Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji KCK’ê peyama meha Remezanê: Li dijî xeteriya qirkirinê civaka demokratîk û yekîtiya gelan!
Rojane

Ji KCK’ê peyama meha Remezanê: Li dijî xeteriya qirkirinê civaka demokratîk û yekîtiya gelan!

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyam weşand û bang li hemû Misilmanan kir ku li dijî xeteriya qirkirinê, hilweşîn û şer a li hemberî gelên Rojhilata Navîn li ser bingehê yekîtiya gelan û civaka demokratîk berpirsyarî bigirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê daxuyanî da û diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn, êşên mezin bi gel dide jiyîn. KCK’ê destnîşan kir ku ev pêvajo tenê bi îbadetên şexsî na, bi têkoşîna gelan a ji bo aştî, xwişk-biratî û civaka demokratîk dikare were derbaskirin û got, Misilman divê meha Remezanê ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn, bi berpirsyarî binirxînin.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Alema Misilman ji bo rojiyên meha Remezana 2026’an xwe amade dike. Misilman wê her roja vê meha xêr bi rojî û tefekurê derbas bikin. Weke Tevgera Azadiyê em hêvî dikin ev tefekura Misilmanan bibe wesîle ku ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û zehmetiyan li ser bingehê demokratîk çareserî bên hilberandin. Bi vê wesîleyê em dixwazin ku ev meha Remezana pîroz ji bo hemû alema Îslamê aramî, aştî û xwişk-biratiyê bîne. Em hêvî dikin ku duayên hemû Misilmanên ku bi girtina rojiyan berê xwe dane rastî, edalet, xwişk-biratî û parvekirinê, qebûl bibin.

Meha Remezana sala 2026’an di serî de li Sûriye û Îranê, hemû gelên Rojhilata Navîn di bin xeteriya qirkirina mezin de pêşwazî dikin. Pêvajoya şer êşên mezin bi civakên Misilman û gelên li herêmê dide jiyîn. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn di bin xeteriya qirkirinê de ne, zarok ji ber birçîtî û sermayê jiyana xwe ji dest didin, destdirêjî li jinên di şer de şehîd bûne tê kirin û porê wan tê qutkirin, cenazeyên wan ji avahiyên bilind tên avêtin, lewma em bawer dikin ku di Îslamê de nayê qebûlkirin ku Misilman Remezanê tenê bi girtina rojiyan derbas bikin. Bi vê wesîleyê em dixwazin bi bîr bixin ku Misilmanên Rojhilata Navîn divê vê meha Remezana pîroz hîn zêdetir li ser pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û alema Îslamê lêhêrbûn bikin û çareseriyê hilberînin. Em bang li Misilmanan dikin ku li dijî feraseta netew dewletê ya ku ji bo herêma me xeter e, di nava aştî û xwişk-biratiya gelan de, ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, komunal û azad bi hev re bixebitin û têbikoşin.

Bi pêşxistina aştiya civakî û avakirina civaka komunal û demokratîk, em dikarin birînên şer bigirin. Bi avakirina civaka demokratîk em dikarin êşên mezin û windahiyên çêbûne, telafî bikin. Di vî warî de em bang li hemû alema Îslamê û Misilmanên Rojhilata Navîn dikin ku li dora nirxên demokratîk ên Îslamê bibin yek û ji bo berjewendiya hemû gelên li Rojhilata Navîn civaka demokratîk ava bikin. Li ser bingehê yekîtiya gelan û xurtkirina jiyana xwişk-biratiyê, em ji bo pêvajoya ku em di nav de ne banga tevkariyê dikin. Em bang li her kesê dikin ku mîna mumînên mezin li dijî hêzên ku ji bo berjewendiyên xwe bi her cure nirxên mirovahiyê re dilîzin, rabin û yekîtiya demokratîk pêş bixin, avakirina civaka demokratîk pêk bînin.

Em di nava pêvajoyeke dîrokî de ne ku pirsgirêkên hebûn û azadiyê yên gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd tên nîqaşkirin û li çareseriyê tê gerîn. Tê zanîn ku ev pêvajo ji bo Kurdên li hemû qadan dijîn, wê bi pêşketina aştî û civaka demokratîk re şêwe bigire û karakter qezenc bike. Çareseriya ku Paradîgmaya Netewa Demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêş xistî, tenê pirsgirêka Kurdî nagire nav xwe, ji bo hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî çareseriyê dihilberîne. Paradîgma ji ber vê taybetmendiya xwe ji aliyê hêzên sîstema kapîtalîst ve tê hedefgirtin. Em bang li hemû Misilmanên demokratîk û antî kapîtalîst dikin ku li dora fikrê demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bibin yek ku di şexsê Kurdan de ji bo pirsgirêkên civaka Rojhilata Navîn û mirovahiyê çareseriyê dihilberîne.

Kurdistaniyên hêja,

Em dixwazin bi bîr bixin ku têkoşîna  gelê Kurd li ser xaka xwe, bi ziman, nasname, çand û baweriyên xwe ji bo daxwaza jiyana azad didin meşandin, îbadeta herî mezin e.  Daxwaza jiyana azad a gelê Kurd, weke ku ola Îslamê jî ferman dide, mafek e. Li gorî Quranê ku mezintirîn nirxê Îslamê ye, berxwedana li dijî kesên ku gelekî înkar dikin û tune dihesibînin, bi qasî rojiyê pîroz e. Ev prensîba Îslamî, di şert û mercên em di nav de dijîn berpirsiyariyên mezintir dide ser milên Kurdan. Gelê Kurd ê ku pêkvejiyana di çarçoveya biratiya gelên Kurdistanî de weke prensîba exlaqî dibînin, ji bo avakirina yekîtiya xwe, parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya girêdayî Perspektîfa Neteweya Demokratîk bi berpirsiyariya birêxistinbûnê re rû bi rû ye. Ji bo jiyanîbûna Paradîgmaya Neteweya Demokratîk berpirsiyariyên weke xebitîna bi tempoyeke mezin, avakirin û jiyîna pêşerojeke azad û demokratîk a li gel gelên din a gelê Kurd, xwe pêşvebirina li gel hişmendiya Neteweya Demokratîk û zêdetir pêşvebirin û xurtkirinan birêxistinbûna demokratîk ên girîng dide ser milên wan.

Pêvajoya ku em weke gel derbas dikin, weke wecîbeyên olî bicihanîna erkên me yên neteweyî jî pîroz dike. Bi vê wesîleyê bi wesîleya Meha Remezana ku em ketinê em bang li alimên Kurd dikin ku erkên xwe yên welatparêziyê di çarçoveya xizmeta yekîtiya me ya neteweyî de bi awayekî xurttir bi cih bînin. Bila alim û seyda, terîqet û cemaetên ji Başûrê Kurdistanê bizanibin ku pûçkirina fitneya dijmin wê bi rêya xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyîpêk were. Di vê mijarê de ji qadên din zêdetir li Başûrê Kurdistanê erk û berpirsiyarî dikeve ser miên wan. Her wiha em dixwazin ku alim seydayên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayî bizanibin ku divê bi feraseta Îslama demokratîk ji hemû agavan zêdetir têkariyê li avakirina civaka demokratîk bikin û piştgiriyê bidin. Bi taybetî jî em dixwazin bi bîr bixin ku li hemberî neteweperestiya ku ji bo gelan bi hev bidin şikandin, tê bikaranîn divê têkoşîneke birêxistintir bidin meşandin. Em li bendê ne ku li qada Bakûr xebatên Kongreya Îslama Demokratîk ji bo aşitî û civaka demokratîk di asta ku berpirsiyariya dikeve ser milên wan bidin ser milên xwe de birêxistibûna xwe bi pêş bixin. Em dixwazin ku li qada Rojhilat serokên olî di nava karên ku piştevaniyê bidin têkoşîna civakî de û di nava xebatên çareserkirina pirsgirêkên civakî yên ku ji ber zextên rejîmê derketine holê de bin.

Bi vê wesîleyê ji ber ku rêberên olî yên civakê ne em ji seyda, alim, meleyan pêşniyar dikin ku di suhbetên Remezanê de, weaz û xutbeyên xwe de jibo ku Kurd mafê xwe yê herî xwezayî bi dest bixin, divê bînin ziman ku xwe weke Neteweya Demokratîk ava bikin. Divê li her derê were gotûbêjkirin ku pêşxistina yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê wê gelê Kurd bike Neteweya Demokratîk. Divê wate û girîngiya dabînkirina beşdariya bi awayê seferberiyê ya ji pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Rojava re statu’ re were vegotin.

Di serî de Kurdistanî em bang li hemû Misilmanan dikin ku di van demên dijwar de zêdetir di nava parvekirinê de bin.  Girêdayî fermana exlaqî ya Îslamê ku dibêje ‘kesê ku dema cînarê wî birçî be û ew bi zikê têr radizê, ne ji me ye’ em li bendê ne ku di vê meha Remezanê de zêdetir parvekirin û hevparbûnê esas bigirin. Em dixwazin ku li hemû cihên ku Kurd lê dijîn hûn fitre û zekatên xwe di serî de gelê Kurd ê mexdûrên şer ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava ji bo ku bigihîje gelên li herêmê dijîn bidin saziyên welatparêz. Em dixwazin bi bîr bixin ku hûn sifreya xwe ya fitareyê di serî de Rojava û Rojhilat li gel hîskirina cihên ku lê şer û têkoşîn heye, dûrî ji îsraf û mezaxtina nehewce  û bi terzeke mutewazî amade bikin. Em dixwazin bi bîr bixin ku parvekirina sifreyên fitareyê ya li gel kesên hewcedar, pirsîna rewşa kesên temenmezin û nexweşan û bicihanîna pêdiviyên wan jî yek sewabên herî mezin ên meha Remezanê ne.

Em li bendê ne ku hemû gelê Kurd ê Misilman ê ku xwe bi nirxên baweriya Îslamê didin naskirin, li rex doza gelê Kurd a mafdar bisekine. Ji bo avakirina jiyana hevpar a li gel gelên Rojhilata Navîn, demokrasî û azadiyê em bang dikin ku bi gelê Kurd re di nava têkoşîna demokrasiyê û eniya hevpar de cih bigirin. Careke din di serî de Misilmanên Kurdistanî em hêvî dikin ku Remezana Misilmanên demokratîk bibe wesîleya başiyan û rojî, dua û niyetên wan werin qebûlkirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê em dersê ji Fermana 2014’an derxin û tifaqa xwe ava bikin’
Nûçeya Pişt re Lêkolîna SAMER’ê: Ji bo perwerdeya Kurdî daxwazek xurt heye, qada bikaranînê teng dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DKP/BOG şehîd Bîngol û Goyî bi bîr anîn

Partiya Komunaran a Şoreşger/ Hêzên Azadiya Yekbûyî (DKP/BOG) Orhan Cîhat Bîngol (Alî Dînçer) û Tekîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rûbarokê qirkirina daran

Li bejahiya gundê Xoşnav ê Rûbarokê bi destê cerdevanan dar tên birîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan ji Nisêbînê bang kirin: Jin mifteya civaka demokratîk in

Li Nisêbînê jin bi wesîleya 8’ê Adarê hatin ba hev û pîrozbahiyeke bi coş lidar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?