Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji KCK’ê daxuyaniya 15’ê Tebaxê: Em têkoşînê mezin bikin û bi ser bixînin!
Kurdistan

Ji KCK’ê daxuyaniya 15’ê Tebaxê: Em têkoşînê mezin bikin û bi ser bixînin!

KCK'ê bang kir ku li her derê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş bê pîrozkirin û got, "Bi mezinkirina têkoşînê divê hîn bêhtir li gel Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bin ku li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê li ber xwe didin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em dikevin sala 41’ê ya Pêngava 15’ê Tebaxê ku hebûna gelê me jinûve afirand. Ev pêngava dîrokî û bi wate 40 sal in dewam dike û bênavber pêşketinên mezin diafirîne. Vê pêngava dîrokî û bi wate li Rêber Apo, lehengên pêngavê, şehîdan, gelê Kurdistanê yê welatparêz, gerîlayên azadiyê, hevrêyên li zindanan li ber xwe didin, li jinan û gelên cîhanê yên bindest û li dostan pîroz dikin. Em spasiya her kesên ku di vê pêngava dîrokî de ked dane dikin. Di şexsê lehengê pêngavê fermandarê me yê mezin hevrê Egîd-Mahsûm Korkmaz de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin. Em soza xwe dubare dikin ku heta serketinê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Pêngava 15’ê Tebaxê bû yek ji gavên herî mezin û bi wate yên dîrokê. Gelê Kurd ê di nava pençeyê dagirkerî, mêtingerî û qirkirinê de li ber tinekirinê bû, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re xwe jinûve afirand, bû xwedî îrade, têgihiştin û nasnameyê. Li Kurdistanê dîroka înkar, paşverûtî û mêtingeriyê qedand, dîroka ronahî, azadî û pêşketina demokratîk da destpêkirin. Gelê Kurd bi Pêngava 15’ê Tebaxê re bû xwedî şeref û rûmetê, bilind bû. Vê pêngava dîrokî di heman demê de kir ku jinên Kurd jinûve bi ser xwe ve bê, bibe xwedî hişmendiya azadî û îradeyê û heta vê serdemê pêşketin afirand. Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de gaveke welê ye ku encamên xwe yên herêmî û navneteweyî jî çêbûn. Bandora paradîgmaya Rêber Apo ya li cîhanê, asta pêşengiyê ya jinên Kurd a di têkoşîna azadiyê ya jinê de, du hîmên bingehîn ê Pêngava 15’ê Tebaxê yên herêmî û navneteweyî ne. Ev taybetmendî hemû girîngiya dîrokî ya Pêngava 15’ê Tebaxê radixe pêş çavan. Rêber Apo her tim destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî ye, her wiha ne tenê li Kurdistanê ye, di heman demê de pêşketineke demokratîk û gerdûnî ye. Her ku dem di ser Pêngava 15’ê Tebaxê re derbas dibe rastiya vê yekê hîn bêhtir tê dîtin û fêhmkirin. Pêngava 15’ê Tebaxê gaveke mezin û dîrokî ye ku pêwîste ji gelek aliyan ve li ser bê rawestîn û fêhmkirin. Beriya her tiştî Pêngava 15’ê Tebaxê pêşketineke ku nasekine û her tim dewam dike. 40 sal in ev pêngav bênavber dewam dike û pêşketinên mezin diafirîne. Ev yek ji taybetmendiyên herî girîng û balkêş ên Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Bêguman yek ji nuqteyên ku divê li ser bê rawestîn û fêhmkirin jî têgihiştina şert û mercên wê demê yên destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ye, naskirina kesayetên dîrokî yên vê pêngavê ye. Bi fêhmkirin û naskirina kiryarên mejiyê înkarê yê nijadperest, qirker ê li dijî gelê Kurd; bi fêhmkirina qîrîna gelê Kurd ê ku çand, ziman, nasname û welatê xwe hatiye qedexekirin, bi têgihiştina komkujî, zext û êşkenceya cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê ya li gelan û şoreşgeran kir, bi zanîna bîranînên mezin ên Mazlûm, Kemal, Hayrî û Sakîneyan ên li zindana Amedê li dijî zilma herî giran li ber xwe dan, Pêngava 15’ê Tebaxê dikare bê fêhmkirin. Her wiha ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê bê fêhmkirin, divê mirov bi hezkirina ji gel û welêt, dilxwaziya mezin a azadiyê ya pêşengên vê pêngava dîrokî zanibin.

Êrişên îmha û qirkirinê yên ku îro jî li ser gelê me dewam dikin, radixin pêş çavan bê têkoşîna bi rengê Pêngava 15’ê Tebaxê çiqasî pêwîst û jiyanî ye. Eşkere ye ku weke gel, tenê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê em dikarin li ber êrişên dagirkerî û qirkirinê rabin. Û ev yek misoger e; bi têkoşîna bi rêbaza Pêngava 15’ê Tebaxê êrişên qirkirin û dagirkeriyê dikare bê têkbirin û dijminê dagirker mêtinger û qirker dikare bê têkbirin. Ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxê navê îradeyê, jinûve hebûnê û serketinê ye. Ji ber vê yekê divê em Pêngava 15’ê Tebaxê bi xurtî fêhm bikin û bijîn. Mîna doh îro jî pêwîstiya me pê heye ku vê gava dîrokî ya ku hebûna me jinûve afirand, fêhm bikin û dewam bikin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên qirker û dagirker bi fedakarî û lehengiyeke mezin li ber xwe didin, Pêngava 15’ê Tebaxê û rêbaza fermandarê mezin ê vê pêngavê hevrê Egîd dewam dikin. Em vê sekna bi wate û berxwedana bêhempa ya gerîla bi vê wesîleyê careke din silav dikin û Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li hevrêyan hemûyan pîroz dikin. Divê gelê Kurdistanê li her derê Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz bike. Li ser vê bingehê divê li her derê têkoşînê mezin bike, bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re be, ku li dijî xiyanet, qirkerî û dagirkeriyê li ber xwe didin û têkoşînê bi ser bixîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amed û Dersimê 5 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Li Îranê jina ciwan a bi hinceta hîcabê hat gulebarankirin felç bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serokê EHESS’ê Huret: Em bi zanîngehên Rojava re di nav hevgirtinê de ne

Serokê EHESS’ê yek ji saziyên pêşeng ên zanistên civakî yên Fransayê Romain Huret ragihand ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Hişê çêkirî yê X’ê (Grok) piştî heqaretkirina li Erdogan hate qedexekirin

Groka amûra naverokê ya hişê çêkirî ya X’ê ku yek ji platforma medyaya dijîtal a…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?