Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Lêkolîna SAMER’ê: Ji bo perwerdeya Kurdî daxwazek xurt heye, qada bikaranînê teng dibe
Rojane

Lêkolîna SAMER’ê: Ji bo perwerdeya Kurdî daxwazek xurt heye, qada bikaranînê teng dibe

SAMER’ê bi gelên cuda re ankêtek çêkir û diar kir ku qada bikaranîna zimanê dayikê her ku diçe tengtir dibe. Di lêkolînê de derket holê ku ji sedî 98,7’ê beşdarên ankêtê xwestine zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Navenda Lêkolên Qadê ya SAMER’ê, rapora xwe ya têkildarî rêjeya bikaranîna zimanên dayikê yên derveyî Tirkî li Tirkiyeyê tên axaftin û daxwazên welatiyan bi raya giştî re parve kir.

Daneyên di lêkolînê de, bi rêya hevdîtinên di navbera 4-10’ê Sibatê de bi rêya online hatine kirin, berhev kiriye. Bi giştî hezar û 540 kes tevlî ankêtê bûn.

Ji sedî 65’ê beşdaran ji bajarên bakurê Kurdistanê bûn. Ji sedî 16,8 ji Herêma Marmarayê bûn. Ji sedî 69,4’ê beşdaran mêr û ji sedî 30,6 jî jin bûn.

Ji sedî 34,3’yê beşdaran temenê wan di navbera 35-44 û ji sedî 26,9 jî temenê wan di navbera 45-54’ê de bû.  

Ji bo pirsa “Zimanê we yê dayikê/zaravayê we çi ye?”; ji sedî 82,8’ê beşdaran got “Kurmancî”, ji sedî 9,4’ê beşdaran got “Kirmanckî/Zazakî”, ji sedî 3,3’yê beşdaran got “Kurmancî-Kirmanckî/Zazakî”, ji sedî 2,2’yan got “Erebî”, ji sedî 0,9’ê beşdaran got “Çerkesî”, ji sedî 0,7’an got  “Lazî/Gurcî” û ji sedî 0,5’an jî got “Ên din (Pomakî, Osetî, Suryanî û hwd.)”

Dema li zimanên di nava malê de tên axaftin, Kurmancî ji sedî 49,5 û Tirkî jî ji sedî 38,1 derket pêş.  

Dema li rêjeya axaftina bi zimanê dayikê yê di nava malbatê de tê nihêrtin, ji sedî 41,5’an got “Her dem” û ji sedî 28,1’an jî bersiva “Gelek caran” da.  

Di nava jiyana civakî de bi rêjeya ji sedî 60,1’ê zimanê Tirkî derket pêş.

Ji beşdarên jin ji sedî 79,2’yan got di jiyana civakî de bi Tirkî diaxivin û ji sedî 46’ê beşdarên mêr jî gotin bi Kurmancî diaxivin.  

Ji sedî 55,5’ê beşdarên anketê yên bi “Kurmancî” diaxivin gotin ku di nava jiyana civakî de bi Tirkî diaxivin.

Li gorî temenê; ji sedî 69,8’ê beşdarên temenê wan di navbera 18-24’ê de got ku li kolanê bi Tirkî diaxivin û ji sedî 64,3’yê beşdarên temenê wan di navbera 55-64’ê de jî got bi Tirkî diaxivin.  

Ji bo pirsa “Hûn zimanê xwe yê dayikê di çi astê de dizanin?” jî piraniya beşdaran got ku baş fêm dikin lêbelê xwendin û nivîsandina wan kêm e. Ji sedî 45’ê beşdaran got “Pir baş fêm dikim”, ji sedî 37,5’an got “Pir baş dixwînim”, ji sedî 23,2’yan got “pir baş dixwînim”, ji sedî 17’an got “pir baş dinivîsim.” Bi taybet jî di mijara nivîsandinê de ji sedî 36,6’an got “qet nizanim.”

‘DIBISTANEKE LÊ HÎN BIBIM TUNE YE’

Ji beşdarên bi zimanê dayikê qet nizanin û yên kêm fêm dikin ji sedî 58,1’an sedema “Ji ber ku dibistan û çavkaniyeke zimanê xwe yê dayikê hîn bibim tune ye”, ji sedî 19,8’an sedema “ji ber qedexe ye” û ji sedî 13,6’an jî sedema “ji ber ku malbata min hînî min nekir” weke hincet nîşan da.  

Bi heman awayî, ji sedî 59,4’ê kesên baş bi zimanê dayikê nizanin jî got “Dibistan an jî çavkaniyeke pêş bixim tune ye” weke sedema sereke nîşan da.

ZAROK BI ZIMANÊ XWE NIZANIN

Li gorî bersivên beşdaran, di nava malbatê bi rêjeya ji sedî 75’ê herî zêde dayik bi zimanê dayikê diaxivin û piştre ji sedî 73,5’ê bav, ji sedî 63,1 kesên bi ser temenê 65’ê re tê. Rêjeya zarokên temenê wan di navbera 0-5’ê de û qet bi zimanê dayikê nizanin jî weke ji sedî 24,4 derket pêş.

Beşa din a raporê jî “zimanê dayikê û zarok” bû.

Ji sedî 68,3’yê beşdaran got ku di mala wan de zarokên temenê wan di navbera 0-18 de hene. Ji sedî 57,1’ê vê komê got ku bi zimanê dayikê gel zarokan diaxivin û ji sedî 42,9’an jî got pê re naaxivin.

Ji sedî 47,2’yê beşdaran got ku bi sedema “Derdora me her tim bi Tirkî diaxive” bi zimanê dayikê gel zarokan naaxivin. Ji sedî 20,6’an weke hincet got “Ez bi qasî hîn bikim baş nizanim” û ji sedî 12,4’an jî got “ji bo li dibistanê zehmetiyê nekêşin” bi zimanê dayikê pê re naaxivin.

Ji bo pirsa têkildarî hewldana hînkirina zimanê dayikê jî ji sedî 29,6’ê beşdaran got “Ez gelek hewl didim”, ji sedî 26’an got “Hewl didim”, ji sedî 29,5’an got “Di astekî navîn de hewl didim.”

Di beşa “Helwesta li dijî perwerdeya bi zimanê dayikê” de jî bersivên balkêş hatin dayin.

JI SEDÎ 98,7’Ê BEŞDARAN PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIXWAZIN

Ji bo pirsa “Gelo hûn dixwazin perwerdeya zarokên we bi zimanê dayikê be?”; ji sedî 98,7’ê beşdaran got “Erê”. Ji sedî 21,3’yê beşdaran ji bo vê bersivê hinceta “Ji ber ku mafekî bingehîn ê mirovan e”, ji sedî 20,2’yan got “ji bo ziman bijî”, ji sedî 13,7’ê beşdaran jî “ji bo wekheviya firsendan a di perwerdeyê de” weke sedema vê bersivê nîşan da.  

Ji sedî 91,5’ê beşdaran ji bo pirsa “Nêrîna we ya têkildarî perwerde/fêrkirina a zimanê dayikê çi ye?” got “Divê perwedeya bi zimanê dayikê ji pêşdibistanê ve dest pê bike.” Lêbelê ev rêjeye di nava kesên temenê wan di navbera 18-24’ê de ji sedî 76,7 bû.

Ji sedî 82,1’ê beşdaran ji bo perwerdeya zimanê dayikê ya li dibistanan di bin navê “zimanê dijîn” de tê dayin got “pir kêm e” .

Ji bo pirsa “xetereya herî mezin a li dijî hebûna zimanê dayikê çi ye?” jî ji sedî 56,9’ê beşdaran got “Ji ber ku perwerdeya bi zimanê dayikê nîne”. Li gorî zayendan; ji sedî 63’yê beşdarên mêr ev bersiv dan û ji sedî 23,1’ê beşdarên jin jî “polîtîkayên zext/bişaftinê” weke xetereya herî mezin nîşan da.

Ji bo parastin û pêşxistina zimanê dayikê, pêşniyara yekemîn bi rêjeya ji sedî 37,9’ê “Divê zimanê dayikê bibe zimanê perwede/hînkirinê” derket pêş. Ji sedî 30,8ê beşdaran got “Divê ji hêla zagonî/destûra bingehîn ve bê misogerkirin” û ji sedî 20,1’an jî got “divê weke zimanê fermî bê qebûlkirin.”

Têkildarî mijara cihêkariyê jî ji sedî 60,4’ê beşdaran got ku herî zêde li “daîreyên dewletê” û ji sedî 44,7’an jî got ku herî zêde “li ser medyaya dijîtal” rastî cihêkariyê tên.

NIRXANDINA GIŞTÎ

Di beşa encam û nirxandinê de hate gotin ku ev rapor nîşan dide ku qada bikaranîna zimanê dayikê her ku diçe di nava jiyana rojane de tengtir dibe; daxwaza ji bo perwerdeya zimanê dayikê pir xurt e û berfireh e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji KCK’ê peyama meha Remezanê: Li dijî xeteriya qirkirinê civaka demokratîk û yekîtiya gelan!
Nûçeya Pişt re Jinek li Silêmaniyeyê hate kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Global Witness: Di sala 2023’yan de nêzîkî 200 aktîvîstên jîngehê hatine kuştin

Global Witness roja Sêşemê raporek weşand û diyar kir ku di sala 2023’yan de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hacîawayê bi sedan yekî bi yek dengî gotin: Li dijî gefan bibin yek

Li Hacîawayê bi armanca piştgiriya bi seferberiya li Rojava bi sedan kes li hev kom…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêr Hafirê bêdengî serwer e

Piştî bombebarana dijwar a hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser Dêr Hafirê, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?