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz dînamîkên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hemû îro berê xwe dane azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Em Cejna Vejîna Neteweyî û salvegera 42’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya Mezin, ku fermana mirinê ya Kurdan çirand, şerê hebûn û azadiyê da destpêkirin û vejîna gelê Kurd pêk anî, di serî de li rêber û afirînerê vê pêngava dîrokî li Rêber Apo, li malbatên hêja yên şehîdên xwe yên nemir ku têkoşîna me bi xwîna xwe ya pîroz gihandin vê rojê, li gelê me yê Kurd ê welatparêz, li li dostên me yên li çar aliyên cîhanê piştgiriyê didin têkoşîna me û li hevrêyên xwe yên li her derê bi rengekî fedaî têdikoşin pîroz dikin.”

HPG’ê got, “Pêngava 15’ê Tebaxê ya Navdar di nava wan mercan de pêk hat ku ziman, nasname û hebûna Kurdan dihate înkarkirin, nirxên gelê Kurd hemû dihatin talankirin, Kurdistan bi temamî di bin dagirkerî û tarîtiyeke giran de bû. Pêngava dîrokî ya Rêber Apo, damezrandina PKK’ê, geşkirina agirê berxwedanê bi sê derbikên niftikê li zindana Amedê ji aliyê hevrê Mazlûm Dogan ve, berxwedana Çaran û geşbûna vê berxwedanê di şexsê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de bû bingeh ji Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an. Ji bo parçekirina mêtingeriya giran a li ser gelê Kurd ‘fîşeka destpêkê’ ya ku bi pêşengiya hevrê Mahsûm Korkmaz di 15’ê Tebaxê de hate teqandin, şerê me yê hebûn û azadiyê da destêkirin û ji bo Kurd û Kurdistanê bû mîladek. Di demekê de ku gelekan xeyal jî nedikirin ku fîşekê berde dagirkerî, mêtingerî û cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê, destpêkirina çalakiyeke bi vî rengî ya lehengiyê û têkoşîna gerîla, ji bo gelê Kurd ji her alî ve bû vejîn û rabûna li ser piyan. Gelê me ku bi îradeya Rêber Apo xwe ji xweliyên xwe jinûve afirand, bi têkoşîna xwe ya mafdar û rewa zincîra koletiyê qedand, paşverûtî ji holê rakir û dest bi meşeke lehengiyê ya bênavber kir. Lewma di şexsê sembol û fermandarê pêşeng ê Pêngava 15’ê Tebaxê hevrê Fermandar Egîd de em şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe bi ser bixînin.”

’15’Ê TEBAXÊ DESTWERDANEKE DÎROKÎ YE’

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî dewam kir:

“Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî yan jî pêngaveke parastinê ya demî bû. Pêngava 15’ê Tebaxê destwerdaneke dîrokî bû ku li serberjêrbûna gelekî hate kirin ku ber bi tinebûnê ve diçû. Ev pêngav ku aliyên xwe yên neteweyî, îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî bi qasî aliyê xwe yê leşkerî li pêş e, beriya her tiştî rabûna li ber teslîmiyet û zincîra koletiyê ya di mejiyê Kurdan de ye. Qereqolên ku mêtingeriyê di serê mirovên Kurd de ava kiribû ji hev xist, raxist pêş çavan ku Kurd û Kurdistan heqîqeteke ku nabe bê înkarkirin. Şoreşa Vejînê li her devera ku Kurd lê ne pêvajoyee şoreşgerî ya fikrî, civakî û demokratîk bi xwe re anî. Jinên Kurd ên azad ku bi Berxwedana Vejînê rabûn ser piyan bûn pêşengên jiyana azad ku îro jî jinên cîhanê hemû îlhamê jê werdigirin, xweziya xwe pê tînin û bi baldarî dişopînin. Ev pêşketinên ku ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘şoreşa di nava şoreşê’ de hate pênasekirin, bi xwe re Kurdekî nupînû anî ku her kes bi serbilindî xwedî lê derdikeve, mirovên Kurd ên azad, ruhê Apoyî yê nikare bê zevtkirin, nirxên bilind û hişmendiya Apoyî afirand. Eger îro qala nirxên Kurd, Kurdîtî, Kurdistan, Kurdistanî û bilindahiya van nirxan tê kirin, bêguman di vê de Pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna ku bi şehadeta bi hezaran gerîlayî hate meşandin xwedî roleke diyarker e.

Gerîla ti carî nebû artêşeke parastinê û şervanên ji rêzê. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bû nîşaneya mirovên Kurd ên nû û azad. Gerîla bi hunera mirovî ya bilind a di kesayetiya xwe de afirand, bi hesta xwe ya fedakariyê ya mezin, bi dilsoziya xwe ya bi gel û welatê xwe, bi têkoşîna xwe ya di asta lehengiyê de, bi îradeya xwe ya qewîn, hewldan û daxwaza bêhempa, pîvanên xwe yên jiyana bi rengê derwêşane ya dûrî jî ezeztiyê, bi durustî û fedakariya xwe ya bêşert di dilê gelê me de textê xwe danî. Ev meşaleya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re hate vêxistin bi aliyên xwe yên îdeolojîk û manewî civak ji ezeztiyê, ji bêçaretiyê û ji lawaztiyê rizgar kir; exlaqeke civakî ya fedaiyane ava kir ku li ser pîvanên jiyana komînal, hevrêtî û fedakariyê hate danîn. Ev manewiyata bilind û sekna îedolojîk ji bo gelê me bû çavkaniya hêzê ya esasî ku di nava şert û mercên herî giran de xwe biparêze û li hemberî êrişan paşve gavê neavêje.

AZADIYA RÊBER APO GELEKÎ GIRÎNG E KU DEST JÊ NAYÊ BERDAN

Bêguman di esasê van pêşketinên dîrokî, nirxên bilind û têkoşîna bêeman de Rêber Apo heye. Rêber Apo afirînerê hemû nirxên civakî, îdeolojîk û mirovî yên têkoşîna me ye, lewma azadiya wî ji bo gelê me û tevgera me gelekî girîng e ku dest jê nayê berdan. Ev rastî îro ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz dînamîkên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hemû îro berê xwe dane azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Her cûre nêzîkatî û lêgerînên ku sekna Rêber Apo û azadiya wî ya teqez ji xwe re nake esas û vê heqîqetê ji nedîtî ve tê, ji bo gerîla bêhukim e. Wasiyet û fermana bi hezaran şehîdên me ku di têkoşîna 27 salan a li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û Komploya Navneteweyî de şehîd bûn, li ser vê bingehê ye. Her şehîdekî me bi gotina ‘Bijî Serok Apo’ nefesa xwe ya dawî da. Weke gerîlayên azadiyê ku şopdarên şehîdan e, em destnîşan dikin ku heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedana me ya gerîla û têkoşîna gelê me wê bi her rê û rêbazê bênavber û bi biryar dewam bike.

Bi vê hêvî, bawerî û biryardariya serketinê em Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê careke din pîroz dikin û bi vê wesîleyê soza xwe nû dikin ku meşa xwe ya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ teqez bi ser bixînin. Bi destpêkirina sala 43’an  a têkoşînê re em ji hevrêyên xwe hemûyan, gelê xwe yê welatparêz ên ku dilê wan bi Rêber Apo re lê dide, di têkoşîna wan de serketineke mezin dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Qanûna Çarçoveyê bi tenê nikare meseleya Kurd çareser bike’
Nûçeya Pişt re Li Japonyayê barînên zêde: Herî kêm 4 kes mirin û 6 hezar kes jî li balafirgehê asê man
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK: Çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi neteweya demokratîk dibe

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi neteweya demokratîk dibe û bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê agir berdan depoya faşîstan

Milîsên Denîz Poyraz ên HBDH’ê ragihandin ku wan li Îzmîrê li dijî depoyeke ayîdê “piştevanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li hemberî derbeya qeyûm berxwedanê ciwanan didome

Ji ber li şaredariya Akdenîzê ya DEM Partiyê qeyûm hate avêtin, çalakiyên ku ciwanan dabû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Serdana gora Jîna Emînî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?